Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî pêşengîya şerê li dijî endamên DAIŞê dikin

Xalid Ta'î

Hêzên elîte yên Îraqî di operasyonekê de ku veşartgehên DAIŞê li Badûşê li parêzgeha Nînewayê cih digirin, ev wêne di 15ê Sibata 2020an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Hêzên elîte yên Îraqî di operasyonekê de ku veşartgehên DAIŞê li Badûşê li parêzgeha Nînewayê cih digirin, ev wêne di 15ê Sibata 2020an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Şirovekar dibêjin ku hêzên ewlekarîyê yên Îraqî karînên xwe di rûbirûbûyîn û şerkirin şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) isbat dikin bi rêya biserketina di operasyonên serbazî yên vê dawîyê li parêzgeha Enbarê de, yên li jêr navê "Qehremanên Îraqê".

Qonaxa yekem a operasyona "100% Îraqî" rojên 12-14ê Sibatê hat encamdayîn û têsteke girîng bû ji hêzên Îraqî bo karînên xwe yên şerkirinê nîşan bidin.

Gelek şaxên hêzên ewlekarîyê di operasyonê de cih girtin, di nav de Yekîneyên Pagerên Sînor û fermandarîyên operasyonên Enbar, Bexda, Cezîre, Ferata Navîn û Selahedînê.

Bo cara yekem, yekîneyên berevanîya asmanî ya Îraqî mûşekên pêşketî li devera operasyonan bi kar anîn "bo paqijkirina asman ji firokeyên Îraqî re bo pêkanîna êrîşên asmanî li dijî armancên DAIŞê", Fermandarîya Operasyonên Hevbeş di daxuyanîyekê de ragihand.

Efserine Firqeya 6ê ya Artêşa Îraqî operasyonên ewlehkirina deverên li rojavayê Bexdayê ji endamên DAIŞê, di çarçoveya Operasyona Qehremanên Îraqê de, dinirxînin, ev wêne di 15ê Sibata 2020an de hatiye belavkirin. [Wene ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Efserine Firqeya 6ê ya Artêşa Îraqî operasyonên ewlehkirina deverên li rojavayê Bexdayê ji endamên DAIŞê, di çarçoveya Operasyona Qehremanên Îraqê de, dinirxînin, ev wêne di 15ê Sibata 2020an de hatiye belavkirin. [Wene ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Coşa li dijî DAIŞê ''sist nabe''

Operasyon "100% Îraqî" bû,lîwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, ji Diyaruna re ragihand.

"Operasyon ji pênc mihweran dest pê kir, di nav de nehiştina şanên terorîst ji sînorê rojavayî yê welat bi Sûrîya û Urdunê re", ligel "armanckirina hinek deverên ku valahîyên ewlehî li wir hene û çalakîyên terorîstan li wan diqewimin", wî got.

Xefacî teqez kir ku hêzên ewlekarîyê yên Îraqî "karînên xwe yên pêkanîna êrîşên berfireh li ser asteke bilind, bi piştgirêdan bi karîn û ezmûndarîya xwe, isbat kirin, ku di encamê de wan encamên girîng bi dest xistin".

"Ev yek isbat dike ku hêzên me di rewşeke baş de ne û bi asteke bilind a pîşedarîyê tev digerin dema ku ew şerê endamên dijmin dikin bo parastina destkeftîyên ewlehî," wî got.

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî bêhtir ji 26,000 kîlometrên ducar ji zevîyan ewleh kirine, pênc veşartgehên terorîstan, 25 alavên teqîner û neh mûşekên dijî tankan û herwiha topxaneya giran, hawen, top û cebilxane wêran kirin.

"Coşa operasyonên li dijî terorîstan sist nabin û em dê derfetê nedin wan ku gelemşeyê belav bikin, elwehîyê têk bidin, û gefê li ser jîyana xelkê çê bikin an sûdêji rewşa siyasî ya îroyîn û xwenîşandanên li welat wergirin bo careke din cihê pêyê xwe dirust bikin," Xefacî got.

Wî got ku hêzên hevpeymanîya navdewletî rola piştgirîyê û şêwirdarîyê bi cih tînin, û hêzên Îraqî pêşengîya operasyonên li dijî DAIŞê dikin.

Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî roja 25ê Sibatê serkêşîya operasyonekê li girên Xanûkayê li bakurê welat kir, ku tê de 39 elementên DAIŞê hatin kuştin.

Di nav kuştîyan de muftîyê DAIŞê li parêzgeha Selahedînê û herwiha berpirsê darayî û lojistî yê rêxistina terorîst.

"Hevpeymanîyê herwiha sergirtina cewî û herwiha alav û agahî dabîn dike, bo bicihanîna vê misyona girîng a ku gurzeke azardar gihandine DAIŞê," Xefacî got.

Wî da zanîn ku xebatên hevbeş ên armanckirina terorîstan û çepelkirina planên wan berdewam in.

Hêzên ewlekarîyê pêşeng in

"Ezmûndarîya hêzên Îraqî ew xistine cihekî pêşeng de di şerê dijî terorê de,"şirovekarê ewlehî Sefa Asam ji Diyaruna re ragihand.

"Operasyona Qehremanên Îraqê berdewamîya operasyonênVîna Serketinê ye [...] yên ku serketina xwe di ewlehkirina rûberên berfireh ji zavîyan li biyabana rojavayî, Cezîra û li û parêzgehên Diyala, Nînewa û Selahedînê di mehên dawî isbat kirin," wî got.

Operasyona Vîna Serkeftinê li ser heşt qonaxan hatiye pêkanîn, û di encamê de heta dawîya Kanûna Yekem a 2019an de 32,000 kîlometrên çargoşeyî li rojavayê Cezîrayê hatine paqijkirin.

"Van operasyonan hejmara endamên DAIŞê kêm kiriye û çavkanîyên wan ên darayî û lojistî lawaz kirine," wî got.

"Hêzên me êdî xwedan karîn in ku cihê terorîstan nas bikin, wan bigirin û veşartgehên wan wêran bikin, û xwedan karînên şer û amadebaşî ne, ku di şerên vegerandina bajaran ji DAIŞê de bi dest xistine," wî got.

"Databêzeke berfireh a li dor DAIŞê li bal hêzên Îraqî heye, bi rêya ajansên hewalgirî yên Îraqî, ew dikarin ku planên rêxistinê ku careke din serî hil de û xebatên wê yên berdewam ku îdyolojîya xwe ya tundrew belav bike têk bibin," wî got.

Şirovekarê ewlehî Fadil Ebû Rexîf wî hestî par ve dike.

"Hêzên Îraqî di serê paramîd de ne dema ku em qala şerê terorîzmê bikin û aniha ew pêşengîya xebatên şerkirinê û hewalgirî dikin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Bi saya van karîn û zîrekîyên ku di qadên şer de û bi rêya rahînanê hatine bidestxistin, ji ber alîkarîyên hevpeymanîya navdewletî, hêzên me êdî kêrdar in ku serkêşîya operasyonên berfrieh û bandorbar bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Îraq welatekî bihêz e ku dikare şerê terorîzmê bike. Lê hinek hene planên Îraqê eşkere dikin bi behaneya parastina ewlehîya Îraqê. Tevî vê yekê, ez geşbîn im li dor rewşa Îraqê û hêvîyên bi pêşerojeke geş. Ez ji Xwedê lavakar im ku Îraqê biparêze û min bike yek ji leşkerên qehreman ên Îraqê bo ez xizmeta welatê xwe yê ezîz bi hemû hêza xwe û hezkirina xwe ji welat û artêşa xwe re bikim. Hesan Cabir Mihemed, Îraq, Necef.

BERSIV BIDE