Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî dest bi operasyoneke lêgerîna li endamên DAIŞê li Hewîcayê dikin

Xalid Taî

Polîsên Îraqî gundên navçeya Hewîcayê ya parêzgeha Kerkûkê maliştin di operasyoneke lêgerîna li endamên DAIŞê di 12ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Polîsên Îraqî gundên navçeya Hewîcayê ya parêzgeha Kerkûkê maliştin di operasyoneke lêgerîna li endamên DAIŞê di 12ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî operasyoneke ramaliştinê Pêncşemê (12ê Kanûna Yekem) li navçeya Hewîcayê ya parêzgeha Kerkûkê dest pê kirin.

Yekîneyin ji Polîsê Federal ên firqeyên 3 û 5an, ajasên hewalgirîyê û piyada mîkanîkî, herwiha şervanên êlên Hewîcayê, beşdarî operasyonê dibin.

Dron ji bo koleçan û çavdêrîyê hatin belavkirin.

Hêzên Îraqî heya niha karîbûn hejmareke mezin a gund û deveran paqij bikin, nemaze Ewfiyat, Arîşa, Ulya, Hawr Sufun, Lîsan, Til Xedîca, Setîh, Fexîra, Sellab, Burxuliya, Zelahîca, Wadî Sehl û Wadî Kûr.

Di heyama lêgerînê de, pênc veşartgehên endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), 19 bombeyên bidestçêkirî û 27 RPG hatin vedîtin.

Endezyaran hemû veşartgeh û teqemînyên wan wêran kirin.

Operasyona heyî berdewamîya qonaxa 7mîn a pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehî ye , ya ji 8ê Kanûna Yekem de dest pê kiriye, serokê hêzên ewlehî û hewlagirîyê yê êlên Hewîcayê Hesen Sûfî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê, bi alîkarîya çekdarên herêmî, bi erkên pişkinînên yên cihê ve rabûn li gel pêngava bi navê Vîna Serkeftinê.

Wî anî ziman ku wan gelek dever dan ber xwe li derdora parêzgeha Kerkûkê, li navçeyên Riyad, Zab û Reşad li Hewîca, Daqûq û rêzeçîyayên Xura.

Sûfî dîyar kir ku operasyonê hişt herî kêm 100 bombe werin dîtin û wêrankirin.

Operasyonên parêzî

Wî destnîşan kir ku armanca vê operasyona nû "ramaliştina gundên dûr, erdên çandinîyê, kanî û bilindahîyên nêzî gundan da ji endam û veşartgehên DAIŞê werin paqijkirin."

Sûfî anî ziman ku "xebatên me balê dikişînin ser rêkarên parêzî li dijî çi çalakîyeke terorîst û hewldanên wan ên xwecihkirinê, vedtîna warên ewle û nûavakirina şanên xwe."

Wî got "paşmahîyên terorîst ji hev dikevin û her tim bi paş de vedigerin bi saya operasyonên serbazî."

Roja 12ê Mijdarê, hêzên êlî yên Hewîcayê bi hevkarîya bi hêzên artêşê re "serkirdeyekî DAIŞê yê tirsnak ê bi navê Yûsiv Haşim Mûlan Batûşî kuşt, ê xwe di tunêlekê li rojhilatê Hewîcayê li gel du hevalên xwe yên tirsank veşartibû, ku ew jî di êrîşê de hatin kuştin," Sûfî eşkere kir.

Piştî çar rojan, Polîsê Federal û çakdarên êlan çar endamên din ên DAIŞê kuştin ku xwe li nêzî devera Mekteb Xalid, li başûrê Kerkûkê vedişartin.

Bi giştî pênc terorîstên DAIŞê yên ji dadgehê re xwestî hatin girtin ji destpêka Mijdarê ve, li gorî Sûfî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500