Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Jinên Îraqî banga Sedir bo qedexekirina xwenîşandanên têkel şermezar dikin

Faris Omran

Jinên Îraqî li Meydana Tehrîrê li Bexdayê roja 13ê Sibatê dimeşin bo şermezarkirina daxuyanîyên Muqteda Sedir û kampanyayên li ser înternêtê yên ku wan ji ber rola wan a çalak di xwenîşandanan de armanc dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Enbar el-Hedes hatiye wergirtin]

Jinên Îraqî li Meydana Tehrîrê li Bexdayê roja 13ê Sibatê dimeşin bo şermezarkirina daxuyanîyên Muqteda Sedir û kampanyayên li ser înternêtê yên ku wan ji ber rola wan a çalak di xwenîşandanan de armanc dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Enbar el-Hedes hatiye wergirtin]

Bi sedan jinên Îraqî meşek Çarşemê (19ê Sibatê) li Necefa pîroz li dar xistin û wan teqez li ser mafê xwe yê gerandina roleke navendî di xwenîşandanên seranserî yên li welat de kir.

"Tu kes nikare jinan bêdeng bike," yek ji meşvanan, bi navê Seba, 22-salî, wiha bersiva banga heftîya borî ya zanayê olê yê bibandor Muqteda Sedir a li dijî xwenîşandanên têkel da.

"Me dest bi xwenîşandanan kir bo rûxandina rejîmê. Lê aniha em meşên jinan li ar dixin ji ber ku wan sivkatî bi me kir," wê ji AFP re ragihand.

Neda Qasim, profîsoreke zanîngehê ye ku salên 50 yên temenê xwe jîyan dike, bi tundî rexnê li Sedir digire, yê ku di destpêkê de piştgirîya xwenîşandanan kir lê pişt rewî helwesta xwe ji wan guhert û angaşt kir xwenîşander dermanên hişbir bi kar tînin û ew meyvexwer in.

Jinên Îraqî li Meydana Tehrîrê li Bexdayê roja 13ê Sibatê dimeşin bo şermezarkirina bangên Muqteda Sedir bo qedexekirina xwenîşandanên têkel. [Wêne ji rûpela Facebookê a Bexdayê hatiye wergirtin]

Jinên Îraqî li Meydana Tehrîrê li Bexdayê roja 13ê Sibatê dimeşin bo şermezarkirina bangên Muqteda Sedir bo qedexekirina xwenîşandanên têkel. [Wêne ji rûpela Facebookê a Bexdayê hatiye wergirtin]

"Em azad in. Em ne ji ber fermanên zanayekî olê derktine û em ji ber hinek bangan ranawestin," Qasim, a ku bi xwe di êrîşên alîgirên Sedir li ser xwenîşanderên li dijî hikûmetê de birîndar bûbû, wiha got.

Meşa Çarşemê ya duyem e piştî meşa Pêncşema borî, ku bi sedan jinên Îraqî ji hemû temenan milbimilê zilaman herikîn nava Bexdayê, û wan fermana Sedir a nehiştina têkelbûna her du regezan di xwenîşandanan de red kir.

Sedir roja 8ê Sibatê di twîtekê de got ku divê xwenîşander "nirxên civakî û rêbazên Şerîetê li ber çav bigirin" û divê ew "rê nedin ku jin û mêr di konên mangirtinê de têkel nebin".

Û çend kêlîyan berî destpêkirina meşa jinan a roja Pêncşemê, Sedir careke din berê xwe da Twitterê bo rexnegirtin li xwenîşanderan û got ew "meyvexwer, laşfiroş, bêexlaq, bênerît... û bêol in".

Jinên ku rengên xemrî,gulgulî û sor li xwe dikirin lafîte û pankard bilind dikirin, ku wan bi rêya wan berevanî li rola xwe di xwenîşandanan de kir û wan kampanya reşkirinê ya li dijî wan, nemaze ya di mîdyaya civakî de, şermezar kir.

"Gerînerê xwenîşandanan"

"Xwenîşanderên jin nameyên ku zordarîya li hember wan hatiye kirin şermezar dikin hil digirtin û teqez kirin ku ew li tenîşt birayên xwe ne û ew dê berdewam bin di beşdarbûna di xwenîşandanan de," çalakgerekê bi navê Buşra Obêdî, endama berê ya Komîsyona Mafên Mirov a Îraqî, ragihand.

"Jinan roleke serekî di xwenîşandanan de gerandîye bi rêya pêşengîkirina kombûnên ciwanan, karkirin weke alîkarên bijîşkî û dabînkirina xwarin û pêdivîyên lojistî ji meydanên xwenîşandanan re," Obêdî, ya ku tevlî xwenîşandanên Bexdayê bûye, wiha got.

"Tevgera xwenîşandanê ya jinan pir balkêş e, ji ber ku wan hemû kospên kevneşop û paşverû şikandin," wê got. "jinan karî dengê xwe bilind bikin û hebûna xwe isbat bikin û ew bo wekhevî û dadwerîyê têkoşînê dikin."

Ev tedbîr rastî "kampanyayên kirêt hatin, ên armanc kirin ku jinan dûrî xwepêşandanan bikin bi rêya avêtina fîşekan û navzirandina navûdengê wan û bi rêya hewlên bihêlin raya giştî li dijî wan derkeve", Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Jin li Bexdayê û li parêzgehên din li jêr pasîvanîya xwpêşanderên mêr ên ku xelekeke parêzer li dora wan çêkirin meş li dar xistin, li gorî Obêdî.

"Jin xwedî hebûneke xurt in di hemû xwenîşandanan de û gelekî wêrek bûn di berevanîkirina li doza welatê xwe û daxwazkirina mafên giştî de," çalakger Leyla Berzencî, birêvebera Cûd, rêxistineke mirovî kunavenda wê li Mûsilê ye, got.

"Meşên jinan ên vê dawîyê teqez dikin ku jin dê ji rêya xwe ber bi pêş venegerin, ew dê ji payeyên xwe yên niştîmanî li jêr çi fişar û zordarîyê be venegerin," wê ji Diyaruna teqez kir.

"Ew dê bimînin makîneya xwepêşandanan a sereke."

"Jinên Îraqî rastî gelek kampanyayên zimançepel hatin, ên armanc kirin ku rola wan perawêz bikin, kampanyaya dawî ew bû ku bandora kandîdên jin di hilbijartinên parlemanî yên dawî de lawaz bikin," Berzencî got.

Lê jinan "bi rêya xwenîşandanan bawerîya xwe bi xwe û bi rola xwe di avakirina pêşerojeke nû ji welatê xwe re vegerand".

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bijî jinên Îraqî!

BERSIV BIDE

Ev raport ne rast û dijminkar e. Meşên Pêncşemê hatin organîzkirin kêm bûn, lê xwenîşandanên ku Înê hatin organîzkirin piştgirîya berêz Moqteda Sedir kirin, û nîşan dan çawa jinên Îraqî porên xwe dinixumînin. Têkildarî xwenîşandanên ku Çarşemê hatin organîzkirin, wan şehadeta şehîd Muhemed Muhemed Sadiq Sedir pîroz kir.

BERSIV BIDE