Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pêngaveke ewlekarî ya mezin bermayîyên DAIŞê li rojavayê Îraqê armanc dike

Xalid Taî

Şervanên Îraqî di 23yê Îlona sala 2019an de xwe amade dikin bo firîneke koleçanê li ser deverên Cezîrayê li bakurê Gola Hedîsayê da ku li veşartgehên bermayîyên DAIŞê bigerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şervanên Îraqî di 23yê Îlona sala 2019an de xwe amade dikin bo firîneke koleçanê li ser deverên Cezîrayê li bakurê Gola Hedîsayê da ku li veşartgehên bermayîyên DAIŞê bigerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî roja Duşemê (2wê Adarê) dest bi "operasyonên serbazî yên herî mezin" kir li dijî çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li beşê rojavayê welat ji çaxa têkçûna wan di sala 2017an de.

Ev operasyonê ku bi "Şûrê Tûj" hatine binavkirin, armanc dikin ku li bermayîyên DAIŞê yên xwe li devera Cezîrayê ya rojavayî vedişêrin bidin, ya ku di navbera parêzgehên Enbar, Selahedîn û Nînewayê de dikeve.

Liwayên artêşa Îraqî ji fermandarîyên operasyonên Nînewa û Selahedînê û yekîneyên polîsê rewşên ewarte, SWAT, fewcê tektîkî, hêzên heşda şebî û êlî, hêza cewî û endazyarîya meydanî di operasyonan de beşdar dibin.

"Ev operasyon ên herî mezin û berfireh in ji çaxa ku serkeftin li dijî DAIŞê di dawîya sala 2017an de hat îlankirin, di warê deverên ku dê werin paqijkirin û hêzên ku dê beşdar bibin," Şana Mîdayaya Ewlekarî di daxuyanîyekê de got.

Leşkerên Îraqî di qonaxa heştemîn ji pêngava Vîna Serkeftinê, ya ku heta astekê deverine Cezîrayê li rojavayê Wadî Sirsarê dane ber xwe. [Wêne jiWezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî di qonaxa heştemîn ji pêngava Vîna Serkeftinê, ya ku heta astekê deverine Cezîrayê li rojavayê Wadî Sirsarê dane ber xwe. [Wêne jiWezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarîya Operasyonên Sealahedînê roja Duşemê daxuyand ku hêzên wê çek, materyalên teqîner, du motor û dabînên bijîşkî û lojistî yên ên çekdaran bûn dîtin.

Operasyonên nû "dê giranîyê bidine devereke biyabanî ya gelek berfireh ku rojavayê Wadî Sersarê dirêj dide heta sînorê Îraqî-Sûrî û Wadî Horanê," pisporê serbazî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku dibe ku gelek qonaxên wê hebûn, mîna opersyonên Vîna Serkeftinê, ya ku her heşt qonaxên wê di dawîya Kanûna Duyem de hatin temamkirin û yên ku rûbereke ji 32,000 kîlomitrên çargoşeyî li rojavayê Cezîrayê paqij kirinç.

Piştgirîya navdewletî şîyana Îraqê qayim dike

Xelef got ku mebesta sereke ji operasyonan ew e "kombûnên terorîstan ên nepenî kifş bikin û wêran bikin û rêya dabînkirin û guhastinê li ber wan bigirin".

Wî got ku ew dê giranîyê bidine deverên dirêj didin ji sînorê bi Sûrîyayê re heta deverên dûr ên ewlehî li wan kêm e, mîna girên Hemrîn, mexûl û Mexmûrê.

Xelef got ku "li gor agahîyên li ber dest, komên DAIŞê yên piçûk hîn xwe li rojavayê Cezîrayê vedişêrin û plan dikin ku cihekî ji xwe li wir re çêkin û careke di xwe ava bikin".

Endamên DAIŞê di hefteyên dawî de hewl didin "ku sûdê ji mijûlbûna hêzên ewlekarîyê bi ewlekirina xwepêşandanên berdewam li welat wergirin da ku ber xwe ferih bikin û xwe amade bikin", wî not kir.

Wî anî ziman ku "lêbelê, destpêkirina fişara serbazî ya xurt dê derfetê nede çekdaran ku cih bigirin, dest deynin ser erdan û êrîşên xwe zêde bikin li dijî armancên sivîl û serbazî".

"Hêzên me pêş dikevin û rewşa wan ji berê çêtir e, ji ber ew xwedî şarezayî û jîhatîyan in, ligel çekên baş û pêdivîyên koleçanê û kamereyên pêşketî," wî got.

Ligel vê yekê careke din destpêkirina piştgirîya ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve ji hêzên Îraqî re, bi taybet piştgirîya cewî, "xebatên me qayim dike da ku em nehêlin dijmin ti derfetan wergire û êrîş bike an careke din xwe bide hev", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500