Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pêngaveke nû bermahîyên DAIŞê li Kerkûkê armanc dike

Xalid Taî

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî roja 2yê Hezîranê serdana yekîneyên serbazî yên ku di pêngava nû de li dijî bermahîyên DAIŞê li Kerkûkê cih digirin kir. [Wêne ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî roja 2yê Hezîranê serdana yekîneyên serbazî yên ku di pêngava nû de li dijî bermahîyên DAIŞê li Kerkûkê cih digirin kir. [Wêne ji Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Sêşemê (2yê Hezîranê) operasyona "Qehremanên Îraqê - Serkeftina Serwerîyê" dest pê kir bo paqijkirina deverên li başûrê-rojavayê Kerkûkê ji bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Operasyon dê ​7,000 kîlometrên çargoşe bi dirêjahîya sînorên îdarî yên di navbera parêzgehên Kerkûkê û Selahedînê de ewleh bike.

Yekînene mezin ji artêşa Îraqî, polîsê federal û hêzên piştevanîyê ji pênc enîyan ve, bi piştgirîyeke asmanî ya mezin, pêngava nû dest pê kirin.

Heta niha sê stargehên DAIŞê hatine wêrankirin, ligel têkbirina bi dehên bombe, rokêt û hawinan.

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî roja 2yê Hezîranê êrîş li dijî DAIŞê li Nînewayê û başûrê Bexdayê bi cih anîn. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî roja 2yê Hezîranê êrîş li dijî DAIŞê li Nînewayê û başûrê Bexdayê bi cih anîn. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Serokwezîr Mustefa Kazimî Sêşemê serdana yekîneyên ku di pêngavê de cih digirin kir, û da zanîn ku dê hêzên ewlekarîyê "şerê li dijî terorîstên DAIŞê yên mayî berdewam bikin... bo qayimkirina ewlehî û aramîyê li seranserê welat", li gorî daxuyanîyeke ofîsa serokwezîratîyê.

Paqijkirina deverên dûrdest

Deverên ku operasyona serbazî li wan tê pêkanîn gelek lawazî û xwevedizînên ewlehî di heftîyên borî de li wan qewimîbûn.

Armanc ji operasyonê şikandina pişta dijmin û têkbirina wî ye piştî ku dijmin vê dawîyê hewl da ku çalakîyên xwe yên terorî zêde bike", lîwa. Tehsîn Xefacî, peyvdarekî Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku hîn çekdarên DAIŞê li Wadî el-Şay, Girên Hemrînê û zevîyên çandinîyê yên ji başûr û rojavayê Kerkûkê heta bi parêzgeha Selahedînê berfireh dibin hene "ku ew bawer dikin ku destê me li wan deverên dûrdest nagihêje wan".

"Hêzên me dê li hemû gelî, gir û beravên çeman bidin ser pişta wan, dê wan ji nav bibin" wî got, û bal kişande ser serkeftinên vê dawîyê di birîna hêlên îmdadê yên DAIŞê de li biyabana rojavayî ya Enbarê û Nînewayê.

Xefacî got ku yekînene serbazî yên mezin li parêzgeha Kerkûkê cih digirin bo qedandina erkên ew bi wan hatine erkdarkirin. "Em dikarin bermahîyên dijmin têk bibin û ewlehî û selametîya welatîyan misoger bikin."

Operasyona serbazî ligel misyonên ku fermangehên operasyonên taybet ên 1ê û 2ê yên Ajansa Dijî Terorîzmê Sêşemê pêk anîbûn hevdem bûn, misyonên bi piştgirîya artêşa Îraqî û balefirên şer ên hevpeymanîyê li biyabana Hetrayê li Nînewayê, Curf el-Sexir, û deverên li başûr û başûrê rojavayê Bexdayê.

Ajansê di daxuyanîyekê de got ku şikeft, tunêl û stargehên terorîstan hatine wêrankirin û çekdarên di wan de bûn hatine kuştin.

Ajansê got ku du çekdar hatine girtin, û bombe, top, kemberên teqîner û çekên bêdeng hatine wêrankirin.

Hêzên Îraqî di Sibatê de qonaxa yekem a pêngava "Qehremanên Îraqê" dest pê kir, û devereke bi rûbera 26,000 kîlometrên çargoşe li Biyabanên li tenîşt sînorên bi Sûrîya û Urdunê re ramaliştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500