Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fransa piştgirîya artêşa Îraqî di qonaxa piştî-DAIŞê de dike

Xalid Taî

Leşkerên topxaneya Fransî misyoneke rahînanê bo Artêşa Îraqî li nêzî Qaimê di 19ê Gulana 2018an de pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên topxaneya Fransî misyoneke rahînanê bo Artêşa Îraqî li nêzî Qaimê di 19ê Gulana 2018an de pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Piştî xebatên wê yên girîng di alîkarîkirina Îraqê de di cenga têkbirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de, Fransa aniha baldarîyê dide qonaxa piştî-şer bi rêya piştgirîkirina artêşa Îraqî û xebatên nûavakirinê.

Heta vê dawîyê, Serokê Serleşkerîya Artêşa Fransî François Lecointre bi serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî re di destpêka Cotmehê de civîya bo nîqaşkirina awayên pêşxistina hevparîya di navbera her du welatan de û piştgirîkirina hêzên Îraqî.

Di daxuyanîyekê de piştî civînê, Ebû Mehdî teqezî li ser girîngîya pêwendîyên Îraqî-Fransî kir û bal kişand ser xwesteka hevbeş a baştirkirina hevahengî li ser hemû astan.

"Pêwendîyên me bi Fransayê re her diçin baştir dibin û aniha ji her demekê xurttir e," peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.

Rahînerekê Fransî hêzên taybet ên Îraqî fêr dike çawa nirxandineke ciyografî bo qadên şer pêk bîne di dîroka 10ê Mijdara 2018an de. [Wêne ji Tîma Pêwendîya Dijîtal a Amerîkî hatiye wergirtin]

Rahînerekê Fransî hêzên taybet ên Îraqî fêr dike çawa nirxandineke ciyografî bo qadên şer pêk bîne di dîroka 10ê Mijdara 2018an de. [Wêne ji Tîma Pêwendîya Dijîtal a Amerîkî hatiye wergirtin]

Wî got ku piştgirîya Fransayê, ligel piştgirîya hevparên din ên navdewletî, alîkarî da binxistina DAIŞê û kêmkirina gefa ku paşmahîyên rêxistinê li ser Îraqê dirust dikin.

Xefacî got ku di şerên derxistina DAIŞê ji Îraqê, hêzên Fransî "sergirtina hewayî ji hêzên me re dabîn dikirin dema ku ew li ser erdê pêş diketin" û bi lêdanên topxaneyê asêgehên DAIŞê armanc dikirin.

Xefacî daxuyand ku Fransa welatê yekem bû ku bi fermî tevlî hevpeymanîya li dijî DAIŞê bi pêşengîya Amerîkayê bû, û rêberên Fransayê soz û pêbendîyên xwe yên ku berî pênc salan anîn ziman pêk anîn bi rêya piştgirîkirina hêzên Îraqî berî û piştî binxistina rêxistinê.

Aniha, heya piştî hilweşîna tiştê bi navê "xîlafetê" û têkbirina serkirdeyê DAIŞê Ebû BekirBexdadî, Fransa şerê li dijî paşmahîyên DAIŞê li Îraqê ligel hevkara xwe Îraqê berdewam dike.

Di 31yê Cotmehê de, balafira şer Rafale ya Fransî êrîşek li ser hejmareke tunelên DAIŞê li bakur- rojhilatê Îraqê pêk anîn, wezareta berevanîyê ya Fransî eşkere kir.

Wezîra Hêzên Çekdar ên Fransî Florence Parly derbarê vê êrîşê de wiha li ser Twitterê got: "em nahêlin bihin were ber DAIŞê."

"Helwesta Fransa sabit e û ew dê her şerê terorê bike," wê got.

Wî got ku hêzên Fransî berdewam in di rahînankirina leşkerên Îraqî de li ser avakirina karînên wan û amadebaşîyên wan ên şer, bi bayexdarî bi rahînana li ser topxaneyê û peydakirina çek û teknolojîyên serbazî yên pêşketî.

Qayimkirina ewlehîya Îraqê

"Fransa pêbendîyên xwe yên avakirin û bihêzkirina artêşa me û dabînkirina karînên şerkirinê û çekan dibe serî," xebîrê warê ewlehî Sefa Asem ragihand.

Îraqî berdewam in di bihêzkirina hevahengîyê bi Fransîyan re, ji ber ku alîkarîya wan a çalak di cenga li dijî DAIŞê de "cihê kêfxweşî û pêşwazîya hemû Îraqîyan bû", wî ji Diyaruna re got.

"Em hêvîya têkilîyên bihêz dikin bi rêya rêkeftinên dualî yên pirçekkirinê û pevguhertina agahîyên hewalgirî, û herwiha avakirina karîna Îraqîyan a ewlekirina sînorên welat, bi taybetî sînorê rojavayî," wî got.

Ebdul Mehdî di 3yê Gulanê de serdana Fransayê kir û "nexşerêyeke stratejî" bi Serokê Fransî Emmanuel Makron re wajû kir ku armanc jê hevahengîya serbazî, ewlehî, aborî û çandî ye bo piştgirîkirina Îraqê di qonaxa piştî-DAIŞê de.

Tê payîn ku Makron serdana Îraqê di Mijdarê de bike bo nîqaşkirina xebatên nûavakirinê.

Endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Nînewayê Binyan Cerba ji Diyaruna re ragihand ku ew kêfxweş e bi asta têkilîyên di navbera Bexda û Parîsê de.

"Em îroj qala nexşerêyeke [stratejî] û hevkarîyeke dem-dirêj dikin, ku ew jî nîşana pêşketinê ye, ya ku di van nîqaşan de hatiye pêkanîn," wî got.

Wî da zanîn ku Fransayê giranîya xebatên xwe daye piştevanîkirina Îraqê li ser asta serbazî "bo em ji vê kabûsa terorîzmê xelas bibin, û ew hîn piştgirîyê dide me di şerkirina vê gefê de bi rêya parvekirina ezmûndarîya xwe bi ajansên me yên ewlekarîyê re".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500