Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û Hevpeymanî bermahîyên DAIŞê li Şirqatê dipelixînin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî lêgerînekê li bermahîyên DAIŞê li girên Xanûkayê li Şirqatê pêk tînin, di dîroka 18ê Nîsana 2018an de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî lêgerînekê li bermahîyên DAIŞê li girên Xanûkayê li Şirqatê pêk tînin, di dîroka 18ê Nîsana 2018an de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî bi piştevanîya balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî êrîşek li ser bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên ku xwe li girên Xanûkayê li navçeya Şirqatê ya parêzgeha Selahedînê vedişêrin pêk anîn.

Ev êrîşa herî dijwar bû di vê heftîyê de, li gorî berpirsekî ji deverê.

Balefirên şer ên Hevpeymanîyê Şemîyê (23yê Mijdarê) çend êrîşên asmanî li ser veşartgehên DAIŞê li girên Xanûkayê pêk anîn, serokê encumena navçeya Şirqatê Selah Şaelan ji Diyaruna re ragihand.

"Ev êrîşên asmanî yên herî dijwar bûn di heftîyên dawî de," wî got, di çarçoveya "operasyonên bi kuwalîte û hevahengkirî di navbera hêzên hewalgirî û ewlekarîya Îraqî de".

Duman ji veşartgeheke DAIŞê ku bûye armanca êrîşeke asmanî bilind dibe, di dîroka 30ê Îlona 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergitin]

Duman ji veşartgeheke DAIŞê ku bûye armanca êrîşeke asmanî bilind dibe, di dîroka 30ê Îlona 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergitin]

Êrîşa ku hêzeke Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî li parêzgeha Selahedînê tê de cih girt bû encama wêrankirina sê tunêlan û veşartgehekê, li gorî daxuyanîyeke Wezareta Berevanîyê.

Şaelan got ku bombeyeke bidestçêkirî hat teqandin û dest li ser belgehên DAIŞê yên li cihên hatin armanckirin hat danîn, û da zanîn ku "kuştî û birîndar di nav rêzên milîtanan de hebûn".

Şênî bermahîyên DAIŞê qebûl nakin

Şaelan got ku ji 25 heta bi 30 endamên DAIŞê li girên Xanûkayê mane, girên ku raserî gundekî bi heman navî ne.

Wî got ku ew bi berdewamî di navbera xalên li van giran de çûnûhatinê dikin, û da zanîn ku egerek heye ku hîn xetên îmdadan ên milîtan hebin ku wan bi xwarin, pêdivîyên jîyanê û agahîyan dabîn dikin.

"Dibe ku rêyên raz ên lojistîyan di navbera girên li Cezîra û Şirqatê hebin," û da zanîn ku Cezîra devereke berfireh e ku heta bi biyabanên Enbarê û Nînewayê dirêj dibe û heta bi sînorê Îraq û Sûrîyayê berfireh dibe.

Şaelan got ku hêzên Îraqî çavdêrîya wan dikin, û da zanîn ku ev bermahîyên DAIŞê "ji hêla yekîneyên Lîwayê 91ê yê artêşa Îraqî ve tên dorpêçkirin, ên ku hemû Şirqatê dorpêç dikin".

Wî teqez kir ku çekdarên DAIŞê rastî qedera "mirineke hêdî hêdî" tên ji ber rêkarên ewlehî yên tund, êrîşên asmanî yên berdewam ji hêla balefirên şer ên Îraqî û yên Hevpeymanîyê û operasyonên lêgerînê yên ji hêla artêşê, polîs û hêzên êlan.

"Hemû şênîyên deverê terorîstan red dikin û wan qebûl nakin û dixwazin ku ew ji nav biçin ji ber dîroka wan a mişt tawanên hovane," wî teqez kir.

"Şênî alîkar in û agahîyan bi hêzên ewlekarîyê re par ve dikin bo jinavbirina terorîstan bi awayekî temam," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500