Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymanîya navdewletî baregeha Tacî radestî hêzên Îraqî dike

Xalid Taî

Berpirsine Îraqî û yên hevpeymanîya navdewletî li merasîmeke radestkirinê li baregeha Tacî roja 23yê Tebaxê amade dibin. [Hêza Hevbeş a Erkdar a Operasyona Yekalîkirina Bingehîn/Twitter]

Berpirsine Îraqî û yên hevpeymanîya navdewletî li merasîmeke radestkirinê li baregeha Tacî roja 23yê Tebaxê amade dibin. [Hêza Hevbeş a Erkdar a Operasyona Yekalîkirina Bingehîn/Twitter]

Hevpeymanîya navdewletî Yekşemê (23yê Tebaxê) baregeha Tacî li bakurê Bexdayê radestî artêşa Îraqî kir, ku wiha ev heştem bingeh e ku hevpeymanî radestî Îraqê dike.

Radestkirin, ya li ser baregeha plan û xişteke dîyarkirî, di merasîmeke fermî de ku serkirdeyên herdu alîyan lê amade bûn pêk hat.

"Ev bi rastî rojeke dîrokî ye,” lîwa Kenes Ekman, cîgirê fermandarê giştî yê Hêza Hevbeş a Erkdar a Operasyona Yekalîkirina Bingehîn ragihand. "Di şeş salên borî de, Tacî weke bingeheke serekî bo hevparên hevpeymanîyê bû bo rahînankirina artêşa Îraqî, hêzên asmanî yên Îraqî û hêzên taybet."

Wî got ku xebatên hevpeymanîyê derfet dan hêzên ewlekarîyê yên Îraqî ku xwe rahînan bikin.

Hevpeymanîya navdewletî infografîkek belav kiriye ku tê de ronîyê dixe ser piştgirîya hevpeymanîyê ji hêzên Îraqî re li baregeha Tacî û serketina operasyonên rahînanê yên li wir hatin lidarxistin. [Hêza Hevbeş a Erkdar a Operasyona Yekalîkirina Bingehîn/Facebook]

Hevpeymanîya navdewletî infografîkek belav kiriye ku tê de ronîyê dixe ser piştgirîya hevpeymanîyê ji hêzên Îraqî re li baregeha Tacî û serketina operasyonên rahînanê yên li wir hatin lidarxistin. [Hêza Hevbeş a Erkdar a Operasyona Yekalîkirina Bingehîn/Facebook]

"Ji îro û bi şûn de, hêzên ewlekarîyê yên Îraqî dê berpirsyarîya sazî û programên li Tacî bigirin ser milê xwe û dê berdewam bin di xebatên rahînanê de di çarçoveya misyona jinavbirina bermahîyên DAIŞê de," wî got, û bal kişan ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Ji 17ê Adarê ve, îraqê berpirsyarîya heft baregehên serbazî ji hevpeymanîya navdewletî wergirt, di nav de baregeha Besmayayê li başûrê Bexdayê roja 25ê Tîrmehê.

Rahînankirin û pirçekkirina hêzên Îraqî

Kampa Tacî berî aniha mêvandarîya 2,000 endamên hevpeymanîya navdewletî û NATO dikir, piranîya wan vê havînê ji wir çûne.

Operasyonên hevpeymanîyê li baregehê bi giştî giranî didan rahînankirin û pirçekkirina hêzên Îraqî "bo bilindkirina asta amadebaşîya ji şerê terorîzmê û pêşxistina karînên wan ên meydanî", lîwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ragihand.

Di salên dawî de, hêzên hevpeymanîyê li baregehê bicihbûyî bûn dora 47,000 endamên hêzên ewlekarîyê yên Îraqî rahînan kirine, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku programên rahînanê amadebaşîya fîzîkî, taktîkên piyade, segvanî, plankirina operasyonan, nûjdarîya cengawerî û analîza hewalgirî dihundirînin.

Xefacî got ku hevpeymanîyê avahî û sazîyên baregehê nû kirine, di nav de meydanên rahînanê, meydanên segvanîyê, wargeh, cihên cebilxaneyê û balefirgehên serbazî.

Hevpeymanîyê bi qasî 347 milyon dolar alav ji hikûmeta Îraqî re li kampa Tacî hiştin, li gorî daxuyanîyeke hevpeymanîyê, ku ev yek "qebareya herî mezin e ji bo radestkirina baregehekê".

Hevpeymanîyê herwiha stokên mezin ên pêdivî, çek û alavên lojistî, û stokeke bi qasî 90 milyon gule, hiştin.

Xefacî got ku dê hevparîya bi hevpeymanîya navdewletî re berdewam bike, û hêzên hevpeymanîyê "hîn bi me re kar dikin û piştgirîyê didin xebatên me û operasyonên me yên li dijî terorîzmê".

"Em dibînin ku têkilîyên me bi hêzên hevpeymanîyê re pir girîng in bo jinavbirina bermahîyên DAIŞê," wî got.

"Hevparên me yên biyanî alîkarîya me dikin di wêrankirina veşartgehên bermahîyên dijmin de û di şopandina tevgerên wan ji asman de," wî got, û da zanîn ku hevpeymanî piştgirîya xebatên hewalgirî yên hêzên Îraqî dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500