Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Milîs nirxên xanîberên Bexdayê kêm dikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Kesekî Îraqî li pêş hêzên ewlekarîyê rawestîyaye roja 12ê Tîrmehê di xwenîşandanekê de li derveyî Zona Kesik li Bexdayê ku daxwaza nehiştina komên serbazî yên nefermî dike. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Kesekî Îraqî li pêş hêzên ewlekarîyê rawestîyaye roja 12ê Tîrmehê di xwenîşandanekê de li derveyî Zona Kesik li Bexdayê ku daxwaza nehiştina komên serbazî yên nefermî dike. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Nirxên xanî û zevîyan li navçe û taxên serekî yên Bexdayê bi awayekî berçav di mehên borî de kêm bûne ji ber ku kiryar dûrî deverên ku milîsên Îran piştevanîya wan dike baregehên xwe li wir ava dikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Delalên zevî û xanîyan dibêjin ku nirxên zevî û xanîyan bi rêjeya 40% li deverine niştecihbûnê mîna Kerada, Arasat, Kolana Felestîn û Salehîyayê daketine, ji ber ku xanîyên bo firoştinê pir in û kiryar ji wan re tune ne.

Wan got ku dibe ev yek pêwendîdar be bi hebûna baregehên milîsan li wan deveran,

Milîsên Îran piştevanîya wan dike dora 30 bingeh li deverê ava kirine, di nav de avahîyên baregehan, kosp û depoyên çekan, Ehmed Husên, birêveberê kompanîya Ehd el-Xedîr a kirîn û firoştina xanî û zevîyan li Keradayê wiha got.

Şênî ji ber hebûna baregehên milîsan xwe bi dûr dixin, wî ji Diyaruna re teqez kir.

Wî got ku çekdarên milîsan ên li otombîlên bê numere siwar tên guleyan ber didin, meş û kombûnan pêk tînin, û bêserûber rêyan digirin û aştîyê têk didin, û da zanîn ku ewberdewam in di barandina rokêtên Katyûşa bi ser Zona Kesik de.

"Her devereke niştecihbûnê ku milîs berê xwe bidin wir û baregehan li wê vekin dê nirx lê dakevin ji ber ku şênî hizra barkirinê dikin," Xedîr got.

Nirxê xnanîyan li Keradayê carê dora 300 milyon dînarên Îraqî bûn ($250,000), aniha dora 180 milyon dînar in ($152,000) yan kêmtir jî.

Buhayê kirê jî daketiye, û gelek xwedanên firoşgehan êdî nema dixwazin bimînin.

Guhertina demografî

Selam Casim, endamê komîteya nirxandina xanî û zevîyan li Birêveberîya Bacan a Resafayê ji Diyaruna re got ku baregehên milîsê "penceşêr in ji sektorê zevî û xanîyan re".

Navçe û taxên serekî, yên ku berî aniha şênîyan wan têkelîyeke Xiristîyan, Ereb, Aşûrî, Ermen û Kurdan bûn, êdî guhertineke demografî li wan qewimîye ji ber ku xelk berê xwe dide deverên ewlehtir, wî ji Diyaruna re ragihand.

Casim got ku rewş li Keradet Meryem, Arasat, Alawiya, Kolana Munted, Ebû Qelem û Karadet Daxil wiha ye.

Casim got ku hikûmeta Îraqîhinek gav avêtine bo çareserkirina vê rewşê, mîna derxistina biryarekê ku divê milîs destûrê ji alîyên pêwendîdar ên ewlehî wergirin bo avakirina baregehan û nabe ew baregehan li navçeyên sivîlan ava bikin.

"Lê mixabin hejmareke mezin ji van baregehan hene ku di dema serokwezîrê berê, Adil Ebdul Mehdî, de hatine avakirin," wî got.

Hena Butrus, edîtorê nûçeyan di kenaleke TV a lokal de, ji Diyaruna re ragihand ku wê xanîyê xwe li Keradayê daye ber firoştinê ji ber ku zarokên wê ji ber rokêtên Katyûşa yên ku milîs diberdin Zona kesik û ji ber zêdegavîyên wan bizdiyane.

Wê got ku neçar e ku xanîyê xwe bi nîvê nirxê wî bide, û pişt re biçe li taxa Yermûk bijî li şûna ku kirêçîya xanîyekî be li wir.

"Wiha ewlehtir e," wê got. "Çûna kar sibehan û dîtina hevalekî yan cîranekî baştir e ji dîtina rûyên bi maskên reş ên bizdêner nixumandî."

Êrîşkirina li ser ewlehîya Îraqê

Quseyî Melûkî, ku xwedanê firoşgehekê li Cadirîyayê ye, ji Diyaruna re got ku ew bi awayekî demkî ji xanîyê xwe derketîye heta careke din taxa wan karakterê xwe yê sivîl vegerîne.

"Endamên Hizbulaha Lubnanî û Îranî tên van baregehan," wî ji Diyaruna re got. "Mafê me heye ku em bi rehetî bêyî zordarî bijîn."

Wî got ku rokêtên Katyûşa jêdera serekî ya tirsê ne û ew binpêkirin in ji yasa û serwerîya Îraqê re, û da zanîn ku "ew ne êrîşî balyozgeha Amerîkayê dikin belê ew êrîşî ewlehîya Îraqê dikin û Îraqîyan dixin xeterîyê".

Melûkî got ku piranîya rokêtan li avahîne sivîl li tenîşt Zona Kesik ketin.

Xebîrê siyasî yê Îraqî Muhemed Temîmî ji Diyaruna re ragihand ku bûyerên vê salê zelal kirin ku milîs û gelê Îraqê di du enîyên cuda de ne.

Êdî civak milîsan qebûl nake ji ber ku ew berdewam indi terorkirina kesayetên giştî û çalakgeran de, cihgirtina di şerê li Sûrîyayê de, îsyankirina dewleta Îraqî û barandina rokêtan li gorî fermanên Îranê, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Milîs êdî nema têne pêşwazîkirin," wî got.

"Êdî xelk nema dikare li deverekê bijî ku milîs li wir hebin, ne bi tenê ji ber ku ew dixwazin di aştî û ewlehîyê de bijîn, belê ji ber ku ew naxwazin tev wan bijîn," Temîmî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500