Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Pasdaran xebatên destdanîna li ser zevîyan li Sûrîyayê berfireh dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hinek Îranî li nêzî gora Seyida Zeyneb li Şamê salvegera şoreşa Îranî ya1979an pîroz dikin. Pasdaran dest daniye ser zevîyan li vê deverê. [Wêne ji Al-Alam TV hatiye wergirtin]

Hinek Îranî li nêzî gora Seyida Zeyneb li Şamê salvegera şoreşa Îranî ya1979an pîroz dikin. Pasdaran dest daniye ser zevîyan li vê deverê. [Wêne ji Al-Alam TV hatiye wergirtin]

Di mehên dawî de, Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) çalakîyên xwe yên destdanîna li ser xanî û zevîyan li hemû parêzgehên Sûrî berfireh kirine, piştî ku wê berî aniha bi tenê giranî dida hinek deverên Şamê, li gorî parêzerekî Sûrî.

Pasdaran vê dawîyê dest danîye li ser bi sedên xanî û zevîyan, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand, û da zanîn ku ev pêşketineke xeternak e ku dê serencamên wê yên xerab hebin di pêşerojê de.

Wî da zanîn ku berî aniha, Pasdaran bi tenê çalakîyên xwe yên destdanîna li ser zevîyan li hinek deverên bajarê Şamê pêk tanîn bi behaneya hebûna mezargehên olî.

Besam da zanîn ku Pasdaran dest datîne ser zevîyan beyî hebûna kaxezên xwedandarîyê û qoçanan, ku zevî û xanî bi rêya delalan ji xwedanên wan tên kirîn, ku piranîya caran bi buhayên pir kêm in.

Ev wêneyê fermandarê berê yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran nîşan dide di pîrozbahîyeke Pasdaran de li Şamê. [Wêne ji akhbarjahadi hatiye wergirtin]

Ev wêneyê fermandarê berê yê Feyleqê Qudis ê Pasdaran nîşan dide di pîrozbahîyeke Pasdaran de li Şamê. [Wêne ji akhbarjahadi hatiye wergirtin]

Wî got ku nirxên kirînê tên kêmkirin bi rêya gefxwarinê yan bi rêya gurkirina tirsên ji rewşa ewlehî û rûxana aborî.

Besam da zanîn ku ligel Şamê, çalakîyên destdanîna li ser zevîyan ên Pasdaran êdî li parêzgehênDêra Zorê, Homs, Heleb û Hemayê hatine piştrastkirin.

Hotêlên Şamê di destên Pasdaran de ne

Wî got ku Pasdaran karî dest deyne ser çend hotêlan li Şamê, ku navendeke serekî ya geştyarîya olî ye, ku ew carê çavkanîyeke serekî ya dahatê ya bi sedên Sûrîyan bû û bo aborîya Sûrîyayê bi giştî.

Wî da zanîn ku ev hotêl ev in: Phoenicia, Semîramîs, Şam a Navdewletî, Petra û hineke din li navenda paytextê.

Pasdaran endamên li hinek xanîyan bi cih dike û yên din dike navendên çandî û olî, ku bi rêya vê yekê ew hewl dide ku hejmûna xwe bihêztir bike û çekdarên nû tevlî rêzên milîsên xwe bike.

Besam daxuyand ku ev cor ji çalakîyê wê bêgumanguhertineke demografîkli van deveran bîne holê.

"Saziyên rejîma Sûrî hevkarîyê bi pasdaran re dikin bi rêya hêsankarîyên di veguhestina xwedandarîya bi dehên zevî û xanîyan ên ku xwedanên wê yan bêwar in û yan ji welat koçber bûne," wî got.

Wî got ku gelek ji xwedanên van zevîyan dijberên rejîmê ne, lewra pir negengaz e ku ew vegerin warên xwe.

Wî herwiha da zanîn ku çalakîya destdanîna li ser zevî û xanîyan hevdem e ligel çakkirina jêrxaneyê, ku rejîm girêbestan bi sazîyên girêdayî Pasdaran re girê dide, bi taybetîCîhad el-Bîna, ku Hizbulah wê bi rê ve dibe..

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500