Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq 14 çekdarên alîgirê Îranê ji ber êrîşên bi mûşekan digire

Faris Omran û AFP

Hêzeke Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî operasyoneke ewlehî bi cih tîne di 25ê Hezîranê de. [Wêne ji Hêzên Operasyonên taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzeke Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî operasyoneke ewlehî bi cih tîne di 25ê Hezîranê de. [Wêne ji Hêzên Operasyonên taybet ên Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî lêpirsîn ji çekdarên alîgirê Îranê kirin roja Înê (26ê Hezîranê) yên hatine girtin bi tohma ku wan êrîşeke bi mûşekan a yekem ji vê cureyê li welat plan dikir.

Ji Cotmehê ve, dora 36 êrîşên bi mûşekan ên kujer li dijî sazîyên diplomatîk û serbazî yên Amerîkî li Îraqê pêk hatine, Amerîkayê koma Ketaib Hizbulah a alîgirê Îranê gunehbar dike.

Êrîşa herî dawî Duşemê rû da dema ku mûşekeke Katyoşa li ser balefirgeha Bexdayê ket, li nêzî komavahîyeke ku leşker û diplomatên Amerîkî li wan bi cih in.

Berî nîvê şeva roja Pêncşemê, Ajansa Dijî Terorîzmê ya Bijarde girte ser baregehekê li başûrê Bexdayê ku ji alîyê Ketaib Hizbulah ve tê bikaranîn, herwiha weke Lîwayê 45 yê Hêzên Heşda Şaebî tê naskirin, berpirsên Îraqî û jêderên ewlehî got.

Wan ji AFP re ragihand ku bêtirî deh çekdarên Ketaib hatin girtin, lê daxuyanîyeke fermî ji alîyê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ên Îraqî Înê eşkere nekir bê kîjan kom hat armanckirin.

Wê got ku operasyon li ser bingeha agahîyên hewalgirî derbarê êrîşeke plankirî li ser Zona Kesk, ku balyozxaneya Amerîkî û misyonên biyanî yên din, avahîyên hikûmetê û ofîsên NY li wê derê ne.

"Çardeh kes hatin girtin û delîlê tawanê hat desteserkirin, di nav de dû avêjerên mûşekan," Daxuyanîya fermandarîya hevbeş got.

Êrîş a herî wêrek bû heta aniha li dijî komên li Îraqê yên Îran piştgirîya wan dike.

Waşinton pêngava "fişara herî mezin" berdewam dike li dijî Tehranê û dibîne komên mîna Ketaib Hizbulah berfirehbûneke xeternak e ji hejmûna Îranê re.

Amerîkayê milîsê bi êrîşên bi mûşekan ên ku gelek hêzên Îraqî û Amerîkî û Berîtanî ji Cotmehê ve kuştin tohmetbar dike.

Lê Ketaib Hizbulah bi nav tevlî dewleta Îraqî bû û serokwezîrê berî Adil Ebdul Mehdî dudilî bû ku tedbîrên xurt li dijî komê pêk bîne.

Dîyar e ku ev hisabat hatine guhertin li gel Serokwezîrê nû Mustefa Kazimî, ku ji alîyê Waşintonê ve weke kesayeteke dost tê reçavkirin lê ji alîyê Ketaib ve tê nefretkirin.

Kom Kazimî bi hevkarîya di kuştina generalê Îranî Qasim Sulêmanî û cigirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis di Kanûna Duyem de tawanbar dike.

Piştî êrîşê, "navgînê hikûmetê" hewl dan ku baregehên CST dorpêç bikin, li gorî daxuyanîya fermandarîya hevbeş.

Lêpirsîn dest pê dikin

Daxuyanîya Fermandarîya Operasyonên Hevbeş herwiha got edlîya Îraqê fermanên girtinê bo operasyona Pêncşemê li gorî qanûna dijî terorîzmê weşand, ya ku cizayê wê îdamkirin e.

Lê hîn tam ne xuya ye bê kîjan desthilatdarî dê berpis be ku kesên gumanbar bîne daku werin darizandin û hukim li wan were birîn.

"Ew ji alîyê ajansên ewlekarî yên Hêzên Heşda Şaebî ve têne vepirsîn û dê li pêşîya dadgerê Heşda Şaebî derkevin," jêderekê ji hêza ewlekarî ya Hêzên Heşda Şaebî ji AFP re ragihand.

"Ew fişarê li me dikin da ku em wan berdin," jêderê got.

Çekdarê girtî "sê serkirdeyên navdar ên Ketaib Hizbulah ên pispor di avêtina mûşekan de dihewîne, ligel efserekî Pasdarên a Şoreşa Îslamî ya Îranê [Pasdaran]", Sair Beyatî sekreterê giştî yê Encumena Êlên Erebî li Selahedînê got.

Wî dîyar kir ku hêzên Îraqî êrîş bi cih anî piştî wan agahîyên hewalgirî wergirtin ên dibêjin ku milîsê plan kiriye êrîşeke mezin a bi mûşekan li ser baregehên hikûmetê û balyozxaneya Amerîkî li Zona Kesk û baregehên Hewalgirîya Serbazî li Kazimîyayê, li bakurê Bexdayê bi cih bîne.

Alozî Înê zû li Bexdayê serdest bû dema ku tomarkirineke vîdyo li ser înternetê hat belavkirin dîyar kir ku navgînê milîsê li nêzî Zona Kesk belav bûbûn.

Raportên medyayê got ku serkirdeyên milîsan, di nav wan de Ebdul Ezîz Muhemedawî (Ebû Faroq), Ebû Zeyneb Lamî, ê ku serokê ajansa ewlekarî ya Hêzên Heşda Şaebî ye û serkirdeyê Esaib Ehl el-Heq Qeys Xezelî, ev tevger bi rê ve dibirin da ku fişarê li hikûmetê bikin ku girtîyan berdin.

Ji çaxê êrîşê ve, serkirdeyên milîsê li xwe heyirî man û ferman li şopînerên xwe kir ku asta hişyarîyê bilind bikin.

"Ew plan dikin da ku civînekê roja Înê li dar bixinli devera Kolana Filestînê li rojhilatê Bexdayê da ku van pêşketinan nîqaş bikin," wî got.

"Karekî lehengî"

Welatîyê Îraqî pêşwazîya vê opersyonê kir, û piştgirîya xwe ji hêzên ewlekarî re derbirîn dikin.

"Ez piştgirîya [Ajansa Dijî Terorîzmê] û hemû hêzên me yên ewlekarî dikim di xebatên wan bo girtina çekdaran da ku dawîyekê ji çalakîyên wan ên ku gefê li ewlehîya welat dixwin deynin," niştecihekî taxa Şeib ya Bexdayê ji Diyaruna.re ragihand

Operasyon "karekî lenegî û wêrek e" û "nameyeke xurt e ji Îran û şopînerên wê re ku Îraq dê nema bingehek be ji operasyonên terorî re", wî got.

"Ev rûbirûbûna yekser a yekem e bi komên çekdar ên alîgirê Îranê re," niştecihekî din ji Bexdayê ji Diyaruna re got.

"Dîyar e ku hikûmet cedî ye di xebatên xwe de ku çalakîyên wan sînordar bike û gefa wan jî tune bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez piştgirîya Ajansa Dijî-Terorîzmê û hêzên ewlekarîya niştîmanî dikim.

BERSIV BIDE