Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Pispor dibêjin ku divê Îraq fişara li ser wekîlên Îranê berdewam bike

Faris Omran

Hêzên Îraqî mûşekeke Katyoşayê di 5ê Tîrmehê de dîtin li taxa Um el-Îsan ya Bexdayê ku amade bû ber bi baregeha serbazî ya Tajî, ya hêzên navdewletî lê bi cih in, were avêtin. [Wêne ji Şana Mîdyaya Ewlekarî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî mûşekeke Katyoşayê di 5ê Tîrmehê de dîtin li taxa Um el-Îsan ya Bexdayê ku amade bû ber bi baregeha serbazî ya Tajî, ya hêzên navdewletî lê bi cih in, were avêtin. [Wêne ji Şana Mîdyaya Ewlekarî hatiye wergirtin]

Pisporan got ku divê hikûmeta Îraqî, bi serokatîya serokwezîr Mustefa Kazimî, fişara li milîsên Îran piştgirîya wan dike, yên mîna Ketaib Hizbulah, berdewam bike daku sînor ji hejmûna wan re deyne û çalakîyên wan ên ne qanûnî rawestîne.

Di 25ê Hezîranê de, yekîneyeke operasyonên taybet ya Ajansa Dijî Terorîzmê êrîşek bir ser Ketaib Hizbulah li taxa Dora ya li başûrê Bexdayê.

Operasyon, ku çira kesk ji dadwerîyê wergirtibû, bû encama girtina 14 çekdarên bersûc ku li pey êrîşên bi mûşekan ên kujer in, ên ku sazîyên dîplomatî û serbazî yên Amerîkî yên li Îrqaê aramnc kirin.

Êrîş weke ya "herî wêrek" hat şiyansekirin li dijî milîsa hevalbenda Îranê ya herî tund ku li Îraqê kar dike, şarezayê warê serbazî Celîl Xelef Şweyil ji Diyaruna re ragihand.

Endamên milîsa Ketaib Cund el-Îmam ya Îran piştgirîya wê dike di meşekê serbazî de beşdar dibin di 23yê Hezîrana 2017an de. [Wêne li ser înternetê hatiye belavkirin]

Endamên milîsa Ketaib Cund el-Îmam ya Îran piştgirîya wê dike di meşekê serbazî de beşdar dibin di 23yê Hezîrana 2017an de. [Wêne li ser înternetê hatiye belavkirin]

Êrîş "pêwîst bû da bihêle ku ev kom tê bigihêjin ku hewldanên wan ku navûdeng û serwerîya dewletê bilewitîne nayê qebûlkirin û divê ew neyên paşguhkirin", wî got.

"Nayê qebûlkirin ku ev kom bi vî şêweyê reftar bikin," wî got. "divabû em destwerdanê bikin û sînorekî ji îsyana wan re deynin."

Wî got ku milîs meşên serbazî li kolanên paytexta Îraqî li dar dixin, wî hewldanên wan ku bi dizî derbasî Zona Kesk a asê bibin weke tolhildan ji kesên girtî re "nerewa û provokasyonbar" wesf kirin.

"Îraqî ji van komên bêrûmet aciz bûne û dibînin ku leşkerniwandinên wan û fişara wan kir da ku zorê li hikûmetê bikin ku endamên wan berde weke nîşanekê ji îsyan û bêrêzîya wan re ye," wî got.

Piştî çar rojan ji êrîşê, hemû kesên girtî bi kefalet hatine berdan ji bilî yekî ma da were vepirsîn, tevî tuhmeyên li dijî wan nehatine xistin.

karkirina li derveyî qanûnê

Milîsên hevalbendên Îranê li Îraqê, di nav wan de Esaib Ehl el-Heq, Rêxistina Bedir, Hereket el-Nuceba û Seraya el-Xurasanî, herwiha Ketaib Hizbulah, li jêr sîwana Hêzên Heşda Şaebî kar dikin.

Tevî Heşda Şaebî, ya ku di sala 2014an de hat damezrandin daku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bike bi awayekî fermî girêdayî hikûmetê ye, milîs red dikin ku bi ya fermanên wê bikin û ji ber xwe ve li derveyî qanûnê kar dikin.

Şweyil got ku divê hikûmet berdewam bike û xebatên xwe li dijî komên bêrûmet ên xwe di ser qanûnê re dibînin zêde bike. "Divê em hejmûna wan kêm bikin û li hember kiryarên wan yên dijber ên ku gefê li welat dixwin derkevin."

Milîsên Îran piştgirîya wan dike bi dehên êrîşên bi mûşekan bersûc in di van her çend mehên dawî de, êrîşên li dijî ofîsên hikûmetê, balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê û baregehên serbazî yên mêvandarîya hêzên navdewletî dikin.

"Êrîşa dawî li ser baregehên milîsê operasyoneke wêrek bû," Xazî Fêsel Husên, şêwirmendek li Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratejîk, got.

"Ew li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên deqîq hat bicihanîn, di encamê de çek û mûşekên amede bo avêtinê hatine desteserkirin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku di rêya êrîşên ku wan li Îraqê pêk anîn milîsên Îran piştgirîya wan dike hewl dan "ku tevlihevîyê belav bikin, rewşa ewlekarî ne aram bikin û sazîyên dewletê yên fermî lawaz bikin".

Ev beşek ji xebata Îranî ye "bo kontrolkirina dewletê", wî got.

Bidestxistina dahatan li Îraqê

Milîs çalakîyên neyasayî pêk tînin, di nav de bazirganîya derman, qaçaxîya neftê, kontrolkirina xalên sînorî û sepandina bac û gumrikê, ku ev çalakî dihêlin ku ew dahatên mezin bi dest bixin, Husên got.

Wî teqez kir ku ew bi awayekî berfireh weberanînê dikin bo herikîna pereyan bo gencîneyên xwe bi rêyan van çalakîyan misoger bikin, û ew şerê her hewleke hikûmetê bo sepandina serwerîya yasayê û kontrolkirina hilgirtina çekan dikin.

Wî got ku vê yekê ziyan gihandîye aborîya Îraqê, û ew bûye kelem di rêya pêşxistinê û geşesendinê de, bo xizmetkirina berjewendîyên aobrî yên rejîma Îranê û Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran).

Milîsên Îran piştevanîya wan dike dê her tiştî bikin bo ziyanê bighînin Îraqê û aborîya wê, şarezayê warê serbazî Rebîe Cewarî ji Diyaruna re teqez kir.

"Ew dixwazin ku Îraq dewleteke mişt qeyran û tevlîhevî, li ser astên ewlehî û aborî bihêlin, bo ew karibin kontrola xwe bisepînin û xwe dewlemend bikin," wî got.

Cewarî got ku awayê ku van milîsan bersiva êrîşên li ser baregehên Ketaib Hizbulah da nîşan dide bê ew heta çi astê şerxwaz in, û çawa ew amade ne her tiştî bikin bo parastina berjewendîyên xwe yên nerewa.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xelk dikarin di nava demjimêrekê de milîsan derxînin.

BERSIV BIDE

Çaxê Xweda me ji nav destên Îranê xelas bike, wê demê em dê baş û bi selametî bin. Îran dewleteke xerab û kîndar e ku dixwaze samanên Îraqê bidize.

BERSIV BIDE

Hûn li ser hêzên ku Îraq parastine diaxêvin û terorîstan û terorîzmê ji bîr dikin. Di nav de 5,000 Siûdîyên ku xwe li Îraqê teqandin, bi hezarên kesên bêrî û bêsûc ên Îraqî kuştin, di nav de kal, jin û zarok. Çawa hûn nikarin baş tiştan fam bikin?!!

BERSIV BIDE