Nûçeyên Iraqê
Aborî

Ji ber tirsa milîsên Îran piştgirîya wan dike, berpirsên Îraqî plan dikin ku sînoran ewleh bikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Ev wêne xaleke derbasbûnê di navbera Îraq û Îranê de nîşan dide, li nêzî bajarê Besrayê yê li başûrê Îraqê. [Îsam Sûdanî/AFP]

Ev wêne xaleke derbasbûnê di navbera Îraq û Îranê de nîşan dide, li nêzî bajarê Besrayê yê li başûrê Îraqê. [Îsam Sûdanî/AFP]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî vê dawîyê îlan kir ku welatê wî dê bi awayekî xurt dergehên sînorî kontrol bike daku milîsên bêrûmet û çalakîyên wan ên qaçaxkirinê biçewisîne.

Çavdêr û endamên parlemana Îraqî bawer dikin ku eger ev yek bi awayekî serkeftî were bicihanîn, dê bandora wê ya mezin li ewlehî û aborîya Îraqî hebe.

Destên milîsên Îran piştgirîya wan dike di qaçaxîya curên cihêreng ên kel û pelên qedexekirî di dergehên sînorî re, di nav wan de çek, narkotîk û tekekesên tên xwestin, dema ku Îran pereyên biyanî ji bazara Îraqî dibe.

Jêder dibêjin ku plan hene ku dest bi operesyoneke ewlehî ya berfireh bikin daku dergehên sînorî bi Îran û Sûrîyayê re kontrol bikin, di pişt re operesyonên li ser dergehên Îraqî yên din, herwiha keştîgehên deryayî û balefirxaneyan.

Tedbîrên kontrolkirina sînor "nêz in"

Di konferenseke rojnamevanî di dawîya Hezîranê de, peyvdarê Kazimî Ehmed Mula Telal îlan kir ku bicihanîna tedbîrên hişk bo kontrolkirina sînor pir nêz e û civîn di navbera serokwezîr û berpisên têkildarî van tedbîran de berdewam in.

Daxuyanîya Talal piştî çend rojan ji daxuyanîyeke hevşêwe ji alîyê Kazimî bi xwe hat, ku wî tê de got, "Her sal em bi milyarên dolaran ji dest didin ji ber hebûna çete, rêbir û tekekesên xwedî hejmûn li sînoran, hin ji wan dergehan kontrol dikin."

"Dahatên dergehan ji Îraqîyan re ye, ne ji wan kesên xwedî hêz û çek ku vîna xwe li ser hisabê berjewndîyên giştî disepînin," serokwezîr got.

Berpirsekî Îraqî li Bexdayê yê xwest ku navê wî nenaskirî bimîne ji Diyaruna re ragihand ku kêşeya destdirêjîya bi piştgirîya Îranê li ser sînorên Îraqê di serdema serokwezîrê Îraqî yê berî Adil Ebdul Mehdî de hebû.

Wî got ku belê îroj kêşeyeke din heye ew jî qaçaxî ye, ya ku "tam bi agahdarîya berpirsên Îranî" tê kirin.

Wî got ku materyalên bi qaçaxî ji Îranê derbasî Îraqê dibin di nav wan de xwarin -- hin ji wan serwext bûne -- herwiha narkotîk, tekekesên tên xwestin û çek.

Li gorî vî berpirsî, narkotîk, ceneratorên enerjîyê û parçeyên guhertinê yên otombîlan bi awayekî asayî ji Îraqê tên dizîn û bi alîkarîya milîsên Îran piştgirîya wan dike di nav wan de Ketaib Hizbullah, el-Nuceba, el-Budela û Seyid el-Şuheda ber bi Sûrîyayê ve tên guhestin .

Wî got ku bi gelekî eşkere ye ku dermanên dewlet piştgirîy wan dike û ceneratorên enerjîyên ji welatîyên Îraqî re terxankirî ne hatine dizîn û wan dibine Îran an Sûrîyayê li hember xwarina serxwextbûyî, narkotîk an çekan.

Milîs gefa sereke ne piştî DAIŞê

Bîst û du dergehên bejî yên Îraqê bi welatên cîran re hene, neh ji wan bi Îranê re ne û ji bo bazirganî û geştyarîyê tên bikaranîn.

Ehmed Hemdanî, pisporê di siyaseta Îraqî û karûbarên ewlehî de, ji Diyaruna re got ku birêvebirina hin dergehên sînorî yên bi Îranê re dispêrine milîsan pistî saet 6ê êvarî her roj.

Wî anî ziman ku dergihine ne fermî yên din ji alîyê milîsan ve hatine vekirin daku qaçaxîya kel û plan gengaz be.

Tevî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berî sê salan têk çû dergehên sînorî man barekî giran li ser milê Îraqê ji alîyê ewlehî û aborî ve, Hemdanî got.

Wî got ku dihat texmînkirin ku Îra hêdî hêdî piştî serdema DAIŞê bi piştgirîya navdewletî bi ser xwe were lê mixabin, "şert û merc hîn ne baş in û Îraqî êşê dikişînin"

Şêx Muhemed Îsawî, serkirdeyekî êlî yê navdar li Enbarê, ji Diyaruna re got ku milîsên Îran piştgirîya wan dike bûne gefa yekem ji Îraqê re piştî têkbirina DAIŞê.

Wî teqezkir ku kontrolkirina sînorê bi Îranê re aniha kilîta aramîyê ye li Îraqê.

Îsawî got ku operesyonên qaçaxkirinê, li ser sînorê Îraq û Îranê û sînorê Îraq û Sûrîyayê bazirganîyeke qezencdar e ku "milyonên dolaran rojane ji milîsan re tînin û pereyên biyanî ji Îranê re jî tînin."

Wî got ku sînorê Îraq û Sûrîyayê herwiha bo qaçaxîya çek, narkotîkê bo milîsên Îran piştgirîya wan dike yên mîna Hizbulah, Nuceba û milîsine din tê bikar anîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi rêya pêkanîna rêkeftinan û agahdarkirina Îranê ji rewşa sînor. Pişt re, em dikarin bi baldarî sînoran biparêzin û kesên ku karê neyasayî dikin bikujin. Herwiha divê em hejmara dergehên sînorî destnîşan bikin û yên zêde bigirin, û kontrola xwe li ser dergehên fermî bihêz bikin.

BERSIV BIDE

Îran bi yekcarî naxwaze Îraq aram û seqamgîr be.

BERSIV BIDE

Ev yek ji ber ku mela, nevîyên Xesro, û milîsên alîgir ji wan re bi awayekî eşkere wan kontrol dikin. Lê, dem hatiye ku em ji wan xelas bibin, bi hêvîya Xweda.

BERSIV BIDE

Rojên wan ên dawî ne, hêvîya Xwedê.

BERSIV BIDE