Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên ser bi Îranê bazirganîyê bi çekên DAIŞê li pey xwe hiştine dikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Helîkopterek li deverê firînê dike hevdem ku hêzên Îraqî komgeheke çekan li navçeya Hetrayê, li başûrê Mûsilê vedkin, di Cotmeha 2019an de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye dîtin].

Helîkopterek li deverê firînê dike hevdem ku hêzên Îraqî komgeheke çekan li navçeya Hetrayê, li başûrê Mûsilê vedkin, di Cotmeha 2019an de. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye dîtin].

Artêşa Îraqî li Enbarê vê dawîyê toreke tawankar ku kirîna çek û teqemenîyên dizîyê û firoştina wan li bazara reş dikir girt, efserekî artêşa Îraqê eşkere kir.

Artêşê neh endamên torê li devera Qaimê roja 30yê Kanûna Duyem girtin, fermandarekî meydanî yê Operasyonên Cezîra û Badiyayê ji Diyaruna re ragihand, lê wî xwest ku navê wî neyê eşkerekirin.

Efserê artêşê got ku endamên torê mukur hatin ku wan çek ji milîsên Îran piştevanîya wan dike kirîne, ku wan milîsan çek ji destdanîna li ser çekên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li pey xwe hiştine peyda kiribûn, li bajarên hatine rizgarbûyî.

"Mêjereke mezin a çekên Rûsî yên sivik û weset, û herwiha bombe û teqemenî û hawen di destê torê de li devera Qaimê li rojavayê Enbarê hatin dîtin," wî got.

Hêzên Îraqî navçeya Hetrayê, li başûrê Mûsilê, di Cotmeha 2019an de pişkinîn dikin bo lêgerîna li çekên DAIŞê li pey xwe hiştine. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye dîtin]

Hêzên Îraqî navçeya Hetrayê, li başûrê Mûsilê, di Cotmeha 2019an de pişkinîn dikin bo lêgerîna li çekên DAIŞê li pey xwe hiştine. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye dîtin]

Hêzên Îraqî tiştên di nava komgeheke çekan a ku DAIŞê wan ew li biyabana Hetrayê di Cotmeha 2019an de dîtibûn nîşan didin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye dîtin]

Hêzên Îraqî tiştên di nava komgeheke çekan a ku DAIŞê wan ew li biyabana Hetrayê di Cotmeha 2019an de dîtibûn nîşan didin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê hatiye dîtin]

Wî eşkere kir ku endamên torê mukur hatin ku rola wan bi tenê firoştina çekan bû, piştî kirîna wan ji komên ser bi milîsên ku Îran piştevanîya wan dike, mîna Ketaib Hizbulah, Hereket el-Nuceba, Esaib Ehil el-Heq û Seyid el-Şuheda.

Efser eşkere kir ku lêkolînek li dar e bo dîtina kesên ku çekan difroşin torê, bo ew bên girtin û radestî dadwerîyê werin kirin.

"Endamên milîsan li dijî aramîyê ne, ji ber ku seqamgîrî li Îraqê tê wateya ku dê tu behaneyên wan bo hilgirtina çekan an cihgirtina di nava rêzên milîsên ku xizmeta berjewenîyên dewletên din dikin de nemînin," wî wiha şirove kir.

Wî da zanîn ku bazirganîya bi çekên ji deverên ji DAIŞê rizgarbûyî hatine komkirin zêde bûne piştî ku Amerîkayê siza li ser Îranê sepandin, ji ber ku sizayan hişt ku piştgirîya Îranê ji milîsên ku li Îraqê dixebitin re kêm bibe.

Wî da zanîn ku vê yekê hişt ku ew tevlî çalakîyên kirêt bibin bo fînanskirina xwe.

Komgehên çekan ên DAIŞê tên wêrankirin

Di sê heftîyên borî de, artêşa Îraqî dest danîn ser çek û teqemenîyên ku DAIŞê li pey xwe hiştin li nêzî Mûsilê, Tel Efer, Beac û deverên din li Deşta Nînewayê, Fermandarê Operasyonên Nînewayê lîwa Numan Ebdul Zewbeî eşkere kir.

"Me dest danî li ser dora 1,500 kîlograman ji celebên cuda yên teqemenîyan û cebilxaneyê, û herwiha bi dehan topên RPG," wî ji Diyaruna re got.

Wî teqez kir ku herwiha artêşê dest danîye ser bi sedên çekên biçûk û sîlahên sivik, ligel du avêjerên mûşekan.

Zewbeî got ku eger ev çek veşartî mabane, endamên DAIŞê yan ên komên terorîst ên din ên ku bazirganîya çekan dikin dê ew dizîbane yan ew bo têkdana seqamgîrîya welat bi kar anîba.

Wî got ku hêzên Îraqî "berdewam in di lêgerîna li depoyên çekan de, bo wêrankirina wan a veguhestina wan bo cihekî din bo teqandina wan bi selametî bo piştrast bibin ku ew tu xeterîyê pêk nayînin".

Çend milîsên Îran piştevanîya wan dike çekên ku DAIŞê di veşartgehan de li pey xwe hiştine li bazara reş difiroşin, xebîrê siyasî Ehmed Hemdanî ragihand.

Wî got ku kiryar hertimî ew komên tawankar ên kuştinê û talanîyê dikin in, yan êlên li deverên dûr ên ku ligel êlên din dijmindar in.

Wî got ku hinek çekên bi awayekî neyasayî hatine bidestxistin ji hêla milîsên ser bi Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê bo Sûrîyayê hatine şandin û ew li wir firoştine çend komên çekdar.

"Li Îraqê, divê em bi dûr nexin ku dibe endamên DAIŞê wan bikirin," wî got, û da zanîn ku lê hêzên Îraqî pêşketineke baş di nehiştina torên ku bazirganîya çekan a neyasayî dikin de bi dest xistine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500