Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Destên milîsên Îraqî yên girêdayî Îranê di bazirganîya çekan de heye

Hesen Obêdî li Bexdayê

Endamên milîsa Hereket el-Nuceba çekên ku DAIŞê di Mijdara sala 2015an de li şûn xwe hiştine didin hev li nêzîkî parzûngeha Bêcîyê li Parêzgeha Selahedînê. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Endamên milîsa Hereket el-Nuceba çekên ku DAIŞê di Mijdara sala 2015an de li şûn xwe hiştine didin hev li nêzîkî parzûngeha Bêcîyê li Parêzgeha Selahedînê. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Destên milîsên Îraqî yên girêdayî Îranê di firoştina çekên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li şûn xwe hîştine li bakur û rojavayê Îraqê heye, berpirsên hikûmî û serbazî ji Diyaruna re ragihandin.

Wan got ku pirbûna çekên ne qanûnî yên di nav destan de dihêle ku karê polîs û artêşê zehmettir bibe, û wan amaje kir ku hêzên ewlekarîyê dest pê kirine bazarên çekan ên naskirî li Bexdayê û başûr û navenda Îraqê armanc dikin.

Li gorî berpirsên Îraqî, milîsên çekdar dest danîn ser bi hezarên çekên giran û navîn û hawin û cebilxaneyên ku DAIŞê li şûn xwe hiştine.

Li gorî qanûna Îraqî divê ev çek radestî hêzên Îraqî bibin daku werin wêrankirin, lê di hin rewşan de, ew ligel milîsan man yan jî careke din ji alîyê wan ve hatin bikaranîn.

Endamên milîsa Ketaib Hizbula fermanan li Kermayê li rojhilatê Felûcayê werdigirin di Hezîrana sala 2016an de. [Hesen Obêdî/Diyaruna] 

Endamên milîsa Ketaib Hizbula fermanan li Kermayê li rojhilatê Felûcayê werdigirin di Hezîrana sala 2016an de. [Hesen Obêdî/Diyaruna] 

"Ev diyardeya bazara çekan li gelek beşên Îraqê heye ji ber ku çekên DAIŞê dikevine destên bazirganên çekan de," eqîd Mihemed Hesanî ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê got.

Têkilîya van bazirganan bi komên çekdar ên li deverên şer re heye, mîna yên li Mûsil, Felûca, Bêcî, Hewîca û Qaimê, yên ku "wan çekan difroşin komên çekdar, qaçaxçî û êlên şerok ên tên naskirin ku zehmetîyan çêdikin", wî ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku hin ji çekan bi qaçaxî ber bi Îranê ve tên veguhestin.

Bazirganîya Çekan a neqanûnî

Hesanî teqez kir hin tawan û pevçûnên êlî yên vê dawîyê qewimîn ên ku çekên DAIŞê di wan de hatin bikaranîn, ên ku hatin ji tawanbaran re firoştin ji alîyê gelek komên çekdar.

Hêzên Îraqî berdewam didine dûv bazirganên çekan, ên ku kelûpelên xwe bi awayên cuda difiroşin, heta hin ji awn ji bo vê yekê rûpeline Facebookê jî çêdikin.

Wî got ku firoştina çekan li malên taybet, a avahîyên niştecihî yên vala çêdibe, û miamele gelek caran bi telefonê yan bi internetê çêdibin.

Wî got ku çekên ku bi vî awayî hatine firoştin mûekên Rûsî yên li ser pîyan (RPG-7) û SPG-9 tifingên li dijî tankan dihewînin.

"Hêzên ewlekarîyê di armanckirina bi dehan komên ku çekan bi awayekî ne qanûnî difiroşin bi ser ketin û dest danîn ser mêjerên mezin ji wan çekan," peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Wî got Ew berdewam didin dûv wan bazirganên çekan.

Resûl not kir ku qanûna Îraqî bi wan kesên ku destên wan di bazirganîya çekan de heye dide û distîne bi heman awayê ku bi kesên ku destên wan di operesyonên terorîst de hene ên weke gefekê ne li ser ewlehîya welat.

"Berî vê tawanên terorîzmê li dijî wan hatibûn rêberkirin," wî got, û teqez kir ku tu partî destên wan di kirîn û firoştina çekan de hebe û dê rastî dedmendîyê werin.

Wî anî ziman ku sivîl dikarin alîkarîyê bikin di rêya agedarkirina desthilatdarîyê derbarê bazirganîya çekan.

Milîsên girêdayî Îranê destwerdanê dikin

Milîsên girêdayî Îranê mîna Esaib el-Heq, Ketaib Hizbulla, el-Xurasanî, el-Tufuf û Seraya el-Selam destên wan di guhestina van çekan de heye, muqedem Ebdulla Seydî ji birêveberîya karûbarên êlî di Wezareta Karê Hundir de, got.

Wî got ku çek û cebilxane ji meydanên şer ber bi başûrê Îraqê ve tên veguhestin, cihê ku gelek caran çek tên xwestin, û not kir ku ev bazirganîya çekan a ne qanûnî tenê alîkarîyê dike di belavkirina tevlihevîyê de li deverên êlî li vê herêmê.

Niştecîyê Kutê Mihemed Muchid ji Diyaruna re got ku birayê wî di Kanûna Yekem de hat Kuştin dema ku bi cîranê xwe re ji ber pirsgirêkên avdanîyê pevçûbû.

Yê kujer mukur hat ku wî tifingeke Klaşinkov û narincokeke destan ji endamekî liwayê Xurasanî kirî, ya ku mêjereke mezin a çekên ku DAIŞê li şûn xwe hiştine dane hev û bi nirxine erzan firoştine sivîlan.

"Milîsan dest bi veguhestina çekan ji deverên şer û firoştina wan li vir kiriye," wî got, û anî ziman ku "ew di kuştina bêgunihan de tên bikaranîn û herwiha milîsan jî dewlemend dikin".

Wî got ku divê ev çek werin desteserkirin û di siwênkarên depokirinê yên hikûmetê de werin parastin li şûna ku li bazara reş werin firoştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500