Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Pispor dibêjin sizayên Amerîkî yên li ser Pasdaran bi ser dikevin

Faris Omran

Çekdarin ji miîsa Ketaib Cund el-Îmam ya Îraqî ya hevalbenda Îranê di meşeke serbazî de li Bexdayê beşdar dibin di 23yê Hezîrana 2017an de. [Wêne ji malpera milîsê hatiye wergirtin]

Çekdarin ji miîsa Ketaib Cund el-Îmam ya Îraqî ya hevalbenda Îranê di meşeke serbazî de li Bexdayê beşdar dibin di 23yê Hezîrana 2017an de. [Wêne ji malpera milîsê hatiye wergirtin]

Kampanyayeke sizayan a tund hinek serkeftin bi dest xistin bi qutkirina Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ji torên wê yên temwîlkirinê yên li derveyî Îranê, yên ku çalakîyên wê yên ku gefê li ewlehîya navdewletî dixwin temwîl dikin, pisporan ji Diyaruna re ragihand.

Wan teqez kir ku bandora sizayên ku berjewendîyên aborî yên rejîma Îranê û wekîlên wê armanc kirin -- bi taybet milîsên hevalbendên Îranê li Îraq û Lubnanê -- bi awayekî zêdeamêz dîyar dibe.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî siza li ser bi dehan takekes û rêxistinên ku Pasdaran temwîl dikin sepandin, ên bi awayekî komele bi milyonên dolaran jê re bi rêya operasyonên şûştina pereyan,çalakîyê neqanûnî û daneheva alîkarîyê vediguhêzin.

Pakêta sizayan ya herî nû, ya ku di 26ê Adarê de hat îlankirin toreke berfireh ji 15 takekes û pênc kompanîyên ku li Îraq û Îranê kar dikin, yên ku piştgirîya Feyleqê Qudis ê Pasdaran kirin armanc kirin.

Wêneyeke ku divegere10ê Cotmeha 2015an keştîyeke şehnê ya ku li keştîgeha Um Qesir li bajarê Besrayê li başûrê Îraqê rawestîyaye dîyar dike. [Heyder Muhemed Elî/AFP]

Wêneyeke ku divegere10ê Cotmeha 2015an keştîyeke şehnê ya ku li keştîgeha Um Qesir li bajarê Besrayê li başûrê Îraqê rawestîyaye dîyar dike. [Heyder Muhemed Elî/AFP]

Destên torê di veguhestina alîkarîyên kujer de bo milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike, mîna Hizbulah û Esaib Ehl el-Heq heye, herwiha di qaçaxkirina bi rêya keştîgeka Um Qesr û di şûştina pereyan de bi rêya kompanîyên Îraqî.

Herwiha destên wê di firoştona nefta Îranî bo rejîma Sûrî û qaçaxkirina çekan bo Yemenê de heye, Wezareta Xezîneyê got.

Sizayên herî nû "fişar ji alîyê Waşintonê ve pêk tînin, ên bo qutkirina jêderên temwîlkirinê ji ser rejîma Îranî û milîsên dilsozên wê", Xazî Fêsel Husên şêwirmendek di Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratejîk got.

"Destûr ji tu kesî re nîne ku kar bi van dezgehên sizakirî re bike yan bi çi rengî be jî hêsankarîyan ji wan re pêşkêş bike," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî anî ziman ku "divê yekser çi veguhestinên bankî, firoştin û kirîn û hemû çalakîyên wan ên aborî û darayî rawestînin".

"Jêdereke mezin ji xeterê re"

Husên got ku Pasdaran û wekîlên wê, di nav de takekes û kompanî, "jêdereke mezin a xeterê li ser aştîya navdewletî çêdikin bi rêya operasyonên xwe yên çekdar ên gefê li sivîlan dixwin".

Wî dîyar kir ku hinek ji wan destên wan di çalakîyên mîna qaçaxkirina narkotîkan û bazirganîya çekan, ligel talankirina samanên neteweyî heye û anî ziman ku sizayan "heta asteke mezin karê wekîlên Îranê kêm kiriye".

"Sizayan gelek torên bankan, operasyonên bazirganîyê û karên şûştina pereyan yên ku xizmeta berjewendîyên Hizbulah û berjewendîyên Îranê li Afrîka û Amerîka Latînî dikin aramnc kirin," wî dîyar kir.

Wî anî ziman ku di encamê de, "Hizbulah aniha derdê zehmetîyên aborî yên berî niha nehatine dîtin dikişîne, û bi vî awayî wê hinek endamên xwe ji Sûrîyayê vekişandin".

"Rewşa milîsên li Îran û Îraqê yên ku serkirdeyên wan li ser lîsteyên sizayan hatin danîn jî wiha ye, bi vî awayî ziyan giha pereyên wan û operasyonên qaçaxkirina neftê û hewldanên wan daku aborîya Îraqê lawaz bikin".

"Mumewil û wekîl toreke berfireh û orgenîzkirî ne, ya ku di gelek waran de çalak e, di nav wan de standin apereyan bi kotekî, qaçaxî û dizîya samanên giştî," parlementerê Îraqî yê berê Mîsal Alosî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku sizayên Amerîkî bi awayekî sereke wekîl û alîyên di vê torê de armanc dikin, bi hedefa ku wan herêmê û li seranserê cîhanê ji hev bixin.

Sizayên "bandorbar û karîger"

Alûsî got ku di rêya kampanyayên sizayan re, Amerîka armanc dike ku wekîlên Îranê bêtaqet bike, wekîlên berpirs in derbarê gihandina ziyanê bo bi hezaran kesên bêrî û bicihanîna komeke binpêkirinan.

Wî daxuyand ku dibe ku siza rê li ber tedbîrine dijwartir li dijî rejîma Îranê û hevalbenên wê vekin, û bang li civaka navdewletî kir ku roleke mezintir têkildarî hewandina gefa Îranî bigerîne.

Nivîskarê û lêkolînerê siyasî yê Behrênî Ebdula Cunêd ji Diyaruna re ragihand ku ew bawer dike ku sizayên ku torên temwîlkirina Pasdaran armanc dikin nîşan dibin ku ew "bandorbar û karîger" in.

Wî got ku wan ajandaya Îranî têk bir, ya hewl dide ku bi rêya şer û pevçûnan "agir li herêmê vêxin".

Cunêd got ku sizayan hejmareke takekesan, kompanî û rêxistinên xistin, ên ku rejîma Îranî temwîl dikirin û alîkarî pê re dikirin daku ew tehedîya civaka navdewletî û qanûna navdewletî bike dan ber xwe.

Wî daxuyand ku sizayan nema hişt ku rejêma Îranî û Pasdaran çalakîyên xwe yên ziyanbar berdewam bikin bi rêya armanckirina temwîlkirina milîsên wan.

Di dîmeneke vîdyo de ku divegere nîvê Sibatê, ku di mîdyaya civakî de di destpêka Nîsanê de hatiye belavkirin, wezîrekî berê yê Komara Îslamî, Berwîz Fetah, eşkere kir ku fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran ê berê Qasim Sulêmanî carekê jê xwest ku alîkarîyê di temwîlkirina Lîwayê Fatimiyûn ê Afxanî de bike.

Yekîneya serbazî ya ku ji alîyê Feyleqê Qudis ve di sala 2014an de hat çêkirin daku li Sûrîyayê ligel hêzên dilsoz ji Beşar Esed re şer bike.

Cunêd teqezî kir li ser girîngîya şopandina pereyên ku ji komên dilsoz ji Îranê re diçin û lêkolînkirina pereyên ku ji bexşdaran tên û herwiha veguhestinên darayî yên din ên mezin.

Cunêd got ku siyaseta derve ya dijminkarî ya rejîma Îranî dimeşîne û ya ew israr dike ku bidomîne dê baca wê li ser Îranê dijwar be.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500