Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq ewlehîyê li xalên sînorî û benderan xurt dike

Faris Omran

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî û berporsine din serdana dergehê sînorî Mendelî yê bi Îranê re li parêzgeha Diyalayê kir di 11ê Tîrmehê de. [Wêne ji ofîsa mîdyayê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî û berporsine din serdana dergehê sînorî Mendelî yê bi Îranê re li parêzgeha Diyalayê kir di 11ê Tîrmehê de. [Wêne ji ofîsa mîdyayê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî pesnê gava hikûmetê ya vê dawîyê bo qayimkirina kontrolê li ser hemû dergehên sînorî û û keştîgehan dan, wan ew weke "gaveke wêrek ber bi rêya rast ve" wesif kir.

Wan got ku tevî ku ew erkekî zehmet e, lê teqezkirina kotrola tam li ser dergehên sînorî û keştîgehên ku milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike û komên tawankarî li wan serdest in, dê van koman ji jêdera herî mezin ya dahatan bê par bihêle.

Hikûmetê dest pê kir plana xwe bi cih tîne da ku çareserîyekê ji gendelî, qaçaxkirin û çalakîyên ne qanûnî re deyne di 11ê Tîrmehê de li dergehên sînorî bi Îranê re li Mendelî û Munzirîyayê li parêzgeha Diyalayê, û belavkirina yekîneyên ewlekarî li herdu dergehan.

Hêzên serbazî li parêzgeha Besrayê di pişt re çûn da ku geştîgeha Um qesrê û dergehê sînorî bi Kwêtê re biparêzin û nehêlin ti hêzên ne fermî desrbasî cihan bibin.

Berpisên Îraqî serperiştîya operasyonan dikin li keştîgeha bakurî ya Um Qesrê li parêzgeha Besrayê di 14ê Tîrmehê de. [Wêne ji Keştîgehên Îraqê hatiye wergirtin]

Berpisên Îraqî serperiştîya operasyonan dikin li keştîgeha bakurî ya Um Qesrê li parêzgeha Besrayê di 14ê Tîrmehê de. [Wêne ji Keştîgehên Îraqê hatiye wergirtin]

Di serdana 15ê Tîrmehê de bo Besra, Serokwezîr Mustefa Kazimî got ku divê keştîgeh û dergehên sînorî bimînin li jêr kontrola dewletê û di bin serwerîya qanûnê de bin.

"Divê em nebihîzin ku gendelî dahatan ji van dergehan didize, ji ev yek dê ji me hemûyan re şermezar be," wî got û anî ziman ku "ev saman ên gelê me ne".

Hemû geştîgeh li jêr çavdêrîyeke xurt in, Kazimî got û anî ziman ku"agahî derbarê kesên gendel li keştîgehan ligel me hene, tekekesên bi awayekî qanûnî dê werin darizandin".

Dergehên li jêr kontrola "mafyayê"

Gendelîya ku xwe li keştîgeh û dergehên sînorî kûr berdaye bandorê li aborîya Îraqê û aramîya wê dike, abornas Ebdul Rehman Meşhedanî got.

Ev kêşe heta asteke mezin zêde bû di van salên dawî de, bi alîkarîya wekîlên milîsên cihêreng û tekekesên bandorbar, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Ew bûne mafya yên ku dergehan kontrol dikinû destên wan di çalakîyên ne qanûnî de mina desteserkirina bi ferfirehî ji gel û pelên hawirdekirî re," wî got.

Ev "mafya" lêçûn û bacên ku ser hawerdeyan tên sepandin didin hev û ji xwe re dihêlin, bi vî awayî "dewlemendîyeke mezin her sal" çêdikin.

Îraq her sal dora bi 50 milyar dolar kel û pelan di 22 dergehên bejî û keştîgehên deryayî re hawirde dike, wî got, "û tê texmînkirin ku bacên li ser van materyalên hawirdekirî di navbera 7 û 10 milyar dolar de ye".

Meşhedanî got ku piranîya van pereyan naçe gencîneya dewletê, lêbelê li şûn wê ew diçine berîkên milîs û tekekesên gendel.

Qaçaxîya çek û dermanên hişbir

Milîs û komên tawanbar û yên dervey qanûnê, dermannên hişbir ên ne qanûnî û çekan bi qaçaxî li Îraqê difiroşin ew dergehên sînorî yên fermî û ne fermî bi kar tînin, pisporê serbazî Celîl Xelef ji Diyaruna re got.

"Dergeh jêderên herî mezin û girîng in bo dewlemendîya van koman," wî got, ji ber dahatên mezin ên ku ew bi dest dixin derfetê didine wan ku operesyonên xwe temwîl bikin û mûçeyan bidine çekdarên xwe.

"Bê guman ev kom dê rawestîyayî nemînin li hember ti gava ku hejmûna wan û berjewendîyên wan ên ne qanûnî kêm bike," wî got.

Wî got ku rûbirûbûna bi milîsan û komên tawanbar re "ne erkekî hêsan e", lê hikûmetê "gaveke erênî û wêrek di vî warî de avêt".

Divê hikûmet "bimîne vî rêbazî bişopîne ku lêdanan bi destekî ji hesin li wan tekekesên gendel ên di edsthilatdarîyê de bixe", Xelef got.

Divê herwiha hikûmet xwe amade bike da ku "bi awayekî qayim li çi fişarê ji alîyê wan alîyên ku ziyan gihaye wan vegerîne, alîyên fişarê dikin weke hewldanekê ku astengîyan ji tedbîrên li dijî gendelîyê re li dergehên sînorî çêkin", wî got.

Vegerandina desthilata dewletê

Vegerandina serwerîya yasayê li dergehên sînor meseleyeke lezgîn e, parlementerê Îraqî Muhemed Ebd Rebû, yê ku parêzgeha Nînewayê araste dike, got.

Divê ew "li ser asteke mezin ji rêzkarîyê werin birêvebirin da ku gendelîya ku rê li ber pêşketin û dewlemendîya [Îraqê] digire kêm bikin", wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku kontrolkirina tam ji dahatên hawidekirinê re dê dahatên dewletê zêde bike -- pereyên ku dibe di pişt re bo xizmetguzarîyên giştî werin terxankirin.

Asêkirina çavdêrîyê herwiha dê "operesyonên qaçaxkirinê û miştkirina bazarê bi hawirdeyên nerewakirî û yên xwedî kwalîteyên ne baş ên ku hevrikîyên bi kel û pelên xwecihîre dikin kêm bike", wî got.

Wî destpêşxerîya hikûmetê ku dîyardeya gendelîyê li dergehên sînorî çareser bike weke gaveke di rêya rast re wesif kir, û destnîşan kir ku tevlihevîya heyî şopên wê yên neyênî li ser Îraqê hebûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500