Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Projeya dawî ya Sulêmanî li Îraqê metirsîyeke herêmî çê dike

Hesen Obêdî li Bexdayê

Ev wêneya ku di 20ê Hezîrana 2018an de hatiye girtin, tabloyeke propaganbar bo milîsa Ketaib Hizbulah ya ser bi Îranê ve li navenda paytexta Îraqî, Bexdayê, nîşan dide. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Ev wêneya ku di 20ê Hezîrana 2018an de hatiye girtin, tabloyeke propaganbar bo milîsa Ketaib Hizbulah ya ser bi Îranê ve li navenda paytexta Îraqî, Bexdayê, nîşan dide. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Şarezayekî warê serbazî yê Îraqî teqez ku berî kuştina wî di Kanûna Duyem de, fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Sulêmanî serpereştîya damezrandina pêgeheke çekdar a nû li Îraqê dikir.

Ew dibînin ku ev proje xwedan taybetmendîyeke herêmî ye, ku têkildarî destêwerdana Îranê li Sûrîya, Lubnan, Yemenê û cihên din e, û dê metirsîyeke mezintir li ser aramîya Îraqê çê bike eger bikeve warê bicihanînê de.

Wî dîyar kir ku kuştina Sulêmanî project rawestand, lê hîn ew metirsîyeke herêmî pêk tîne.

Li gorî gelek raportên ragihandinê, qewl bû ev pêgeha nû milîsek baye ku ji endamên baş-bijartî yên milîsên din ên ser bi Îranê ve pêk hatibaye û bûbaye hêzeke elîte ku li jêr navê Artêşa Berxwedanê ya Îslamî çalak baye.

Berpirsekî payeberz ê Îraqî li Bexdayê, ku xwest ji ber hestyarîya agahîyan ku navê wî neyê eşkerekirin, ji Diyaruna re eşkere kir ku pêgeha nû yek ji projeyên herî dawî yên ku Sulêmanî li ser kar kiribû berî kuştina xwe.

Berpirsê Îraqî got ku wê endamên gelek milîsên ser bi Îranê ve dihewandin, di nav de Hereket el-Nuceba, Ketaib Hizbulah, Esaib Ehl el-Heq, Seyid Şuheda, Tevgera Ebdal û Seraya Xoresanî.

Berpirs teqez kir ku qewl bû ev çekdar di hêzeke elîte de werin komkirin bo ew bingeha pêgeheke çekdar a nû pêk bînin.

Qewl bû ew bo vî rolê nû werin amadekirin bi rêya wergirtina rahînana serbazî li ser bikaranîna gelek corên çekan, di nav de rokêt û mûşek, li ser destê rahînerinan ji Pasdaranû Hizbulaha Lubnanî.

Artêşa Berxwedanê ya Îslamî qewl bû ji dota 2,500 heta 3,000 çekdaran pêk were, ku qada erkdarîya wan heta bi Sûrîya, Lubnan û dibe Yemenê be, li gorî heman berpirsî.

Qewl bû ew komeke herêmî ya li jêr fermandarîya rasterast a sulêmanî û cîgirê serokê Heşda Şaebî yê kuştîEbû Mehdî Muhendis baye, wî got.

Piştî ku Sulêmanî û Muhendis hatin kuştin, navê kesê mîna fermandarê vê pêgehê hat gotin efserê Pasdaran Macid Maela Terfî bû, yê ku li Sûrîyayê mîna kordînatorê milîsan rolê digerîne.

"Em hêvî dikin ev proje dê neyê vejîyandin"

Berpirsê Îraqî ji Diyaruna re ragihand ku amadekarîyên avakirina pêgeha nû li astên herî billind ên milîsên ser bi Îranê ve dihatin pêkanîn, û plan heye ku kenaleke TV were avakirin bo bibe ziman halê wê pêgehê.

"Lê kuştina Sulêmanî ev hemû amadekarî rawestandin, û em hêvî dikin ku dê proje neyê vejîyandin," wî got.

Wî da zanîn ku kuştina Sulêmanî Îraq ji sînaryoyeke têkdana ewlehîyê parast, lê nîgeranî hene ku dibe şûngirê fermandarê Feyleqê Qudis biryar bide ku projeya Sulêmanî bibe serî.

Wî teqez kir ku ev proje yek ji hewlên Îranê yên lawazkirina artêşa Îraqî ye û herwiha zêdekirina hejmûna milîsên ser bi Îranê ve li Îraqê ye, bo lawazkirina dewletê û serwerîya yasayê.

Serokê Partîya Destûrî ya Îraqî Întîfad Qenber ji Diyaruna re ragihand ku biryara kuştina Sulêmanî "biryareke stratîjî" bû û dîyarîyek bû ji hemû gelên li herêmê, yên ku awatxwaz in ku jîyaneke serfiraz û azad bijîn.

Wî got ku biryar roj bi roj rewatir dibe.

"Damezrandina milîsên nû yekane tişt e ku Îranê di salên dawî de daye pêş," wî ragihand, û da zanîn ku ji ber vê yekê dengubasên li dor avakirina milîseke nû qet ne surprîz e.

"Ew herwiha dupatkirineke ku Îran berdewam e di binpêkirina vîna civaka navdewletî û yasa û nerîtên navdewletî de," wî got.

Wî balkişand ser milîsên Îran piştevanîya wan dike yên ku hebûna li Sûrîya, Îraq û Yemen û Lubnanê heye, bi rêya şanên terorîst ên li Kendavê çalak in, ligel qewikên ku çek û teqemenîyan vediguhêzin.

Milîs nerazîbûna ji Îranê berfirehtir dikin

"Projeya Sulêmanî, bi kurtî, damezrandina komeke nû ye bo kuştina Îraqîyan û peydakirina gefê li dijî ewlehîya Îraqîyan bi rêya bikaranîna pereyên Îraqî," endamê Hevpeymanîya Civaka Demokratîk Fîras Dainî ji Diyaruna re ragihand.

Dainî dîyar kir ku aniha Îraqî bêhtir ji planên Îranî agahdar in, û da zanîn ku avakirina vê milîsê bi tenê dê hêrsa cemawerî li dijî Îranê berfirehtir bike.

Wî got ku ew dê zelal bike ku rejîma Îranî ewlehî û seqamgîrîya wan armanc dike, û ew xebatên tên meşandin bo hiştina çekan bi tenê di destê dewletê de û bihêzkirina sazîyên dewletê asteng dike.

Xebîrê warê ewlehî yê Îraqî Fûad Elî ji Diyaruna re ragihand ku stratîjîya Îranê ya avakirina milîsine nû armanc wê ew e ku dewletên din nehizirin alîkarîya Îraqê bikin an rolekê di karûbarên wê yên hundirîn de bigerînin, lewra alîyekî siyasî yê van planên Îranê heye.

Elî got ku Îranê ev milîs bo parastina berjewendîyên xwe yên siyasî û destdanîna li ser samanên welat bi kar anîne.

Wî got ku mebest ji hejmara gelek a van milîsan, ên ku li jêr navên cuda ne, ew e ku her hewleke kontrolkirina wan di pêşerojê de were astengkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500