Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îran li pişt êrîşên ku milîsên Îraqî pêk anîne radiweste

Faris Omran û AFP

Wêneyên çekdarên Ketaib Hizbulah li ser dîwarê balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê hatine xistin, roja 1ê Kanûna Duyem piştî balyozxane rastî êrîşan hat. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Wêneyên çekdarên Ketaib Hizbulah li ser dîwarê balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê hatine xistin, roja 1ê Kanûna Duyem piştî balyozxane rastî êrîşan hat. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Yekşemê (12ê Kanûna Duyem) got ku ew "bihêrs e" ji ber êrîşeke bi mûşekan a din li ser serbazgeheke asmanî ya Îraqî ya ku hêzên Amerîkî lê bi cih dibin.

"Em ji raportên ku qala êrîşeke din a rokêtan li ser serbazgeheke asmanî ya Îraqî bihêrs in," Pompeo ragihand. "Ev binpêkirinên berdewam ji serwerîya Îraqê re ji hêla van komên ku ne sozdar in ji hikûmeta Îraqî re divê rawestin."

Heta aniha tu alîyî berpirsyarîya xwe ji êrîşên bi rokêtan ên Yekşemê ranegihandiye, êrîşên ku bûn sedema birîndarbûna du efser û du balefirvanên Îraqî, li gorî artêşa Îraqî.

Amerîka berî aniha penceyên gunehbarîyê ber bi komên Îran piştevanîya wan dike li Îraqê dirêj kiribû.

Mûşekeke ji celebê Şehab-3 li nimayişeke li kolanê ji hêla Artêşa Îranê û Pasdaran li Meydana Beharistanê li Tehranê roja 26ê Îlonê tê nîşandan. [STR/AFP]

Mûşekeke ji celebê Şehab-3 li nimayişeke li kolanê ji hêla Artêşa Îranê û Pasdaran li Meydana Beharistanê li Tehranê roja 26ê Îlonê tê nîşandan. [STR/AFP]

Artêşa Îraqî Yekşemê ragihand ku rokêtin ji celebê Katyûşa li bingeha asmanî ya Beled, li bakurê Bexdayê, ketin, û du efser û du balefirvanên Îraqî birîndar bûne.

Beled bingeha asmanî ya herî sereke ye ji balefirên F-16 ên Îraqê re, balefirên ku ji Amerîkayê hatine kirîn.

Bingehê yekîneyeke biçûk a Hêza Asmanî ya Amerîkî û hinek karmendên Amerîkî yên bi girêbest li bingehê dihewîne, lê ew hatine veguhetin piştî zêdebûna girjîyan di navbera Amerîka û Îranê de di du heftîyên dawî de, li gorî çavkanîyên serbazî.

Astengkirina şerê li dijî DAIŞê

Bi armanckirina hêzên Hevpeymanîya Navdewletî li Îraqê, Îran û milîsên Îraqî yên dilsoz jê re serwerîya Îraqê bi pê dikin û ziyanê dighînin xebatên nehiştina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), berpirsan ji Diyaruna re ragihand.

Ev serbazgehên asmanî "li nava xaka Îraqî ne û li jêr serwerîya dewletê ne", peyvdarê êlên Nînewa Şêx Muzahim Huwêt ji Diyaruna re ragihand.

"Her êrîş in bi bihaneya ku ev cih hêzên navdewletî dihewînin cihê şermezarîyê ne, ji ber ev binpêkirineke li dijî serwerî û ewlehîya niştîmanî," wî got.

"Ev metirsîyê dighînin berjewendîyên me yên stratîjî, ji ber hebûna Hevpeymanîya Navdewletî li gorî daxwaznameyeke fermî ya Îraqê bû," wî got. "Endamên Hevpeymanîyê mêvanên Îraqê ne, û ew bi misyona parastina wê ji gefa terorîzmê erkdar in."

"Hevpeymanîyê piştgirî da Îraqê û alîkarîya hêzên me di binxistina DAIŞê kir, lê hîn karê wê bi dawî nebûye," Huwêt got, û da zanîn ku êrîş li ser baregehên ku mêvandarîya hêzên hevpeymanîyê dikin dê ziyanê bigihînin xebatên şerê li dijî DAIŞê.

Wî got ku ev yek dê metirsîyê li ser ewlehîya gelê Îraqê dirust bike.

Milîs xizmeta ajandeya Îranê dike

Roja 8ê Kanûna Duyem, Îran bingehên Îraqî yên mêvandarîya hêzên Amerîkî û hêzên din ên biyanî dikin, ên di çarçoveya Hevpeymanîya Navdewletî ya şerê DAIŞê dike de cih digirin, mûşekbaran kirin.

Ku ev yekem car bû ji hêla hêzên Îranê ve ne ji hêla bepyayên wê ve tên pêkanîn, êrîş destpêka qonaxeke nû ye di rûbirûbûyîna dijwar a di navbera Amerîka û Îranê de.

Li gorî xebîrên Îraqî, plangêrîya êrîşa dawîya Kanûna Yekemli ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayêji hêla Îranê ve hat kirin û Ketaib Hizbulah, Asaib Ehil el-Heq, Rêxistina Bedir û Seraya Xoresanî, milîsên Îraqî yên ku Îran piştevanîya wan dike, êrîş pêk anîn.

Roja 27ê Kanûna Yekem, êrîşeke li ser Kampa K1 li parêzgeha Kerkûkê pêk hat ku tê de karmendekî Amerîkî yê bi girêbest hat kuştin û hejmarek ji leşkên Îraqî û Amerîkî birîndar bûn.

Bersiva Amerîkî -- êrîşên asmanî yên li nêzî bajarokê Qaimê yê sînorî û deverên li dirêjahîya sînor -- li dijî Ketaib Hizbulah bû, şirovekarê Îraqî Ehmed Şewqî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku dilsozîya milîsên mîna Ketaib Hizbulah ji Îranê re ye, tevî ku ew li jêr sîwana Hêzên Heşda Şaebî tev digerin.

"Di rastî de, ew fermanên xwe ji Îraqê wernagirin, belê xizmeta ajandeya dijminkarî ya Îranê dikin," Şewqî got.

Ev têkilîya pir germ bi Îranê re hat dîyarkirin dema kuendamê Damezrêner ê Ketaib Hizbulah Ebû Mehdî Muhendisli tenîşt fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Suêmanî li Bexdayê hat kuştin.

"Çeteyên Îranê hewl didin ku dest deynin li ser prosesa sazkirina biryara siyasî ya Îraqê bo kêmkirina rewatî û prêstîjê dewleta Îraqê," Şewqî got.

Wî got ku ev demeke dirêj e ku ev milîs "Îraqîyan dikujin û desthilatdarîya dewletê bin pê dikin bo bicihanîna niyaza Îranê ya ku Îraq qet nabe welatekî seqamgîr, ewleh û bihêz".

Wî da zanîn ku ew "dimînin gefeke xeternak ji gelê Îraqê re û ew amrazek in di destê Îranê de bo belavkirina alozîyê li Îraqê û herêmê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500