https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2020/01/07/feature-02

×
×
Ewlehî |

Milîsên Îran piştgirîya wan dike berpirsyar in ji nearamîya li Qaimê

Hesen Obêdî li Bexdayê

image

Endamine çekdar ên milîsên girêdayî Îranê li bajarokê Qaimê yê sînorî yê Îraqî tên dîtin di Kanûna Yekem de. [Diyaruna]

Em dikarin rewşa nearamîyê ku li bajarokê Qaimê yê sînorî yê Enbarê peyda dibe vegerînin hebûna zêde ya milîsên girêdayî Îranê, berpirsên parêzgehê ji Diyaruna ragihandin.

Qaim di 29ê Kanûna Yekem de meydanek bû kusê êrîşên asmanî yên Amerîkî komên çekdar ên girêdayî Îranê lê armanc kirin, weke bersiv li ser êrîşa bi muşekekê li ser baregeheke serbazî ya Îraqî li Kerkûkê ku karmendekî sivîl ê Amerîkî tê de hat kuştin.

Pentagon got ku wê veşartgehên çekan û fermandarîyê Ketaib Hizbulah li rojavayê Îraqê û rojhilatê Sûrîyayê armanc kirine.

Piştî çend rojan, êrîşeke Amerîkî li ser balefirgeha navdewletî ya Bexdayê fermandarê bilind yê Feyleqê Qudis di Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran), Qasim Sulêmanî û cîgirê serokê Hêza Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis kuştin.

image

Endamine milîsên girêdayî Îranê li ser rêyekê radiwestin li bajarokê Qaimê yê sînorî yê raqî di Kanûna yekem de. [Diyaruna]

image

Dema ku nema hebûna DAIŞ li bajarokê Qaimê yê sînorî yê Îraqî heye,ev wêne divegere Kanûna Yekem, niştecîyan tirsa xwe ji ber hebûna milîsên ku Îran piştgirîya wan dike anî ziman. [Diyaruna]

Berpirsên xwecihî gotin ku ligel Ketaib Hizbulah, milîsên Îran piştgirîya wan dike ku li devera Qaimê hazir in ev in: Hereket Nuceba, Ketaib Îmam Elî, Seraya Xurasanî, Lîwayê Seyid el-Şuheda û Tabûrên Ketaib Cund el-Îmam

Wan da zanîn ku van milîsan malên taybet li taxên niştecihbûnê kirine baregeh û veşartgehên çekan, ku vê yekê nehişt ku niştecîyên bêwar vegerine bajar.

Hebûna milîsan bi awayekî berfireh

Berpirsekî devera Qaimê got ku ew kêmbûna rêjeya kesên vedigerin, ên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bêwar bûne vedigerîne hebûna van milîsan.

Wî got ku milîsan destêwerdan di jîyana niştecîyan de kir û binpêkirin li dijî wan kirin, û qeyd li ser azadîya wan a kesane sepandin.

Hejmara çekdaran li hin deverên bajar aniha zêdeyî hejmara niştecîyan e, berpirsê xwecihî ji Diyaruna re teqez kir.

Wî ragihand ku li "komavahîyên fosfatê" û li taxên Muelimîn, Gumrik û el-Etibayê, milîsan dest danîye ser malan ji bû ji xwe re bi kar bînin û hin ji wan kirine veşartgehên çekan.

Wî anî ziman ku tevî nema endamên DAIŞê li wê deverê hene, lê ew dever hîn ne aram e û ne ewle ye, ji ber milîsên ku ev du sal in li wê deverê ne yan ji ber wan kesên ku ji xaka Sûrîyayê derbas dibin.

Qaim, a ku yekser li ser sînor e dema ku tu ji bajarê Ebû Kemalê yê Sûrî tê, xaleke sînorî ya sereke ye bi Sûrîyayê re.

Li gorî berpirsên xwecihê, milîs li 29 cihan di hundirê Qaimê de hene, ji bilî serbazgeh û çeperên wan ên li derdora bajar.

Eger ev yek berdewam bibe, bi rastî hejmara çekdaran dê bi ser hejmara niştecîyan bikeve.

Milîs bi awayekî eşkere li gor fermanên Îranî li vir in, rûsipîyê bajar Şêx Muhsin Obêd Îsawî ji Diyruna re ragihand, û got ku eger ne wiha baye dê tu sedem neba ku bi hezaran ji wan li bajarekî biçûk hebin, bajarê ku berî du salan ewle bû.

Wî got ku ew li wir bi cih bûne ji ber cihê Qaimê yê stratîjî û da zanîn ku bajarokê sînorî xaleke derbasbûnê bû ji milîsên ku piştgirîya rejîma Sûrî dikin û ji van milîsan re bû navendek.

Hebûna milîsên ku Îran piştgirîya wan dike li vê deverê piştgirîya armanca Îranê dike ku kontrola deverên sereke li dirêjahîya sînor Îraqî û Sûrî bike ji bo pêkanîna armanca dawî ku rêyeke bejî veguhestina herêmî çêke, şarezayan ji Diyaruna re ragihand.

Ne ewle ye ku vegerin

Îsawî got ku bi hezaran malbatên bêwar ji Qaimê bijartin ku li Hewlêr, Bexda, Remadî û heta li kampên bêwarîyê bimînin, li şûn ku vegerine bajarekî ew dibînin ku ne ewle ye.

Wî got ku gelek niştecîyên Qaimê dixwazin vegerin lê ew ji ber hebûna milîsên ku Îran piştgirîya wan dike li ser selametîya xwe ditirsin.

Wî da zanîn ku hêsan e ev hebûn were dîtin, û got ku hin çekdar wêneyê Serkirdeyê Bilind Elî Xameneî li otombîlên xwe dixin an dideynin ser sînga xwe.

"Ez ji bajar derketim, weke gelekan, û em hîn çîrokan li dor wan milîsên ku li bajar bi azadî tevgerê dikin dibihîzin, weke çawa wan berî vê li ser sînorê Îraqî -Sûrî kir," wî got û belgeyên hewldanên qaçaxkirinê nişan dan.

Hebûna milîsên çekdar li hundir û li derbasgehên bajarên Îraqî binpêkirin e ji fermaneke hikûmî ya berê re, Parlementerê Hevpeymanîya Hêzên Îraqî Yehya Muhemedî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev ferman dibêje ku divê Hêza Heşda Şaebî derkeve derveyî bajaran û dûrî niştecîyan bin, û da zanîn ku "xelk gazinan ji reftarên hin endamên wan komên çekdar dikin".

Niştecîyê Qaimê Elî Anî got ku ew û malbata xwe berî çend heftîyan çûne Hewlêrê ji ber bêzarkirinên ji alîyê milîsên ku Îran piştgirîya wan dike.

Wî ji Diyaruna re got ku ev çend meh in ku bajar ji DAIŞê ewle ye, lê aniha ew rastî gefeke nû ji alîyê milîsan tê, û ew nema cihekî ewle ye ji malbatan re.

Tu vê mijarê diecibînî?
4
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan