Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fermandarê Pasdaran Muslim Şehdan li ser sînorê Sûrîya û Îraqê hat kuştin

Faris Omran

Muslim Şehdan, fermanderekî payebilind ê Pasdaran, di êrîşeke bi dronê de li nêzî sînorê Sûrîya û Îraqê roja 29ê Mijdarê hat kuştin. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Muslim Şehdan, fermanderekî payebilind ê Pasdaran, di êrîşeke bi dronê de li nêzî sînorê Sûrîya û Îraqê roja 29ê Mijdarê hat kuştin. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Jêdereke serbazî ya Sûr ji Diyaruna re mirina Muslim Şehdan, fermandarekî payebilind ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) roja Yekşemê (29ê Mijdarê) li ser sînorî Sûrîya û Îraqê piştrast kir.

Mirina wî bi tenê piştî du rojan ji kuştina zanayê warê atomê yê Îranî Muhsin Fexrîzade li Îranê tê.

"Droneke nasnameya wê nedîyar e otombîleke ku Muslim Şehdan vediguhest armanc kir, ew û sê ji pasevanên wî kuştin,"muqedem Hîşam Mustefa, serokê ofîsa Têkilîyên Derve ya Ewlehîya Siyasî li parêzgeha Hesekê ya Sûrîyayê ragihand.

Wî got ku operasyon li nava xaka Sûrîyayê pêk hat, dema ku karwanê wî derbasî dergehê sînorî yê Qaim-Elbû Kemal dibû, ji hêla Îraqê ve dihat.

Endamên milîsa Fatemiyûn a girêdayî Îranê li Elbû Kemala Sûrîyayê, li nêzî sînorê bi Îraqê re, 20ê Nîsanê tên dîtin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Dêr Ezor 24 hatiye wergirtin]

Endamên milîsa Fatemiyûn a girêdayî Îranê li Elbû Kemala Sûrîyayê, li nêzî sînorê bi Îraqê re, 20ê Nîsanê tên dîtin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Dêr Ezor 24 hatiye wergirtin]

Wî got ku Şehdan, fermandarê payebilind di nav rêzên Pasdaran de, bû cihê girîngîyê piştî kuştina Fermandarê Feyleqê Qudis ê PasdaranQasim Sulêmanîdi êrîşeke asmanî ya Amerîkayê de ku di meha Kanûna Duyem de li Îraqê pêk hat.

Mustefa da zanîn ku Şehdan serperiştîya milîsên Îranî yên li rojhilatê Sûrîyayê, li başûrê Çemê Feratê, çalak in dikir.

Ew milîs jî ev in: milîsên Îraqî yên mîna Ketaib Hizbulah, Hereket el-Nuceba û Lîwayê Heyderiyûn; hêzên Hizbulaha Lubnanî, û Lîwayê Zeynebiyûn yê ji çeteyên Pakistanî pêk têûLîwayê Fatemiyûn, yê ji çeteyên Afxanî pêk tê.

Wî da zanîn ku Şehdan "berpirsyarê çalakîyên terorî yên milîsan bû", ku ji kuştin, girtin û eşkencekirina niştecihên xwecihî pêk tên, herwiha berpirsyarê xebatênguhertina demografî bû.

Wî teqez kir ku kuştina Şehdan "derbeyeke mezin e" ji Îranê re, bi taybetî ku operasyon bi tenê du rojan piştî kuştina Fexrîzade li Tehranê pêk hat.

"Kuştina Şehdan rewşeke ji tevlîhevîyê û alarma bilind di nava rêzên milîsên ku li deverên li nêzî sînorê bi Îraqê re û li Dêra Zorê, Şamiya, Meyadîn, û rêyên diçin paytexta Sûrîyayê Şamê bi cih dibin peyda kir," wî da zanîn.

Wî da zanîn ku piştî her êrîşekê milîs bi lez û bez tev digerin û ewlehîyê li baregehên xwe yên ew li wan bi cih dibin bi hêz dikin, bi rêya kolandina xendeqan û bihêzkirina rêkarên parêzî bo xweamadekirin ji êrîşine nû re.

"Lê ev yek dê wan ji êrîşine din neparêze," Mustefa got.

Îran û Heşd red dikin

Baregehên milîsên girêdayî Îranê yên li deverên li ser sînorê Sûrîya û Îraqê gelek caran dibin armanca êrîşên balefirên nasnameya wan nedîyar, ku ew depo, navgîn û çekdaran armanc dikin.

Dengê teqînekê li nêzî dergehê sînorî yê Qaimê li nava xaka Sûrîyayê roja Yekşemê hat bihîstin, li devera "rêçikên ewleh" ên Ketaib Hizbulah û milîsên din wan bi kar tînin bo çûnûhatina di navbera Sûrîya û Îraqê de, jêderinan ji Independent Arabia re eşkere kir.

Wezareta Derve ya Îranê kuştina Şehdan li ser zimanê peyvdarê xwe Seîd Xatibzade red kir û got ku wezaretê tu "raport têkildarî êrîşê wernegirtine".

Wî da zanîn ku dê pirsên li dorê vê bûyerê arasteyî hêzên çekdar ên Îranê werin kirin.

Alavên ragihandinê yên Îranî û yên bi zimanê Farisî yên herî xuyayî qala bûyerê nekirine.

Hevdem ku Fermandarê Operasyonên Heşda Şaebî li Enbarê, Qasim Muslih, jî qewimîna êrîşê red kir.

Lê jêderekê ji Heşda Şaebî ji Alsumaria News re ragihand ku Heşd "naxwaze" qala bûyerên serbazî û nûçeyên li derveyî xaka Îraqê bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500