Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şirovekar: Qanûna Qeyser astengîyê ji piştgirîkirina Îranê ji rejîma Sûrî re çêdike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine Lîwayê Fatimiyûn civînekê li baregeheke xwe li bajarê Heleba Sûrîyayê amade dibin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin] 

Endamine Lîwayê Fatimiyûn civînekê li baregeheke xwe li bajarê Heleba Sûrîyayê amade dibin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin] 

Xistina navê Lîwayê Fatimiyûn nav lîsta pêgehên ku Qanûna Qeyser wan armanc dike, qanûna ku vê mehê hat bicihanîn, yek ji rêyên herî bandorbar e ku piştgirîya Îranê ji rejîma Sûrî re kêm bike, pisporan ji Diyarunare ragihand.

Lîwayê Fatimiyûn yê ji çekdarên Afxanî yên ku li Sûrîyayê şer dikin bo piştgirîkirina rejîmê tê pêkanîn ji alîyê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve tê damezrandin, piştgirîkirin û arastekirin.

Wan got ku bisaya belavbûna vê hêzê li deverên stratejî, milîs bisûd bû bo misogerkirina mana rejîmê heta aniha.

Sizayên nû rejîma Sûrî ji ber tawanên wê di şer de bi cih anîne û herwiha çi dezgeha piştgirîya wê dike armanc dikin, Fethî Seyid, lêkolînerekî di karûbarên Îranî de li Navenda Şerq bo Lêkolînên Stratejî û Herêmî, got.

Milîsên ku Pasdaran wan temwîl dike roleke sereke di kambaxkirina şerê Sûrî de û guhertina wî bo şerekî tayifgerî gerandin daku rejîmê di desthilatdarîyê de bihêlin, wî ji Diyrunare ragihand.

Wî got ku bê vê destwerdanê, rejîma Sûrî dê heta îroj di desthilatdarîyê de nemabaye, wî milîs weke destgemarên bi tawanên ku rejîmê bi cih anîn şiyanse kirin.

Derbeyek ji Pasdaran re

Xistina navê Lîwayê Fatimiyûn nav pêgehên ku Qanûna Qeyser wan armanc dike, "derbeyeke dijwar e ji Pasdaran û milîsên wê re", pisporê karûbarên Îranê Şiyar Turko got.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî berî vê milîs destnîşan kiribû, di Kanûna Yekem a 2019an de, ji ber têkilîyên wê bi Pasdaran re û ji ber bicihanîna êrîşên terorî, wî ji Diyarunare ragihand.

Ev sizayên nû dê berhengarî bin ji bikaranîna Pasdaran ji wekîlên biyanî re "ji bo ku projeyên xwe yên berfirehxwazî bi cih bîne" û dibine astengîne nû ji milîsên mîna Fatimiyûn re.

Girngîdan bi Lîwayê Fatimiyûn pêwîst bû di vê qonaxê de, ji ber Pasdaran dibîne ku hebûna wê hêzê li Sûrîyayê tiştekî bingehîn e û hebûna wê li deverên stratejîk ên mîna Şam, Dêra Zorê, Heleb û Tedmurê heye.

Wî got ku milîs gelek deveran li Şamê, herwiha li herêma Dêra Zorê nêzî sînorê bi Îraqê re kontrol dike, ku ew wan weke kenaleke dabînkirina lojistîk bi kar tîne ji bo bikaranîna xwe ya taybet û bo milîsên din ên ku Îran piştgirîya wan dike.

Wî got ku lawazkirina vê milîsê bi rêya sepandina sizyan li ser fermandar û çekdarên wê dê ji alîyê xwe ve ajandayên Pasdaran ên herêmî lawaz bike, û dê bê guman bibe encama bidawîbûna piştgirîya ku ji rejîmê re tê dabîn kirin.

"Gef û hander"

Qanûna Qeyser bersiveke li hember tawanên ku rejîma Sûrî li dijî girtîyan bi cih anîne, yên ku mafên wan li gorî qanûna navdewletî tên parastin, wail Şermî, yê ku qanûna tawanî ya navdewletî li Zanîngeha Qahîrayê hîn dike, got.

Wî got ku ne tiştekî ecêb e ku Lîwayê Fatimiyûn, ê ku ji "penaberên Afxanî yên ciwan ên li Îranê" tê pêkanîn, li ser lîsta sizayan hat danîn.

Piranîya endamên wê "bi zorê tevlî lîwayê bûn, an bi gefan an jî bi handerên darayî" û di pişt re bo Sûrîyayê hatin veguhestin, wî ji Diyaruna re got.

"Ev tenê têr dike ku were reçavkirin ku milîsê gelek qanûnê navdewletî bin pê kirine, di nav wan de tecnîdkirina zarokan û veguhestina çekdaran di sînoran re di demên şer de," wî got.

Sizayên Amerîkî qedexe dikin ku tu kes bi Lîwayê Fatimiyûn re bide û bistîne, di nav de hêsankirina veguhestin û tevgera wê li hundir û derveyî Sûrîyayê yan çalakîyên wê yên veguhestina pereyan, an dabînkirina wê bi piştgirîya lojistîk.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500