Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraqî helwestan derbarê kuştina fermandarekî bilind ê Pasdaran nîşan didin

Faris Omran û AFP

Xwepêşanderine Îraqî yên li dijî hikumetê nîşana serkeftinê li derveyî konên xwe yên xwepêşandanan li Meydana Tehrîrê ya li Bexdayê nîşan didin piştî nûçeya kuştina fermandarê bilind ê Pasdaran Qasim Sulêmanî. [Stringer/AFP]

Xwepêşanderine Îraqî yên li dijî hikumetê nîşana serkeftinê li derveyî konên xwe yên xwepêşandanan li Meydana Tehrîrê ya li Bexdayê nîşan didin piştî nûçeya kuştina fermandarê bilind ê Pasdaran Qasim Sulêmanî. [Stringer/AFP]

Îraqîyên ku bi mehan xwepêşandan li dijî hikuemtê li dar xistin, hikûmeta ku ew wê weke dardestekî Îranê dibînin, dest bi govend û dîlanan kirin Înê (3yê Kanûna Duyem) piştî kuştina fermandarekî payebilind ê Îranî.

"Ey Qasim Sulêmanî, ev serkeftineke pîroz e," wan wisa li Meydana Tehrîrê ya li Bexdayê, ku navenda xwepêşandanên wan e, bang dikir.

"Ev tolhildana Xwedê ye ku tola kuştîyan rakir," yekî got, piştî derdora 460 kes di pêla tundîyê de hatin kuştin ku piranîya xwepêşanderan hêzên ewlekarîyê yên girêdayî Îranî pê tawanbar kirin .

Êrîşa asmanî ya Amerîkayê li ser balafirgeha Bexdayê ya navdewletî karwaneke ku Fermandarê Hêza Qudis a Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Sulêmanî û cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis tê de bûn, armanc kir.

Êrîşên Amerîkî li ser du otombîlan li nêzî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê di 3yê Kanûna Duyem de fermandarê Hêza Qudisê Qasim Sulêmanî û cîgirê serokê Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis kuştin. [Wêne ji Şana Medyayî ya Ewlehî ya Îraqî hatiye wergirtin ]

Êrîşên Amerîkî li ser du otombîlan li nêzî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê di 3yê Kanûna Duyem de fermandarê Hêza Qudisê Qasim Sulêmanî û cîgirê serokê Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis kuştin. [Wêne ji Şana Medyayî ya Ewlehî ya Îraqî hatiye wergirtin ]

Li gel herdu kuştîyan, Hêza Qudisê-- destê operasyonên derve yê Pasdaran -- bê serî ma û Hêzên Heşda Şaebî jî êdî bêyî serok maye.

Pentagon got ku serok Trump fermana kuştina Sulêmanî da "weke operasyoneke pêşwext da Amerîkîyên li derve biparêze."

Wezareta Berevanîyê ya Amerîkî di daxuyanîyekê de got ku "ceneral Sulêmanî bo êrîşan li dijî diplomatên Amerîkî û karmendên li Îraq û li hemû herêmê pêk bîne baş kar dikir."

"Tawankarê şer"

Şîrovekar û welatîyên Îraqî dibêjin ku kuştina Sulêmanî di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de "dawî li tawanbarekî şer anî ku jîyana bi hezaran kesên bêguneh herifandibû."

Şirovekarê sîyasî û leşkerî Rebîe Cewarî ji Diyaruna re got ku êrîş deqîq bû, "ku serkeftina Amerîkayê û karîna wê raber dike ku ew dikare Îran ji ber çalakîyên wê yên dijminatîyê li Îraq û li herêmê siza bike."

"Me bersiveke tund ji [Amerîkayê] payîn dikir ku ew ê bersiva kirinên wê yên dijminatîyê yên dubare bide," wî got, nemaze piştî êrîşa dawî ya li ser balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê.

Wî dîyar kir ku rejîma Îranê dixwaze di rêya sîxurên xwe re tolê hilîne û şerekî li herêmê gur bike, bêyî hesabê tu encamên vê yekê bike.

Cewarî got ku "kişandina herêmê bo şer dê xwedî encamine tirsnak be, Îran dê berpirsa vê yekê be."

Remzî Mardînî, lêkolînerekî Peymangeha Aştîyê ya Amerîkî anî ziman ku êrîşa Amerîkî bêhempa ye ji ber giringîya kesên armanckirî -- ku mirov nikare encamên wê texmîn bike.

Wî da zanîn ku êrîşa Înê dîyar kir ku Îran nema dikare alîgirên xwe yên li Îraqê bo êrîşan li ser berjewendîyên Amerîkî pêk bînin bi kar bîne, "bêyî ku rastî rîska tolhildana nerîtî ya Amerîkî li ser Îranê were."

Îraqî pîrozbahîyê dikin

Di eynî demê de, kuştina Sulêmanî bi coşeke mezin ji alîyê bi hezaran xwepêşander hat pêşwazîkirin ên ji 25ê Cotmehê ve li ser pêyan bûn.

Cewarî got ku Sulêmanî weke destê operasyonên derve yê Pasdaran, "mezintirîn sedemên wêrankirina li welêt e."

Di xwepêşandanên dawîn de, Îraqî bi tundî desthilata Îranê li welatê xwe û serweriya wê şermezar kirin ku gefan li ewlehîya Îraqê dixwin.

Xwepêşanderekî li Meydana Tehrîrê bi mercê nasnameya wê neyê eşkerekirin ji Diyaruna re ragihand ku hema wan nûçeya kuştina Sulêmanî bihîst, coşeke mezin xwe li wan girt [li qadên xwepêşandanan] û xwepêşanderan aleke Îraqê ya mezin bilind kir.

"Berîya du mehan li meydanê me kêfa xwe ya bi kuştina [serkirdeyê Dewleta Îslamî Ebû Bekir] el-Bexdadî anî ziman," wî got. "Aniha jî em bi kuştina tawanbarekî din ê şer Sulêmanî kêfa xwe tînin ziman."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bidawîbûna hejmûna Rojavayî

BERSIV BIDE