Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Serokê DAIŞê Bexdadî di êrîşeke Amerîkî de tê kuştin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê, Xalid Taî li Bexdayê û AFP

Zilamek li ser xanîyekê wêranbûyî sekinî ye li devera ku serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî xwe lê diveşart li bakurê Sûrîyayê. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ku di medyaya civakî de hatiye belavkirin hatiye wergirtin]

Zilamek li ser xanîyekê wêranbûyî sekinî ye li devera ku serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî xwe lê diveşart li bakurê Sûrîyayê. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ku di medyaya civakî de hatiye belavkirin hatiye wergirtin]

Serokê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yê ku ev demeke dirêj bû ku dûrdest bû şeva Yekşemê (27ê Cotmehê) di êrîşeke hêzên taybet ên Amerîkî de li bakurê rojavayê Sûrîyayê hat kuştin.

Dema ku di tunêlekê de asê ma, Ebû Bekir Bexdadî kembera xwe ya teqîner teqand, serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyayîneke televîzyonî de ragihand.

"Wî kembera xwe teqand û xwe kuşt... Ew mir piştî ku revîya tunêlekê, wî hawar dikir û digîrî," Trump got, û da zanîn ku sê zarok di êrîşê de hatin kuştin.

Wezîrê Berevanîya Amerîkayê Mark Esper got ku tîma Hêza Delta Force piştrastkirinên dîtbar û DNA li dor mirina Bexdadî bi dest xistine.

Ev navgîna peritî li cihê êrîşa li ser veşartgeh serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li bakurê Sûrîyayê tê dîtin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ku di medyaya civakî de hatiye belavkirin hatiye wergirtin]

Ev navgîna peritî li cihê êrîşa li ser veşartgeh serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li bakurê Sûrîyayê tê dîtin. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ku di medyaya civakî de hatiye belavkirin hatiye wergirtin]

Serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî di derketina wî ya dawî de berî çend mehan. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ku di medyaya civakî de hatiye belavkirin hatiye wergirtin]

Serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî di derketina wî ya dawî de berî çend mehan. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ku di medyaya civakî de hatiye belavkirin hatiye wergirtin]

Trump got ku êrîşa ku heşt kopter ji bingeheke ku nehatiye eşkerekirin firîn tê de beşdar bûn, bi hevkarî ligel Rûsya, Sûrîya, Turkîya û Îraqê hat pêkanî.

Wî sipasîya Kurdên Sûrîyayê kir "bo piştgirîya ku wan da me".

Bexdadî li pişt xweserjêkirin, kuştina bi komel, tecawiza seksî, revandin û qirkirina necadî hiştdi her pênc salên xwe de weke serokê DAIŞê.

Ew ji Îraqê ye, tê payîn ku temenê wî 48 sal be, ew bi degmen dihat dîtin.

Piştî 2014, ew dûrî çavan ket, û meha Nîsanêdi vîdyoyekê de dîyar bûku tê de wî şopdarên xwe han dan ku "tolê hildin" piştî şikestin û binketina rêxistinê.

Wezareta Derve y Amerîkayê 25 milyon dolar weke xelat dîyar kiribû li hember agahîyên li dor cihê mana wî.

Peyvdarê DAIŞê tê kuştin

Di êrîşeke din de, çend demjimêran piştî ragihandina kuştina Bexdadî, peyvdarê DAIŞê Hesen Muhacir hat kuştin, serokê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ragihand.

Wî got ku Muhacir, "destê rastê yê Bexdadî û peyvdarê DAIŞê, li gundê Eyin Baydayê li nêzî Cerablusê hat armanckirin, di operasyoneke hevbeş de di navbera hewalgirîya QSD û artêşa Amerîkayê de".

Nûçegihanekî AFP li Eyin Bayda got ku du navgîn bûn armanca lêdanên asmanî: pîkapeke biçûk û otombîleke hinekî mezintir ku satileke hesinî ya biçûk tê de bû.

Wî du kelaş li derveyî navgîna yekem dît, û laşekî peritî di satileke hesinî de dît.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov mirina Muhacir piştrast kir, û got ku ew tev pênc endamên DAIŞê bû, yên ku hatin kuştin, di operasyoneke bi pêşengîya Amerîkayê û bi piştevanîya QSD.

Peyvdarê QSD Mustefa Balî pişt re got ku tê payîn Muhacir li Cerablusê bû bo hêsankirina derbasbûna Bexdadî bo herêma Mertala Feratê, ku li bakurê Sûrîyayê ye û li jêr kontrola wekîlên Turkîyayê yên Sûrî ye.

"Her du operasyonên bi rêbertîya Amerîkayê bi awayekî serkeftî serokatîya bilind a DAIŞê felc kir", a ku li bakurê rojavayê Sûrîyayê xwe diveşart, wî got.

"Operasyoneke hevbeş"

Rewangehê got ku di êrîşa ku Bexdadî hat armanckirin de, kopterên Amerîkî hêz li deverekê li parêzgeha Idlibê daxistin ku "komên ser bi DAIŞ ve" li wir hene.

Rewangehê got ku kopteran malek û otombîlek li derveyî gundê Barîşayê armanc kirin, di operasyonekê de ku neh kes tê de hatin kuştin, di nav de serkirdeyekî mezin ê DAIŞê bi navê Ebû Yeman.

Barîşa devereke çiyayî ye û kêm şênî ye, û dora 25 kîlometran li bakurê bajarê Idlibê ye û kêmtir ji pênc kîlometran dûrî Turkîyayê ye.

Devera çandinîbar nêzî Bab Hewa ye, ku yek ji dergehên sînorî yên serekî ye di navbera Turkîya û Sûrîyayê de, û aniha penageha bêwarên ji deverên din ên Sûrîyayê ye.

Xanîyê ku bû armanca êrîşê li qiraxa gund bû.

Dever li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, lê şanên razayî yên DAIŞê ûHuras el-Dîn a ser bi Qaîdayê ve li wê deverê hene, li gorî Rewangehê.

Herêm bi qaçaxîyê û bi qebûlkirina ta radeyekê ji komên çekdar ên din re ji bilî Tehrîr el-Şam ku li wir bixebitin tê naskirin.

Rihetî li Idliba Sûrîyayê rihetî

Li bakurê Sûrîyayê, li cihê ku Bexdadî ji nav çû, şênîyên Idlibê rehetîya xwe ji nûçeya mirina wî der birîn, çalakgerê Idlibî Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Wî got ku hestekî rehetîyê li deverên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam belav bû piştî belavbûna nûçeya kuştina Bexdadî, û da zanîn ku xelkê Idlibê mirina Bexdadî weke "gaveke mezin ber bi rizgarkirina wan ji serdestîya tundrewan ve dibînin".

Wî got ku komên tundrew ên mîna DAIŞ û Tehrîr el-Şam pêvajoya şoreşa Sûrîyayê "guhertin" û jîyana sivîlan li deverên ku wan kontrol kir bi awayekî pir xerab têk çû.

Mirina Bexdadî tê wateya bidawîbûna DAIŞê, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand, û da zanîn ku hebûna wî ya sîmbolîk rêxistin komî ser hev dikir.

Wî got ku bêyî Bexdadî, dê pir zehmet be ji rêxistinê re ku li ber xwe bide yan xwe dîsan bi rêxistin bike.

Wî teqez kir ku kuştina Bexdadî nameyeke zelal e ji tundrewan re ku dê Hevpeymanîya Navdewletî û hevparên wê li ser zemînê dîsan wan bikin armanc dema ku cihên wan bên naskirin.

Besam da zanîn ku dê mirina Bexdadî bêguman bibe sedema parçebûna şanên DAIŞê yên ku hîn li herêmê çalak in.

Besam got ku ev dê bibe sedema herifîna bunyada rêxistinî ya rêxistinî, û karîna wê ya tecnîdkirina çekdarên nû û dîsan tevlîkirina çekdarên berê.

Wî da zanîn ku dibe ku tevlîbûna komên tundrew ên din ne bijareyeke çekdarên DAIŞê yên ku li Sûrîyayê mane be, û amaje kir ku dibe komên din bitirsin ku ev yek wan bike armanca êrîşên asmanî yên Hevpeymanîya Navdewletî.

Îraq "dawîbûna heyameke tarî" pîroz kir

Îraqîyan Duşemê mirina Bexdadî pîroz kirin weke dawîbûna "heyameke tarî", û mirina wî weke xencerekê di dilê DAIŞê de anîn ziman.

Lê wan got ku mirina serokê DAIŞê nayê wateya ku rêxistin ji nav çû, û bang bo berdewamkirina fişarê bo jinavbirina rêxistinê û îdyolojîya wê kirin.

Serokê DAIŞê "rastî qedera xwe ya jênerev hat", şirovekarê warê ewlehî Sefa Easem ji Diyaruna re ragihand, û da zanîn ku mirina wî pêşbînîkirî bû, bi kuştina bazinê nêzî Bexdadî û herifandina rêxistinê.

"Jinavbirina serîyê şer û kesên herî tên xwestin li cîhanê gurzeke dijwar e bo DAIŞê û xencereke di dilê wê de," wî got.

"Em ji kujerekî tînê xwînê xelas bûn, lê bi rastî tiştê girîng ew e ku ew ji îdyolojîya xwînmij a ku vî tawankarî û şopdarên xwe belav kirine xelas bibin," Asem got.

"Ev yek jî bi hewcedarî fişara berdewam li ser paşmahîyên terorîstan û kiryarên berfireh e bo serkutkirina wê û nehiştina belavbûna wê," wî got.

Hewalgirîya Îraqî cihê mayîna serokê DAIŞê tev malbata wî û hevalrêyên wî eşkere kir "piştî çavdêrîyeke bi baldarî ji tevgerên Bexdadî û kesên li derdora wî re", şirovekarê warê hewalgirî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

Êrîş bi "hevahengî di navbera Ajansa Hewalgirîyê ya Îraqî û hêzên Amerîkayê pêk hat", Şana Medyaya Ewlehî ya Îraqî di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê got ku tîmeke pispor ji ajansê bo salekê lebatên Bexdadî dişopand ber ku cihê wî were naskirin.

Ebû Rexîf teqez kir ku serokê DAIŞê "li ser xwe ditirsa" û bawerîya wî bi kesên herî nêzîkî wî jî nedihat, û da zanîn ku wî endamên malbata xwe weke mertalên mirovî bi kar tanîn, "ev yek jî ji rewşa mirina wî piştrast dibe".

Nûçeya mirina Bexdadî bû cihê kêfxweşîya kolana Îraqî.

"Ev boneyeke dîrokî ye, terorîstê ku bû sedema gelek trajîdîyan êdî mirî ye," rûniştîyê Remadîyê Muhemed Fehdawî got.

"Mirina vî tawankarî bidawîbûna heyameke tarî ye," Meyada Elî, ji taxa Şurta ya Bexdayê. ji Diyaruna re ragihand. "Ev demeke dirêj e ku em li benda roja kuştina wî bûn, û di dawî de pêk hat."

"Xaleke werçerxîner"

Rêberên cîhanê operasyona serkeftî pîroz kirin û teqezî li ser berdewamkirina şer kirin.

Serokê Turkîyayê Recep Tayip Erdogan êrîşa ku Bexdadî tê de hat kuştin weke "xaleke werçerxîner di şerê me yê hevbeş de li dijî terorîzmê" wesif kir.

Serokê Fransayê Emmanuel Makron mirina Bexdadî weke "gurzeke dijwar li dijî DAIŞê" wesif kir .

"Dê şer bi hevparên me re di Hevpeymanîya Navdewletî de berdewam bibe bo piştrastkirin ku rêxistina terorîst bi temamî ji nav çûye. Ev berîtîya me ye," wî got.

"Mirina Bexdadî kêlîyeke dîrokî ye di şerê me yê li dijî terorê de lê cenga li hember şerê DAIŞê hîn neqedîyaye," Serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson got.

"Em dê bi hevparên xwe yên di Hvpeymanîyê de bixebitin bo bidawîkirina çalakîyên berberî, kujêner ên DAIŞê bi yekcarî û hetahetayî," wî got.

Serokê NATO Jens Stoltenberg operasyon weke "gaveke girîng ber bi xebatên me yên li dijî terorîzma navdewletî ve" wesif kir.

Û Erebistana Siûdî mirina Bexdadî pîroz kir, û çavkanîyekê ji Wezareta Derve got ku serokê DAIŞê "wêneya Îslamê şewihand" û "tawan û felaket" pêk anîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev cara heştem e ku kesek tê kuştin bo berîka Amerîkayê tije bibe li ser hesabê xelkê herêmê.

BERSIV BIDE