Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Amerîkayê kelaşê serokê DAIŞê Bexdadî diavêje deryayê

AFP

Sûrî li kavilan dinêrin li cihê operasyoneke bi pêşengîya Amerîkayê li dijî serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî roja 28ê Cotmehê, rojekê piştî êrîşê, li qiraxa Barîşayê li parêzgeha Idlibê.[Omer Hac Qedûr/AFP]

Sûrî li kavilan dinêrin li cihê operasyoneke bi pêşengîya Amerîkayê li dijî serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî roja 28ê Cotmehê, rojekê piştî êrîşê, li qiraxa Barîşayê li parêzgeha Idlibê.[Omer Hac Qedûr/AFP]

Berpirsên Amerîkî gotin ku kelaşê serokê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî di deryayê de hat veşartin, û herwiha hûrgilîyên nû têkildarîoperasyona hêzên taybet ên Amerîkî ya ku bû encama mirina wî roja Yekşemê dîyar bûn.

Êrîşa bi navê Kayla Mueller, ku xebatkarekî alîkarîyê yê Amerîkî ye ku DAIŞê ew revand û kuşt, piştî pêngaveke bi salan hat, a bo jinavbirina rêxistina tundrew û kesê li pişt serdestîya terorê bo pênc salan li piranîya Îraq û Sûrîyayê bû.

"Mirina wî gurzeke wêranker digihîne paşmahîyên (DAIŞ)," Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper got.

Wî hêza ku ji dora 100 kesî pêk dihat û bi kopteran bo Idlibê hatibû veguhestin di misyoneke komplêks de pîroz kir, misyona ku bi hewcedarî hevahengîya bi Rûs, Kurd, Turkan û rejîma Sûrîyayê bû bo rêgirtin li ber armanckirina balefirên şer ên Amerîkî.

Serokê Serleşkerîyê general Mark Milley got ku tu kes di operasyonê de birîndar nebû, tevî ku tîma Amerîkî rastî gulebaranê hat.

Wan du kes dîl girtin, û kelaşê Bexdadî bo devereke ewleh hat veguhestin bo encamdayîna testeke DNA bo piştrastkirina nasnameya wî, li gorî Milley.

"Xwe ji kelaşê wî xelas kirine, û bi awayekî rêkûpêk ev yek hat kirin," wî got, û da zanîn ku li gorî "yasaya qadên şer danûstandin pê re hat kirin".

Berpirsekî din ê Pentagonê piştrast kir ku kelaşê Bexdadî bo deryayê li cihekî nebinavkirî hat avêjtin, weke heman qedera serokê Qaîdayê Osama bin Ladin sala 2011an piştî mirina di êrîşeke hêzên taybet ên Amerîkayê de li Pakistanê.

Binkincê Bexdadî

Berpirsekî Kurd got ku çavek berpirsyar bû ji birina hêzên Amerîkayê bo veşartgeha Bexdadî, alîkarîkirin di nexşekirina xanî û tiştên tê de ji hundir ve, û herwiha misogerkirina naskirina Bexdadî.

"Ji 15ê Gulanê de, em tev CIA dixebitin bo şopandina Bexdadî û çavdêrîkirina wî ji nêz ve," Polat Can, şêwirmendekî mezin ê Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), got.

Can got ku QSD çavekî xwe çandibû ku karîbû derbasî xanîyê Bexdadî bibe û "ew di şandina hevahengîyan de, arastekirina daketinanên ji firokeyan, û cihgirtin di operasyonê de beşdar bû û hişt ku operasyon heta xuleka dawî serkeftî be".

Wî eşkere kir ku çavkanîyê "binkincê Bexdadî anî bo encamdayîna testeke DNA û piştrastbûn ku (100%) ew kes Bexdadî bi xwe ye".

"Mirina Bexdadî ne dê terorîzmê li cîhanê ji nav bibe ne jî dê şerê li dar li Sûrîyayê bi dawî bike," Esper got, û da zanîn ku "rewşa ewlehî li Sûrîyayê hîn tevlîhev e".

Lê wî teqez kir ku mirina serokê DAIŞê "dê pêkane nameyekê bigihîne kesên ku ji yekalîya Amerîkayê bi guman in û herwiha haydarîyeke ji terorîstên ku hizir dikin ew dikarin xwe veşêrin".

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Amerîka, Israîl, Erebistana Siûdî û hinek welatên din terorîzm ava kirine. Paşê, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat holê. Tu kesekî aqilmend bawer nake ku Amerîka DAIŞê dikujin bo me biparêze; ew vê yekê dike yan ji er ku ew fermanên wê bi cih naîne yan jî ji ber ku komployeke terorîst a nû û lîderekî nenaskirî yê nû heye. Sipas!

BERSIV BIDE

Ev dereweke Amerîkî ye bo derketina qeraseyekî din.

BERSIV BIDE