Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pentagon dîmenên vîdyo û wêneyên êrîşa li dijî Bexdadî belav dike

AFP

Pentagon dîmenên êrîşa li ser komavahîya serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li bakurê rojavayê Sûrîyayê roja 26ê Cotmehê ku bû encama kuştina wî nîşan dide.

Pentagon dîmenên vîdyo û wêneyên êrîşa hêzên taybet ên Amerîkî Çarşemê (30ê Cotmehê) nîşan dide, êrîşa ku bû encama mirina serokê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî.

Dîmeneke reş û sipî hêzên Amerîkî nîşan dide dema ku ew nêzî komavahîyeke dîwar-bilind, ku serokê DAIŞê xwe lê veşartibû, dibin.

Pentagonê herwiha dîmenên vîdyo yên êrîşên asmanî li ser komeke nenas a çekdaran li ser zemînê belav kir, çekdarên ku helîkopterên hêzên Amerîkî yên êrîş berin ser avahîya Bexdadî li parêzgeha Idlibê vediguhestin gulebaran kirin.

Herwiha wêneyên avahîyê yên berî û piştî êrîşê hatin belavkirin.

Berhevkirina ji hemû alîyan ve ya wêneyên berî û piştî operasyonê yên komavahîya ku Ebû Bekir Bexdadî tê de bû, operasyona ku hêzên taybet ên Amerîkayê 26ê Cotmehê pêk anîn, nîşan didin ku tu ziyan negihiştiye avahîyên li derdorê. [Wezareta Berevanîyê Amerîkayê]

Berhevkirina ji hemû alîyan ve ya wêneyên berî û piştî operasyonê yên komavahîya ku Ebû Bekir Bexdadî tê de bû, operasyona ku hêzên taybet ên Amerîkayê 26ê Cotmehê pêk anîn, nîşan didin ku tu ziyan negihiştiye avahîyên li derdorê. [Wezareta Berevanîyê Amerîkayê]

Ev wêneya şirovekarî ku 28ê Cotmehê li Waşintonê hatiye girtin karmendekî AFP nîşan dide dema ku ew li wêneyeke seyê ku alîkarî di girtina serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî de kir dinêre. [STR/AFP]

Ev wêneya şirovekarî ku 28ê Cotmehê li Waşintonê hatiye girtin karmendekî AFP nîşan dide dema ku ew li wêneyeke seyê ku alîkarî di girtina serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî de kir dinêre. [STR/AFP]

Komavahî piştî êrîşê bi cebilxaneyên Amerîkî hat wêrankirin, û ew bû weke "meydaneke rawestandina otombîlan mişt koncalên mezin", generalê di Hêzên Deryayî de Kenneth McKenzie, Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê ragihand.

McKenzie herwiha hinek hûrgilîyên nû li dor êrîşa Yekşemê eşkere kirin.

Wî got ku du zarok hatine kuştin -- ne sê weke hatibû ragihandin -- dema ku Bexdadî xwe di tunêlekê teqand dema wî hewl da ku ji nav destê hêzên Amerîkayê bireve.

Wî got dîyar e ku temenê zarokan kêmî 12 salan bû.

"Ez dikarim vê yekê derbarê kêlîyên dawî yên Bexdadî bêjim," wî got. "Wî tev du zarokên biçûk xwe kişkişand qulê û xwe teqand û kesên din ên pê re li ser zemîyê mane."

Wî got ku dibe Bexdadî "di kêlîyên xwe yên dawî de gule ji qula xwe avêtibin".

McKenzie got ku ligel Bexdadî û her du zarokan, çar jin û zilamek li avahîyê hatine kuştin.

Wî got ku jin bi "awayekî xeternak" tev gerîyan û wan kemberên teqîner li xwe dikirin.

DAIŞ hîn xeternak e

McKenzie got ku mêjereke "mezin" a elektronîyan û belgehan ji avahîyê hatin derxistin.

Wî got ku kelaşê Bexdadî bo bingeheke ku navenda operasyonê bû hat veguhestin bo destnîşankirinê, û ew bi rêya DNAya wî hat naskirin, ku berî aniha jê hatibû wergirtin dema ku ew di sala 2004an de di zindaneke Îraqî de bû.

McKenzie got ku Bexdadî di nava 24 demjimêran de piştî mirina wî hat veşartin "li gorî yasayên milmilanîyên çekdarî".

McKenzie got ku tevî mirina Bexdadî, DAIŞ "xeterek" dimîne.

"Em qet xeyalan ji xwe durist nakin ku dê rêxistin bi kuştina Bexdadî ji nav biçe," wî got. "Rêxistin dê bimîne."

"Em bendewarê dadwerîyê ne"

Hilgira Xelata Nobil a Aştîyê Nadya Murad Çarşemê got ku mirina Bexdadî ne bes e bo qerebûkirina felaketên ku DAIŞê kirine.

"Em naxwazin ku qedera DAIŞê bibînin, weke Bexdadî, ku bi tenê hate kuştin. Em dixwazin dadwerîyê bibînin," Murad got, jina ku sê meha li ser destê DAIŞê li Îraqê dîl mabû di sala 2014an de berî ew bireve.

Murad bû dengekî Êzîdîyan, û piştgirîya rêxistinekê dike ku alîkarîyê dide jin û zarokên bûne qurbanîyên cînosaydê, komelkuştinan û bazirganîkirina bi mirovan.

Murad got ku ew ligel çend jinên Êzîdî li dor mirina Bexdadî axêvî.

Wê got ku bersiva wan ew bû "Okey, lê ev tenê qedera Bexdadî ye. Gelo wê rewşa DAIŞê (çekdaran) çawa be? Hîn jin û zarokên me li ba wan in. Gelo wê qedera bi hezarên Êzîdîyên hîn wendayî çawa be?"

"Hîn bi hezaran çekdarên DAIŞê hene ku amade ne fermanên Bexdadî bic bînin, û wan ew bi cih anîn û hîn ranewestane. Lewra em dixwazin ku ew rû bi rûyê dadwerîyê bibin," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bedew û bisûd e.

BERSIV BIDE