Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Amerîka û hevalbendên wê 'pêbend in bi kêmkirina tengejîyê" ligel Îranê

AFP

Xebatkarek li balyozxaneya Îranî Beyrûtê, paytexta Lubnanê posterekî fermandarê Hêzên Qudis ên Pasdaran Qasim Sulêmanî dideyne, yê ku di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de ku karwanê wî li Bexdayê armanc kir hatiye kuştin. [Enwer Amro/AFP]

Xebatkarek li balyozxaneya Îranî Beyrûtê, paytexta Lubnanê posterekî fermandarê Hêzên Qudis ên Pasdaran Qasim Sulêmanî dideyne, yê ku di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de ku karwanê wî li Bexdayê armanc kir hatiye kuştin. [Enwer Amro/AFP]

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Înê (3yê Kanûna Duyem) ragihand ku Amerîka bi "kêmkirina girjîyê pêbend e"piştî kuştina fermandarê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) Qasim Sulêmanî di lêdaneke asmanî ya Amerîkî de.

Pompeo eşkere kir ku ew bi Wezîrê Derve yê Brîtanî Dominîk Raab, Wezîrê Derve yê Elman Minister Hêyko Maas û endamê polîtbîroyê yê Çînî Yang Jêçî re axêviye.

"Em sipasdar in ku hevalbendên me ji gefên dijminkarî yên berdewam ên Pasdaran pêk tîne agahdar in," wî nivîsî. "Amerîka bi kêmkirina girjîyê pêbend e."

Amerîka ragihandibû ku wê Sûlêmanî di êrîşeke asmanî de li Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê kuştiye, û herwiha cîgirê serokê Heşda Şaebî jî, yê ku xwedan têkilîyên pir bihêz bi Îranê re bû.

Helwestên navdewletî

Roja Înê Brîtanya bang bo hêminîyê kir, dem Raab got ku London "hertimî gefên dijminkarî" yên ku Sulêmanî Pasdaran dirust dikirin destnîşan kiriye.

"Piştî mirina wî, em bang li hemû alîyan dikin ku girjîyê kêm bikin. Qeyranên bêhtir ne di berjewendîya tu kesî de ne," wî got.

Wezîra Ewropayê yê Fransî Amelie de Montçalin Îranê bang bo xebatên kêmkirina girjîyên kûr ên Rojhilata Navîn kir.

Serokê Frensî Emmanuel Macron dê nêzîk bi "lîstikvanan re li herêmê" bişêwire, wê ji radyoya Frensî re got.

"Hemû xebatên Fransayê... li hemû cîhanê armanc dikin ku peydakirina mercên aştîyê yan herî kêm seqamgîrîyê misoger bikin," wê anî ziman.

"Rola me ne ew e ku em li tenîşt alîyekî dîyarkirî bisekinin, belê ew e ku ew bi her alî re danûstandinê bikin," Montçalin got.

Hevpeymanîya NATO got ku wê Înê rewşa li Îraqê ji nûz ve dişopand û ew meraqdarê selametîya misyonên xwe yên rahînanê yên li wir in bû.

Hebûna NATO li Îraqê sînordar e û bo rahînankirina hêzên ewlekarî yên hikûmeta Îraqî ye û wê di êrîşa li dijî Sulêmanî de cih negirt.

"Em bi awayekî berdewam bi desthilatdarîyên Amerîkî re di têkilîyê de ne," peyvdar Dylan White ragihad.

Kuştina Sulêmanî "gurzek û derbeyeke bêcebar e" ji rejîma Îranê re, Meryem Rejavî, seroka komeke opozîsyonê ye ku navenda wê li Parîsê ye wiha rewş şirove kir.

Rejavî, seroka Encumena Niştîmanî ya Berxwedanê li Îranê, bang kir ku divê hejûma Îranê li herêmê were bidawîkirin, "bi taybetî li Îraq, Sûrîya û Lubnanê".

Wê Sulêmanî bi "yek ji mezintirîn tawanankaran di dîroka Îranê de" bi nav kir û ew "bi cihgirtin di komelkuştina bi hezarên kesan de li herêmê" tawanbar kir.

Mosko Înê hişyarî da ku dê kuştina Sulêmanî tengejîyan û nakokîyan li seranserê Rojhilata Navîn gurtir bike, û Wezareta Derve ya Rûsyayê êrîş bi "gaveke bêhesab" bi nav kir.

Rûsya û Îran hevalbendên serekî ne li Rojhilata Navîn, û hêzên serbazî herdu welatan piştgirîya rejîma serokê Sûrîyayê Beşar Esed dikin.

Helwestên Îran û peyayên wê

Serkirdeyê bilind ê Îranê Elî Xameneî soz da ku "bi awayekî tund tola" kuştina Sulêmanî hilîne, û Wezîrê Derve Muhemed Cewad Zerîf derbeya Amerîkî weke "kiryareke gelekî xeternak û zêdekirineke alozîyê ya dûraqil" şiyanse kir.

Xameneî sê rojan reşgirêdan bo Sulêmanî îlan kir.

Hûsîyên Yemenê yên Îran piştgirîya wan dike roja Înê kuştin şermezar kirin, ku bepirsê siyasî yê navdar Muhemed Elî el-Hûsî bang bo "tolhildanên lezgîn" kir.

Li Lubnanê, serkirdeyê Hizbulah a ku Îran piştgirîya wê dike, Hesen Nesrulah, gefa "cezakirina van kujerên tawanbar" kir.

Di heman demê de dezgehên ragihandinê yên fermî yên Sûrî li ser zimanê berpirsekî wezareta derve got ku ew dibîne kuştin dê "alozîyan bi awayekî xeternak" di rewşa herêmî zêde bike.

Lê li hin deveran li Sûrîyayê ku hîn ne li jêr kontrola rejîmê ne, hin kesan mirina kesê ew dibêjin berpirsê mirina bi hezarên sivîlan e pîroz kir.

Di xwenîşandanekê de roja Înê li Idlibê, xwenîşanderekî rahiştibû pankartekê ku li ser hatibû nivîsîn: "Em bi mirina terorîst Qasim Sulêmanî kêfxweş in. Sipas bo te Trump."

Hineke din jî şîranî ji ber kuştina Sulêmanî belav kirin.

Serkirdeyên komên opozîsyona Sûrî ji alîyê xwe de mirina wî pîroz kirin, ku ew gazinan jê dikin ku ew berpirsê mirina bi hezaran e di şerê navxweyî de.

Li Îraqê helwestên cuda

Li Îraqê, milîsa Îraqî Esaib Ehl el-Heq ya girêdayî Îranê çekdarên xwe han dan ku ew baş amade bin, li alîyê din jî milîsa Muqteda el-Sedir hêza xwe, Artêşa Mehdî, xist tevgerê, piştî jihevxistina hêza xwe bi derdora 10 salan ku her tim li dijî Amerîkayê bû.

Lê şahîyên wêrek li Meydana Tehrîrê li Bexdayê hebûn, ku ew navenda xwepêşandanên ku ev sê meh in dirêj dikin e, ku ew hikumeta Îraqî bi gendelî û bi dardestîya Îranê tawanbar dikin.

"Ey Qasim Sulêmanî, ev serkeftineke pîroz e," xwepêşanderan bi van gotinan li kolanan sema dikir.

Filîp Smîs, ku pisporekî komên çekdar ên Şîyî ye ku li Amerîkayê dimîne, ev êrîş bi "ya herî mezin di dîroka Amerîkayê de" bi nav kir.

Wî ji AFP re ragihand ku dê ev yek xwedî encamine "mezintir" be ji operasyona ku li dijî serkirdeyê Qayîdayê Osama Bin Ladin di 2011an de pêk hatibû û kuştina serkirdeyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî di 2019an de.

"Ne cihê berawirdkirinê ye," Smîs anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500