Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rêberên cîhanê êrîşên Îranê yên li ser hêzên Amerîkayê li Îraqê şermezar dikin

AFP

Sekreterê Giştî yê NATO General Jens Stoltenberg gotarekê di konferanseke rojnamevanî de dide, di dawîya civîna Encumena Bakurê Atlantîk de, ya li ser asta balyozan, ku wî tê de giranî da rewşa Îranê, li Baregehên NATO, li Brusûelê, roja 6ê. Kanûna Duyem. [Kenzo Tribouillard/AFP]

Sekreterê Giştî yê NATO General Jens Stoltenberg gotarekê di konferanseke rojnamevanî de dide, di dawîya civîna Encumena Bakurê Atlantîk de, ya li ser asta balyozan, ku wî tê de giranî da rewşa Îranê, li Baregehên NATO, li Brusûelê, roja 6ê. Kanûna Duyem. [Kenzo Tribouillard/AFP]

Rêberên cîhanê Çarşemê (8ê Kanûna Duyem) êrîşa bi mûşekan a Îranê li ser baregehên Îraqî yên ku mêvandarîya hêzên Amerîkî û hêzên biyanî yên din dikin şermezar kirin û bang bo rawestandina yekser a girjîyê di navbera Tehranê û Waşintonê de kirin.

Îranê got ku wê hewl da tolê ji kuştina Amerîka ji fermandarê Hêza Qudis a Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Sulêmanî re di heftîya borî de hilîne.

Pentagon ragihand ku hîn li ser "nirxandina ziyanên êrîşan" kar dike û hîn tu qurbanî tune ne.

Artêşa Îraqî got ku tu qurbanî di 22 mûşekbaranan de ku baregehên ku hêzên Amerîkî li wan bi cih dibin armanc kirin nebûn.

"Ez êrîşên Îranî yên bi mûşekan li ser hêzên Amerîkî û hevpeymanîyê li Îraqê şermezar dikim. NATO bang li Îranê dike ku tundûtûjîyê rawestîne," serokê NATO Jens Stoltenberg ragihand.

"Hevpeyman di şêwirê de berdewam in û ew bi misyona me ya rahînanê li Îraqê pêbend in," wî teqez kir.

Misyona NATO a ji 500 kesan pêk tê çalakîyên xwe yên rahînanê ji ber zêdebûna xeterîyên ewlehî rawestandin, lê Stoltenberg teqez kir ku dema rewş baş bibe dê rahînan were berdewamkirin.

Berpirsekî NATO ragihand ku tu hêzên wê li Îraqê di êrîşê de birîndar nebûne. NATO Sêşemê eşkere kiribû ku ew dê hinek hêzên xwe ji Îraqê bibe ji ber sedemên ewlehî.

"Rawestandina yekser a girjîyê"

"Divê Îran van êrîşên sergerim û xetenak dubare neke û divê girjîyê yekser rawestîne," Serokwezîrê Birîtanî Boris Johnson ji parleman re got.

Wezîrê Derve Dominîk Raab hişyarî da ku dê vêxistina cengeke din li Rojhilata Navîn bi tenê di xizmeta "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û "komên terorîst ên din" de be.

Serokê Siyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropayê Josep Borêl got ku "ne di berjewendîya kesî de ye ku tundûtûjî wêdetir biçe", û haydarî kir ku ev qeyran şerê li dijî DAIŞê asteng dike.

Wezîrên derve yên YE danûstandinine awarte têkildarî alozîya Îranê roja Înê li dar dixin da bibînin ew dê çawa karibin tengijînan sar bikin.

Seroka Komîsyona Ewropî Ursula von der Leyen, ya ku dê vê mijarê bi serokwezîrê Brîtanî re li Londonê Çarşema nîqaş bike, got ku "divê bikaranîna çekan were rawestandin" da qonaxa danûstandinan were destpêkirin.

Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian banga rawestandina şer kir.

"Fransa li ser sarkirina tengijînan kar dike û hevpeywendîyê bi hemû alîyan re dike bo wan sakîn bike û karibin berpirsyatîyê rakin," wî got.

Bidawîkirina "tundûtûjîyê"

Wezîrê berevanîyê yê Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer bi awayekî xurt êrîş şermezar kir û bang li Îranê kir ku "tundûtûjîyê" û girjîyê bi dawî bike.

Kramp-Karrenbauer said got ku Almanya bi dirêjahîya şeva Sêşemê bi Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê re di têkilîyan de bû, û dê hemû "kenalên" pêwendîyan werin vekirin bo rêgirtin li ber alozîyeke berfirehtir.

Wê anî ziman ku ew dê hewl bide ku civînekê ji her 13 dewletên hevpeymanîya navdewletî re li dar bixe bo gotûbêjkirina rewşa li herêmê.

Peyvdarê bi navê Şêwirmend Angela Merkel got ku hewcedarî heye ku hemû alî "xwe kontrol bikin û dûrî mentiqê zêdekirina alozîyan bikevin û ber bi mentiqê danûstandinê ve biçin".

Almanya bi awayekî demkî 32 leşkerên xwe ji kampeke nêzîkî Bexdayê Sêşemê vekişandin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû eşkere kir ku Îsraîl dê bersivê bide eger ew were êrîşkirin.

Wî got ku "çi kesê êrîşî me bike dê lêdaneke mezin werbigire".

Komên alêgirê Îranê gefê dikin

Fermandarekî navdar ê Hêzên Heşda Şaebî ya nîvserbazî ya Îraqî Çarşemê banga "bersiveke Îraqî" li ser êrîşa ku Sulêmanî û cîgirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis tê de hatine kuştin kir.

"Ew bersiv dê ne kêmî hecmê bersiva Îranî be. Ev soz e," fermandarê Hêzên Heşda Şaebî yê tundrew Qeys Xezelî li ser mîdyaya civakî gef xwar.

Milîsa Hereket el-Nucebaa ya ku Îran piştgirîya wê dike soz da ku tola Muhendis hilîne.

Roja Sêşemê, serokê Hereket el-Nuceba Ekrem Kebî got ku komên alîgirê Îranê xwe kirine yek daku bersiva Amerîkayê bidin.

Berî vê cîgirê wî bang bo lidarxistina civîneke lezgîn bo yekxistina hêzên li dijî Amerîkayê li seranserê Îraqê kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500