Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Planeke berfirehkirina misyona NATO li Îraqê piştgirîyê werdigire

AFP

Emîndarê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg nîşanan dide dema ku ew gotarekê di konferanseke rojnamegerî de dide berî civîna wezîrên berevanîyê yên dewletên NATO li baregehên hevpeymanîyê li Bruselê roja 11ê Sibatê. [John Thys/AFP]

Emîndarê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg nîşanan dide dema ku ew gotarekê di konferanseke rojnamegerî de dide berî civîna wezîrên berevanîyê yên dewletên NATO li baregehên hevpeymanîyê li Bruselê roja 11ê Sibatê. [John Thys/AFP]

Planeke NATO bo berfirehkirina misyona xwe li Îraqê bi rêya sûdwergirtin ji hin hêzên hevpeymanîya li dijî DAIŞê dibe ku bersiva banga serokê Amerîkayê Donald Trump bo NATO ku roleke mezintir li Rojhilata Navîn bigerîne bide, berpirsekî Amerîkî Sêşemê (11ê Sibatê) ragihand.

Wezîrên berevanîyê yên dewletên NATO dê vê heftîyê li Brusselê bicivin bo nîqaşkirina pêşinyarnameyekê bo veguhestina hin hêzan ji hevpeymanîya navdewletî ya bi pêşengîya Amerîkayê ya ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike bo misyona rahînanê ya NATO li Îraqê.

Kay Bailey Hutchison, balyozê Trump bo NATO, pêşwazî li vê gavê kir, û got ku ew dê rê bide hêzên hevpeymanîyê ku bêhtir bi azadî operasyonên şer li dijî bermahîyên DAIŞê li Îraqê pêk bîne.

"Ev beşeke ji parvekirina bargiranîyan -- hevbendên me yên Ewropayî tên tenîşta me û xebatên bêhtir bo dijberîya terorîzmê pêk tînin," wê ji nûçegihanan re ragihand.

"Operasyona NATO li Îraqê li dar e û ez bawer dikim ku ew dê bersivek be ji tiştê ku Serok Trump xwestiye."

Trump bang li NATO di Kanûna Duyem de kir ku roleke mezintir li Rojhilata Navîn bigerîne, çend rojan piştî ku êrîşeke asmanî ya Amerîkî ya bi dronekê fermandarê payebilind ê Îranî Qasim Sulêmanî li Bexdayê kuşt.

Êrîşa 3yê Kanûna Duyem hişt parlamena Îraqî biryara derxsitina hemû hêzên bîyanî bide, di nav de 5,200 leşkerên Amerîkî.

Weke bersiv, hevpeymanîya li dijî DAIŞê pêngava xwe heya sê heftîyan rawestand, û NATO çalakîyên perwerdekirinê rawestandin tevî hîna ew pêbend e bi alîkarîkirina bi Îraqê re.

Di hefteyên dawî de, berpirsên NATO bi gire ji Emîndarê Giştî Jens Stoltenberg û bi jêr de diplomasîyeke dijwar bi Waşinton û Bexdayê re meşandin da çareyekê ji alozîyê re bibîne.

Ew dixwazin destketîyên xwe yên li dijî DAIŞê biparêzin, ku wê di heyama xwe de deverine berfireh ên Îraqê kontrol dikirin.

Planeke veguhestina hinek hêzên hevpeymanîyê -- ku dora 11,000 leşkeran li seranserê Îraq, Sûrîya û Kiwêtê hene -- bo baregehên NATO yên berê piştevanîya Îraqê qezenc kiribûn, li gorî çavkanîyên diplomatî.

Veguhestina hêzine Spanî

Hêvî hebûn ku berpirs karibin pêşinyarnameyeke baş ji wezîran re amade bikin daku ew bi awayekî fermî li Bruselê vê heftîyê erê bikin, lê tevlihevîya siyasî li Îraqê prose hêdî kir.

Berpirsekî NATO got ku, aniha, danûstandin giranîyê didin "rolan ne hejmaran" -- tiştê ku hêzên hatine veguhestin dê bikin girîngtir e ji gelo ma çend leşker dê were veguhestin.

Jêdereke dîplomatîk got ku hêzên Spanyayê yên Îraqîyan li jêr sîwana hevpeymanîyê rahînan dikin dibe bo mîsyoneke NATO werin veguhestin, bi awayekî bandorbar heman erkî bikin lê li jêr sîwaneke cuda.

Lê rahînankirina hêzên taybet ên Îraqî dê bimîne erkê hêzên Amerîkî di çarçoveya hevpeymanîyê de, li gorî çavkanîyê.

Stoleberg got ku tu biryar nehatin standin lê got ku mîsyona NATO dê berdewam bibe bo giranîyê bide rahînankirina hêzên Îraqî û ew dê di operasyonên şer de beşdar nebe, û teqez kir ku "parastin ji destwerdanê baştir e".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500