Nûçeyên Iraqê

Serokê NATOyê piştevanîya xwe ji Îraqê re nû dike

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî, wezîrên berevanî, hundir û berpirsine din re civîya Sêşemê (17ê Îlonê) li Bexdayê da xebatên dijî-teror gotûbêj bikin û aramî û ewlehîyê li Îraqê xurt bikin.

Ebdul Mehdî di civînê de got ku "nêrîneke belî bo li em li hember zehmetîyên derve û hundir rawestin, ku em bi rastî bixebitin da piştevanîya serwerîya qanûnê bikin û çekan di destê dewletê bi tenê de bihêlin," li gorî daxuyanîyekê ku ji ofîsa serokwezîr hatiye belavkirin.

Mehdî ji Stoltenberg û şandeya NATOyê re teqez kir ku "Îraq di hemû waran de bi alîyê rast ve diçe û xwedî aramîyeke belî ye."

Herwiha wî sipasîya NATOyê kir "bo alîkarîya wê di şer û têkbirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

Di heman demê de, Stoltenberg başbûna rewşa Îraqê anî ziman, û got ew ê piştevanîya sîyaseta Îraqê ya hevseng bikin ku ew hêmaneke sereke ya hevsengîyê li herêmê ye.

Wî dîyar kir ku "NATO, ku li jêr erêkirin û serperiştîya hikumeta Îraqê û biryarên wê tev digere, hevkar û piştevanê Îraq, serwerî, yekbûna gel, hevsengîya hikumet û sîyasetên wê yên aqilmend e."

Stoltenberg got ku "DAIŞ zîyan gihand hemû kesî li seranerî cîhanê û çavkanîyên wê yên darayî û serbazî divê werin têkbirin," û da zanîn jî ku NATO dê hêzên ewlekarîyê yên Îraqê perwerde bike û desgehên serbazî û ewlehî yên Îraqî xurt bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500