Mafên Mirov

Îran hejmûna xwe li Dêra Zorê ya Sûrîyayê qayim dike

Faris Omran

image

Endamine milîsên Îran piştevanîya wan dike li Dêra Zorê ya li rojhulatê Sûrîyayê waneyeke îdyolojî amade dibin di 5ê Tîrmehê de. [Wêne ji Sada al-Sharqiyayê ye]

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û wekîlên wê bi zorê niştecyên xwecihî ji deverine sereke li rojhilatê Sûrîyayê derdixin, ku ew hewl didin ku hejmûna Îranê qayim bikin û berfireh bikin, li gorî çavdêrên Sûrî.

Milîsên hevalbendên Îranê destên xwe dideynin ser eqaran li Dêra Zorê daku xanîyan ji çekdaran re çêkin û fêrgeh û navendên çandî yên ew hewl didin ku bi rêya wan hejmûna Îranê qayim bikin û çekdaran bînin nav rêzên xwe ava bikin.

Ji çaxê ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) ji herêmê hat derkirin di dawîya 2017an de, Îran hewl dide ku hejmûna xwe li deverên li derdora bajarê Dêra Zorê, bajarokê Elbû Kemalê yê sînorî û bajarên din ên li rojhialtê Sûrîyayê qayim bike û armanc dike ku hêzên hevpeymanîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk jê derbixin.

Çavdêran got ku vê dawîyê Pasdaran û hevalbendên wê, di nav wan de Hizbulaha Lubnanî û milîsên cihêren ên Pakistanî, Afxanî û Îraqî li herêmê hatine bicihkirin.

image

Endamine Lîwayê Fatimîyûn, milîseke ji çekdarên Afxan pêk tê û girêdayê Pasdaran e, li parêzgeha Dêra Zorê ya li rojhilatê Sûrîyayê tên dîtin di 30ê Tîrmehê de. [Wêne li ser înternêtê hatiye belavkirin]

Milîsên hevalbendên Îranê li deverên rojhulatî belav bûne, gihane heta başûrê çemê Feratê li gundewarê Reqayê û Elbû Kemalê li parêzgeha Dêra Zorê, berpirsê komîteya siyasî li Hesekê muqedem Hîşam Mustefa ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ew li biyabana Sûrî (Badîyayê) û li hundir û derdora bajarê Dêra Zorê û Meyadînê bi cih bûne.

"Ev milîs dixebitin daku armanceke sereke pêk bînin û guhertineke dîmografî li deverên ew lê belav bûne çêbikin, ku ne tenê li Dêra Zorê û bajarokên derdora wê, lê belê herwiha li Hums, Hema û Şamê jî".

Niştecihên xwecihî bi zorê hatin derxistin

Niştecihên deverên tên aramanckiin ji mal û erdên xwe hatin derkirin, an bi rêya xepandin an jî tirsandinê, Mustefa got.

Wî got ku pêşî milîs "pêşinyar dikin ku ew dê samanên wan bi buhayekî kêmî bazarê bikirin û dema pêşniyara wan tê redkirin ew xwe dispêrine tirsandinê".

Wî got di nav van reftaran de, dibe ku revandin, êrîş û heta di hin haletan de terorkirin jî hebe, "da bihêlin ku xwedîyên samanan ji tirsa dest ji samanên xwe berdin".

Wî got ku milîs heman reftaran bi kar tînin ji bo tecnîdkirina sîxuran ji niştecihên xwecihî bi rêya bikaranîna fişar, gefxwarin an pereyan daku ew alîkarîya wan bi dest bixin.

Mustefa got ku herwiha Îran mizgeftan li Dêra Zorê dike navendên olî yan ên çandî.

Di dawîya Îlonê de, berpirsê Pasdaran li Dêra Zorê "Hac Esker", fermana çaksazkirina pênc fêrgehan li Elbû Kemalê da bo berjewendîya Navenda Çandî ya Îranî, rêxistina mîdyayî ya Seda el Şerqîyayê ya Sûrî ragihand.

Ferman hat belavkirin piştî berpirsê çandî yê Îranî li Dêra Zorê, "Hac Husên", ligel endamên balyozxaneya Îranî li Şamê serdana Elbû Kemalê kir, daku projeyên Îranî li deverê seh bike.

Raportê got ku zimanê Farisî dê ji alîyê mamostayên Sûrî yên ku aniha li Îranê tên rahînankirin li fêrgehan were fêrkirin, bi rêya pirtûkên peyrewî yên ku ji alîyê Navenda Çandî ya Îranî ve hatine pejirandin, û ev gav weke "gaveke nû di warê dagirkirina çandî ya Îranî ji Dêra Zorê re" bi nav kir.

Îranî kontrola fêrgeh û sazîyên perwerdeyî dikin weke beşekî ji kampanyayekê "bo ew îdyolojî û bandora xwe di mejîyê zarokan de bidomînin", endamê encumena êlên Sûrî Şêx Muder Esed ragihand.

Armanca dawî ew e ku çekdarên nû tevlî rêzên milîsên wekîlê Îranê bibin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Îran hewl dide ku hejmûna xwe qayim bike

Esed got ku Îran hewl dide hejmûna xwe li Dêra Zorê qayim bike bi rêya desteserkirina samanan li parêzgehê, ku gelek caran ew rêbazên gumanbar bi kar tîne daku vê armancê pêk bîne.

Wî dîyar kir ku niştecihên xwecihî yên rûbirûyî gefan tên -- di nav de girtina ji ber tohmetên ne rast, mîna ku ew endamên DAIŞê ne -- hinek ji wan hatine neçarkirin ku malên xwe bifiroşin.

Wî anî ziman ku yekîneyên vehewandinê li deverên sereke ne, çekdar û alîgirên wan dihewînin, û da zanîn ku niştecihên xwecihî heta asteke mezin hebûna van milîsan red dikin û xwenîşandanên ku gelek sivîl di wan de mirin li dar dixin.

Esed got ku ev kom kêşeyan li deverê çêdikin û bal kişand ser gelek bûyeran ku çekdaran di wan de şivan kuştine û pezên wan dizîne, ku herî dawî kuştina 12 şivanan û birîndarkirina geleke din jî di dawîya Îlonê de li gundê Hemayê li Dêra Zorê.

Esed dteqez kir ku ev kom di şerên derkirina DAIŞê de beşdar nebûne û ne bi saya wan bajarên Sûrî ji rêxistinê hatine rizgarkirin.

Gelo komelgeha we xebatên rûbirûbûyîna terorîzmê nîqaş dike?
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500