Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Alozî li navendeke Îranî li Dêra Zorê der dikeve

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Navenda Çandî ya Îranî li bajarokê Elbû Kemalê yê sînorî li parêzgeha Dêra Zorê merasîmên olî li dar dixe. [Wêne ji Nedaa el-Furat hatiye wergirtin]

Navenda Çandî ya Îranî li bajarokê Elbû Kemalê yê sînorî li parêzgeha Dêra Zorê merasîmên olî li dar dixe. [Wêne ji Nedaa el-Furat hatiye wergirtin]

Endamên milîseke ser bi rejîmê li parêzgeha Dêra Zorê şeva Sêşemê (14ê Tîrmehê) bi hinek çekdarên ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) re ketin pevçûnan de li bajarê Meyadîn, li gorî çalakgerekî herêmî.

Rûdaw qewimî dema ku karkerên li navendeke çandî ya Îranî li Meyadîn rêya li nêzî navenda bajar girtin bo festîvaleke çandî olî li dar bixin, çalakgerekî ji Dêra Zorê bi navê Cemîl Abid ji Diyaruna re ragihand.

Abid got ku endamên milîsa Hêzên Berevanîya Niştîmanî ya ser bi rejîmê ve, ku baregehên wê nêzî wî cihî ne, girtina rê qebûl nekirin.

Wî got ku çekdarên ser bi Pasdaran ve yên ku li deştê bi cih dibin hatin bo stafê navenda çandî biparêzin, û pevçûn di navbera her du alîyan de qewimî, û bû şerê bi tifingan.

Ev tabloya ku navenda çandî ya Îranî li bajarê Elbû Kemalê li parêzgeha Dêra Zorê danîye serokê Sûrîyayê Beşar Esed nîşan dide dema ku ew Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneî himbêz dike. [Wêne ji Seda el-Şerqîya hatiye wergirtin]

Ev tabloya ku navenda çandî ya Îranî li bajarê Elbû Kemalê li parêzgeha Dêra Zorê danîye serokê Sûrîyayê Beşar Esed nîşan dide dema ku ew Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneî himbêz dike. [Wêne ji Seda el-Şerqîya hatiye wergirtin]

Zarokin li gundewarê Dêra Zorê li ahengekê ku navenda çandî ya Îranî bi piştgirîya sazîyên rejîma Sûrîyayê li dar xistiye amade dibin. [Wêne ji rêxistina Besmayê hatiye wergirtin]

Zarokin li gundewarê Dêra Zorê li ahengekê ku navenda çandî ya Îranî bi piştgirîya sazîyên rejîma Sûrîyayê li dar xistiye amade dibin. [Wêne ji rêxistina Besmayê hatiye wergirtin]

Milîtanên ser bi pasdaran ve -- di nav de endamên îwayê LFatemiyûn, ku ji çekdarên Afxanî pêk tê -- milîtanên Berevanîya Niştîmanî ji deverê derxistin û baregehên wan ên li nêzî şaredarîyê dorpêç kirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku li hember vê gefê, fermandarê meydanî yê Berevanîya Niştîmanî lêborîna xwe ji ber bûyerê xwest, û soz da ku kesên sûcdar hesab bike.

Hevdem, milîtantên Pasdaran gef kirin ku ew dê her endamekî Berevanîya Niştîmanî ku careke din di bûyerên wiha de cih bigire bikujin, li gorî Rewangehê.

Programeke berfireh li navenda çandî

Abid got ku festîvala olî çandî yek ji çalakîyên nû ye ku navend piştgirîya wê dike, hevdem ligel programeke ku Haj Husên pêşxistibû, serokê nû yê navendên çandî yên Îranî li Dêra Zorê.

Husên, ê ku hemû beşên navenda çandî li parêzgehê bi rê ve dibe, cihê Hac Sedîq girtîye, ku ew kesekî Îranî bû, ku ew bo Şamê hat veguheztin bo postekî bilind di navenda çandî ya Îranî li wî bajarî dagire.

Li gorî Abid, Hac Husên berî çend rojan bi serokên navendên çandî û hinek kesayetên ku bi Pasdaran re hevkarin li Dêra Zorê civîya.

Wî got ku civînê giranî da zêdekirina rêjeya endamtîya di navendên çandî de bo zarok û ciwanan jî bihundirînin, bi rêya qayilkirina wan ku tevlî çalakîyên olî û çandî yên navendan bibin bi rêya dîyarî û pereyan.

Wî got ku dema ev ciwan tevlî van navendan dibin, hinek ji wan bo beşdarîkirina di çalakîyên taybet de tên destnîşankirin, ku ew bi xweproseyeke ku wan bo tevlîbûna di rêzên milîsên ser bi Îranê ve amade dike.

Abid daxuyand ku piştî Husên rola xwe ya nû wergirt, navendên Dêra Zorê jî derfetên nû yên kar îlan kirin, û daxwaz ji karmendan kirin ku weke pesîvan, ajokar û nobedar bixebitin li hember mûçeyên bilind, ên ji 60,000 lîreyên Sûrî ($17) dest pê dikin.

Proseya tevlîkirina di rêzên milîsên ser bi Îranê ve

Abid got ku navendên çandî, bi taybetî beşên li Dêra Zorê û yê li bajarokê Elbû Kemal ê li ser sînorê Sûrîya-Îraqê, zarokan tevlî karên serbazî dikin.

Wî got ku piştî vê yekê, ew tevlî korsên olî û serbazî bûn weke amadekarî ji erkdarîya wan di nava rêzên milîsên ser bi Pasdaran ve.

Wî dîyar kir ku malbat bi van rêya zû tê xapandin ji ber ew rewşeke aborî ya pir xerab jîyan dikin, di nav de rêjeyên bilind ê bêkarîyê û bilindbûna nirxên pêdivîyên jîyanê.

Wî got ku navendên çandî vê hewcedarîya wan bi kar tînin bi rêya dana xwarin û alîkarîyên darayî bo malbatên ku zarokên xwe dişînin korsên navendê, û herwiha ew ciwanan bi temamî ji leşkerîya neçarî ya rejîma Sûrîyayê diparêzin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ji ber ku ev yek demokrasîyê diparêze û hêza milîsên tundrew kêm dike.

BERSIV BIDE