Nûçeyên Iraqê
Civak

Îran dibistanan bi kar tîne bo berfirehkirina hejmûna xwe li Dêra Zorê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Berpirsekî Pasdaran li pîrozbahîyeke bo mamosteyan ku Navenda Çandî ya Îranî li Dêra Zorê li dar xistiye amade dibe. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Berpirsekî Pasdaran li pîrozbahîyeke bo mamosteyan ku Navenda Çandî ya Îranî li Dêra Zorê li dar xistiye amade dibe. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Navenda Çandî ya Îranîli Dêra Zorê dest danî ser çend dibistanan li bajarokê Elbû Kemalê û derdora wê di gavekê de ku xelkên deverê dibêjin ku ev di çarçoveya xebatên bihêzkirina hejmûna Îranî li navçeya stratîjî de tê.

Navendê dest bi nûkirina avahîyên dibistanan li Elbû Kemalê û çend bajarokên li derdora wê yên ku ziyan di şerê "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) dîtine kiriye, çalakgerê ji Dêra Zorê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Navend, ku ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve ye, dê dest deyne ser van dibistanan, tevî ku ew dibistanên hikûmetê ne û ser bi Wezareta Perwerdeyê ya Sûrî ve ne, li gorî Ebid.

Wî got ku ew dê bi awayekî rasterast serpereştîya peyrewê xwendinê bike, û dê ji xwendekaran bixwaze ku tevlî waneyên zimanê Farisî bibin, xelkê deverê jî vê gavê weke nîşaneke dagirkarîya Îranî dibîne, û hişyarî da ku dê serencamên vê yekê pir xeternak bin.

Ev dergehê Navenda Çandî ya Îranî li Dêra Zorê ye, navenda ku avahîyên dibistanan li Elbû Kemalê nû dike û peyrewên wê yên xwendinê kontrol dike. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Ev dergehê Navenda Çandî ya Îranî li Dêra Zorê ye, navenda ku avahîyên dibistanan li Elbû Kemalê nû dike û peyrewên wê yên xwendinê kontrol dike. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Berpirsên Partîya Baes û Navenda Çandî ya Îranî li Dêra Zorê boneyekê amade dibin ku armanc ji wê tevlîkirina zarokan di rêzên milîsên girêdayî Îranê li Dêra Zorê de ye. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Berpirsên Partîya Baes û Navenda Çandî ya Îranî li Dêra Zorê boneyekê amade dibin ku armanc ji wê tevlîkirina zarokan di rêzên milîsên girêdayî Îranê li Dêra Zorê de ye. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyoyê ya Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Ebid da zanîn ku ew xeberdar e ku dê navend mamosteyan li van dibistanan destnîşan bike. Di nava kesên ku xwe didin pêş de mamosteyin hene ku berî aniha bo Îranê hatibûn şandin bo rahînanê li ser peyrewên xwendinê û zimanê Farisî bibînin.

Ev in dibistanên li jêr çavdêrîya navendê: Dibistana Hitîn li Elbû Kemalê, Dibistana Amadeyî ya Şerîetê li Elbû Kemalê, dibistana keçan a li bajarokê Sukeriyayê, dibistana amdeyî ya bajarokê Hirî, û dibistana bajarokê Suwayiyayê.

Wî daxuyand ku workşopên teknîkarî yên ser bi Pasdaran ve li van dibistanan hatine destpêkirin, li jêr serpereştîya rasterast a berpirsê Pasdaran ên li Dêra Zorê, "Hecî Esker", û berpirsê navendê li Dêra Zorê, "Hecî Husên".

Ebid teqez kir ku hinek ji van dibistanan bi tenê hewcedarê çakkirineke biçûk bûn, lê sazîyên rejîma Esed xemsarî kirin û çakkirinên pêwîst di salên dawî de pêk neanîn, û hiştin ku rewşa wan kambax bibe.

Karvedana xelkê

Navend hazirîya vekirina van dibistanan dike bi rêya pêkanîna programeke fêrbûna ziman bi navê "Beraem el-Furat" (Kulîlkên Feratê), ku Farisî weke zimanekî serekî tê fêrkirin.

Dêûbav tên temakirin ku zarokên xwe bişînin bi rêya dana mêjereke mezin ji pereyan -- bêhtir ji milyon lîreyên Sûrî (1950 dolar) -- eger zarokên wan korsên zimanê Farisî numarên bilind derbas bikin.

Wî got ku heta aniha şênîyên gelek deveran bi temamî li dijî insiyatîva Îranî ne, ku armanc ji wê ev e "sepandina kontrolê bi rêya ziman û peywerên xwendinê, bi armanca zêdekirina hejmûna Îranî li herêmê".

Wî dîyar kir ku ew newêrin bi awayekî eşkere redkirina xwe bînin ziman, ji ber ku dibe ev yek bibe sedema fişaran û dibe girtinê jî.

Wî daxuyand jî ku di heman demê de, hinek tevlî dibin bi hêvîya ku alîkarîya darayî wergirin, ji ber rewşa aborî ya pir xerab a ew jîyan dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500