Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Alozî di navbera Lîwayê Fatemiyûn û rejîma Sûrîyayê zêde dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev endamine Lîwayê Fatemiyûn in li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê, ku ew ligel hêzên rejîma Sûrîyayê di nava alozîyan de ne. [Dosya]

Ev endamine Lîwayê Fatemiyûn in li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê, ku ew ligel hêzên rejîma Sûrîyayê di nava alozîyan de ne. [Dosya]

Çalakger û rojnameger dibêjin ku alozî li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê di navbera hêzên rejîma Sûrîyayê, bi piştevanîya Rûsyayê , û milîsa Fatemiyûn, bi piştevanîya Îranê, de li ser hejmûnê û bacan kûr dibe.

Lîwayê Fatemiyûn, milîseke Afxanî ye, ji hêla Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve tê piştgirîkirin û arastekirin, pêdagîrî dike ku pişkekê ji dahatên hêzên rejîma Sûrîyayê yên ji xala pişkinînê ya li derbasgeha Meyadînê werbigire.

Nakokî li dor tiştên dizîyê, pere û paye û postan in, li gorî Omer Ebû Leyla, birêveberê malpera Deir Ezzor 24.

Wî got Pasdaran rejîma bi tenê mîna "qadeke şetrencê" dibîne.

Leşkerekî Rûsî li xaleke pişkinînê li Sûrîyayê, di sala 2019an de, nobedarîyê dike û wêneyekî serokê rejîma Sûrî Beşar Esed jî dîyar e. [Maxime Popov/AFP]

Leşkerekî Rûsî li xaleke pişkinînê li Sûrîyayê, di sala 2019an de, nobedarîyê dike û wêneyekî serokê rejîma Sûrî Beşar Esed jî dîyar e. [Maxime Popov/AFP]

Tehran bi tenê qebûl dike ku hebûna rejîma Sûrîyayê li bajar sînordar be û bi tenê karûbarên bîrokratî û kaxezên xelkê çê bike.

Pasdaran vê hebûna sînordar a rejîmê qebûl dike ji ber ew xeterîya ku ew û milîsên xwe bi tena serê xwe bin li herêmê baş dizane, bi taybetî têkilîya bi "Rûsyayê re, ya ku Pasdaran li ser hesabê wê hejmûna xwe li herêmê berfireh dike".

Bac û hejmûn koka alozîyê ne

Bacên tên sepandin ji hêla endamên rejîma Sûrîyayê li yek ji xalên pişkinînê li derbasgeha bajar koka alozîyê ne, çalakgerekî ji Dêra Zorê bi navê Cemîl Abid teqez kir.

"Ev bac nahêlin ku milîs bacên xwe li ser xelkê û bazirganên derbasî bajar dibin ferz bikin," wî got.

"Bac li ser xelkê, pêdivî, otombîlên veguhestina giştî û taksîyên derbasî bajêr [Meyadîn] dibin tên sepandin, ev yek jî dihêle ku buhayên tiştan li nava bajêr zêde bibin, ku gihiştine asteke pir bilind," wî got.

Wî got ku ev nakokî ligel hatina meha Remezanê dest pê kirin, dema ku buhayên pêdivîyan pir bilind bûn.

"Milîsa Fatemiyûn Meyadîn bi temamî kontrol dike, heta asta ku gelek taxên bajar mîna kolanên Tehranê û navçeya başûrî ya Beyrûtê [li Lubnanê] ne, ku al û lafîteyên olî û partîzanî û wêneyên fermandarên milîsa Pasdaran tên dîtin," Abid dîyar kir.

"Hebûna hêzên rejîmê li nav bajar sînordar e û desthilateke wan a rasteqîn tune ye," wî got. "Ew bi tenê dikarin çekên sivik hilgirin, û dema endamên Firqeya 4ê yan firqeyeke din derbasî bajar bibin, divê ew bêyî çekên xwe derbas bibin."

Wî dîyar kir ku rola rejîma Esed li bajar sînordar e û bi tenê çend sazîyên hikûmetê li bajar mane.

"Hinek ji taxên bajar qedexe ye ku kes derbasî wan bibe ji bilî endamên Fatemiyûn, ev yek jî him li ser hêzên rejîmê û him li ser xelkê tê meşandin," Abid got

Rûsya û Îranê hevrikîyê li ser cihê pêyekî dikin

Weke bersiv li hember hejmûna Îranî li deverê, polîsê serbazî yê Rûsî pageran li hinek deverên Dêra Zorê pêk tîne, rojnamegerekî Sûrî bi navê Muhemed Ebdulah 5ê Gulanê ragihand.

Wî dîyar kir ku hêzên Rûsî ji sala 2017an de pagerên wiha li dar nexistine, ji wê demê de herêm bi radeyeke mezin li jêr kontrola Pasdaran û milîsên wê ye.

Ebdulah got ku pevçûnên dawî di navbera milîsên ser bi Pasdaran ve û komên ser bi rejîma Sûrî ve di koka xwe de "alozîyeke siyasî ya di navbera Îran û Rûsyayê de ne, ku her yek ji wan hewl dide hejmûna xwe berfireh bike û yê din dûr bike".

Milmilanîya li ser desthilatê "hişt ku Rûs hegemonîya xwe li ser çend yekîneyên artêşa Sûrî ferz bikin û wan li hemberî milîsên Pasdaran bidin bikaranîn", wî got.

Wî dîyar kir ku qezencên darayî sedemeke din in, ji ber ku fermandarên meydanî mijûlî dagirtina berîkên xwe bi bacên ew ji xelkê û bazirganan distînin in.

Ebdulah got ku Meyadîn pir girîng e "ji ber ew digihêje herêma Badîyaya Sûrî û ji ber cihê wê di orta parêzgeha Dêra Zorê de, li nêzî sînorê bi Îraqê re", Ebdulah got.

"Lewra, kontrolkirina wê ji bo projeya Îranî man û neman e, ji ber hêza lawaz a hêzên rejîmê û Rûsyayê li ser zemînê".

Hevrikîyeke cîyopolotîkî

Şer û pevçûn bi tenê mînakeke vê leystika cîyopolotîkî ya şerê Sûrîyayê ne, di navbera hevalbendên Sûrîyayê Mosko û Tehranê de.

Hêzên Rûsî rahînaneke stratîjî û çekên pêşketî ji "Hudret Feysel Ebas" re dabîn dikin, yekîneyeke ji dora 500 çekdarên Fatemiyûn e li Dêra Zorê, di hewlekê de bo bidestxistina dilsozîya fermandarê yekîneyê, Ebdulah Selahî, li gorî raporteke rojnameya The National, ku navenda wê li Îmarat e.

Kremlin hewl dide ku Selahî bibe rexê xwe ji dema şerê rizgarkirina Tedmurê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve di sala 2016an de, li gorî rojnameyê.

Wêneyê çekdarên Fatemiyûn hatine girtin dema ku ew çekên Rûsî hildigirin û li tenîşt hêzên taybet ên Rûsî sekinî ne. Lê ofera rahînankirinê û biçekkirinê pêşketineke nû ye, li gorî şirovekaran.

"Ji alîyê Rûsan ve, ev nameyeke pir tund e ku didin Îranîyan; ev êrîşeke li ser dilê çawanîya ku Îran xwe li Sûrîyayê diçîne," Phillip Smyth, endamê projeya Soref di Peymangeha Waşinton bo Siyaseta Rojhilata Navîn de, wiha ji National re şirove kir.

Wî got ku dibe Kremlin sûdê ji ewşa Pasdaran wergire ku Îranî pir lawaz e, û Tehran hewl dide ku belavbûna petaya vayrûsa Koronayê (COVID-19) rawestîne û li hember sizayên Amerîkayê li ber xwe bide.

"Pir pêkan e ku ew nikaribin heman asta kontorla li ser torên xwe biparêzin û Rûsya sûdê ji vê yekê digire," Smyth got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500