Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Firqeya Fatemiyûn ji Elbû Kemala Sûrîyayê vedikişe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Firqeya Fatemiyûn, ku milîseke Afxanî ye li Sûrîyayê li jêr fermandarîya efserên Îranî şer dike, li kampekê ne li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamên Firqeya Fatemiyûn, ku milîseke Afxanî ye li Sûrîyayê li jêr fermandarîya efserên Îranî şer dike, li kampekê ne li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

FirqeyaFatemiyûnî, ku milîseke Afxanî ye li Sûrîyayê li jêr fermandarîya efserên Îranî şer dike, ji bajarokê Elbû Kemal li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê vekişîya, çalakvanekê Çarşemê (17ê Cotmehê) ji Diyaruna re ragihand.

Vekişîna milîsa ser bi Îranê ve paş derketina pevçûnan ligel milîsên ser bi rejîmê ve yên bi navê Hêzên Berevanîya Niştîmanî pêk hat, pevçûn ji ber nakokîyên li ser kontrolkirina deverê qewimîn, û Fatemiyûn çekdarine alîyê din girtin.

Şênîyên navçeya Mesakin yên ku ji ber şer û pevçûnan aware bûbûn vegerîyan malên xwe li ser daxwaza rejîma Sûrîyayê, lê Firqeya Fatemiyûn malên wan talan kirine.

"Piranîya çekdarên Fatemiyûn yên li Elbû Kemalê çeperên xwe berdan û ew çûna nav kampên xwe li gundewarê Dêra Zorê," çalakvanekî bi navê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Endamên Firqeya Fatemiyûn, ku milîseke ser bi Îranê ve ye beşdarî rahînanê dibin li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamên Firqeya Fatemiyûn, ku milîseke ser bi Îranê ve ye beşdarî rahînanê dibin li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Lîwa Qasim Sulêmanî, Fermandarê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, bi fermandarên Firqeya Fatemiyûn re ye li Dêra Zorêya Sûrîyayê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Lîwa Qasim Sulêmanî, Fermandarê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, bi fermandarên Firqeya Fatemiyûn re ye li Dêra Zorêya Sûrîyayê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Wî got ku vekişîna wan pêşbînkirî bû, piştî ku pevçûnan di navbera Firqeya Fatemiyûn de û Berevanîya Niştîmanî de du rojan dirêj kir.

Ebid daxuyand ku Berevanîya Niştîmanî hewl da derbasî navçeya Mesakin bibe, ku molgeheke girîng a Fatemiyûn e, û çekdarên Fatemiyûn qebûl nekirin malên di dest xwe de radestî xwedanên wan û hêzên Berevanîya Niştîmanî bikin.

Ebid got ku Fatemiyûnê ragihand ku sivîl dikarin vegerin, dema ku rewşa ewlehî bikeve jêr kontrolê, lê Berevanîya Niştîmanî ev destpêşxerî red kir.

Ebid got ku sivîlên ku vegerîyan malên xwe dîtin ku malên wan hatine talankirin, û berî endamên Fatemiyûn vekişin wan mal talan kirin.

Pasdaran hebûna xwe berfireh dike

Vê alozîyê hişt ku şer û pevçûn di navbera herdu alîyan de dest pê bikin, û hişt ku Fatemiyûn êrîşeke berfireh bike û dijberên xwe ji Hêzên Berevanîya Niştîmanî bigire.

Ebid got ku di heman demê de, komîteyeke hevbeş hat pêkanîn ji endamên artêşa rejîma Sûrîyayê û fermandarîya herêmî ya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IPasdaran) û ew kontrola Elbû Kemal û gundewarên wê dike.

Ebid got ku rejîma Sûrîyayê gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê kontrol dike, lêmilîsên ser bi Pasdarana Îranê ve navçeya li jêr kontrola xwe berfireh dikin.

Pasdaran navendeke tecnîda ciwanan li navçeya girêdayî bajarokê Celayê bi serpereştîya ofîsa nûnerên Walî el-Feqîh (Rêberê Bilind Elî Xamen'î) li Sûrîyayê.

"Ciwan bi peran û mûçeyên mehane yên ku ji mûçeyên artêşa rejîma Sûrîyayê û Berevanîya Niştîmanî zêdetir in tên xirandin," Ebid got.

Bi vî awayî, Pasdar dixwazin ku xebatên xwe yên tecnîdkirinê zêde bike û rê li ber artêşa Sûrî û Beravanîya Niştîmanî bigire ku ciwanan tecnîd bikin yan jî wan bibin leşkerîya neçarî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hikûmeta Îranî hewl dide ku hemû dewletên Erebî hizirên xwe biguherin û mezheban araste bike bi heman rêbazan li ser hesabê mirovahîyê li ser zevîyê.

BERSIV BIDE