Rêkeftina serbazî ya nû ya ku di navbera rejîma Sûrîyayê û Îranê de hatiye wajûkirin dê bibe cihê provaksyonê û dê rewatîyê bide hebûna Îranî li Sûrîyayê û dê alozîyan li wî welatî û li herêmê hîn kûrtir bike, şarezayan ji Diyaruna re ragihand.
Wan got ku ew herwiha daxuyanîyên Îranê derew derdixe, ku tê de koma Îslamî teqez dike ku hêzên wê li Sûrîyayê ne bo dayîna piştgirîya teknîkî û şêwirmendîyê bi tenê.
Wezîrê Berevanîyê yê Sûrîyayê Elî Ebdulah Eyûb bi serokê Serleşkerîya Hêzên Çekdar ên Îranî Muhemed Bagerî re li Şamê roja 8ê Tîrmehê dicive bo wajûkirina "rêkeftineke serbazî ya giştgîr".
Rêkeftin banga bihêzkirina hevkarîya serbazî û ewlehî dike di navbera her du welatan de, û herwiha pêşxistina sîstema berevanîya asmanî ya Sûrî ji hêla Îranê ve.
Rêkeftinname ji "gelek rêkeftinên aobrî, çandî, darayî û pîşesazî pêk tê" ku Sûrîyayê dixe jêr kontrola Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran), lêkolînerê siyasî Ebdul Nebî Bekar ji Diyaruna re ragihand.
Li gorî Bekar, rêkeftin hinek bendên têkildarî sîstemên berevanîya asmanî û mûşekan dihundirîne -- sîstemên ku li gorî gotina wî "dê bihêlin Îran û milîsên alîgirên wê bêhtir li Sûrîyayê bi hêz bibin".
Wî got ku ew dê zehmetîyên ku rejîma Sûrîyayê wan jîyan dike ji ber polîtîka û hevbendîyên xwe dijwartir bike û dê azarên gelê Sûrîyayê zêde bike, ji ber kurêkeftinên mîna vê dibin cihê nerazîbûna civaka navdewletî.
Bekar got ku ew di demekê de tê ku xebatên navdewletî girîngîyê didin kêmkirina hejmûna Îranî li herêmê, û fişarê li Îranê dikin ku biçekkirina milîsên xwe rawestîne.
Rêkeftin "hebûna Pasdaran diçesipîne"
Li gorî Fethî Seyid li Navenda Şerq bo Lêkolînên Herêmî û Stratîjî, rêkeftinê tiştekî nû bi xwe re neanî.
Lêkolînerê di karûbarên Îranî de ji Diyaruna re ragihand ku ew ligel tiştê li ser zemînê hevkok e bi rêya "dayîna rewatîyê bo hebûna Îranî" li Sûrîyayê.
Seyid got ku Îran xwedan pêgehên ewlehî û serbazî li Sûrîyayê. Têkildarî sîstemên berevanîya asmanî û mûşekan, raport dîyar dikin ku ji mêj ve Îranê ew veguhestine Sûrîyayê, û aniha ew bi tenê dê werin "rewa kirin".
Rêkeftin piştrastkirineke "ku hebûna Pasdaran û milîsên Sûrî yên girêdayî wê teqez dike", Seyid got.
Hevdem rojnamegerê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re got ku rêkeftin "cihê provaksyonê ne ji hêla rejîma Sûrîyayê û Pasdaran ve".
Ew dibîne ku rewş wiha ye ji ber ku ev yek hevdem e ligel bicihanînaYasaya Qeyser a Taybet bi Parastina Sivîlên Sûrîyayê ya sala 2019an û bangên dirêjkirina ambargoya çekan li ser Îranê.
Ebdulah got ku dê rêkeftin rewşa Sûrîyayê hîn aloztir bike, ji ber ku beşekî mezin ji gelê Sûrîyayê Îran û hebûna Pasdaran û milîsên alîgirên wê red dike.
Wî dîyar kir ku ev rêkeftin dê rê bide "rejîma Îranî ku hebûna xwe li Şam û Dêra Zorê berfirehtir bike, û ev yek dê rê bide Pasdaran ku ciwanan tecnîd bike".
Çima hûn giranîyê didin hebûna Îranê li Sûrîyayê tevî hebûna wê beşek ji rêkeftinekê di navbera herdu welatan de ye? Di heman demê de, Amerîka bi awayekî neqanûnî û neyasayî li Sûrîyayê û tu kes newêre behsa wê jî bike.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT