Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Xwepêşanderên Dêra Zorê rejîm û Feyleqê Pasdaran tawanbar dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xaleke pêşkinînê ya rejîma Sûrî li cem derbasgeha bajarokê Salihîyayê dişewite piştî ku xwepêşanderan agir pê xist, ku ddaxwaz kirin ku hêzên rejîmê û milîsa girêdayî Feyleqê Pasdaran ji herêmê derkevin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Dêra Zorê 24 hatiye wergirtin]

Xaleke pêşkinînê ya rejîma Sûrî li cem derbasgeha bajarokê Salihîyayê dişewite piştî ku xwepêşanderan agir pê xist, ku ddaxwaz kirin ku hêzên rejîmê û milîsa girêdayî Feyleqê Pasdaran ji herêmê derkevin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Dêra Zorê 24 hatiye wergirtin]

Çalakgerekî xwecihî got ku alozîyan dest pê li çend deveran li gundewarê Dêra Zorê kir, piştî destpêkirina xwepêşandanên gelêrî yên rejîma Sûrî û milîsên girêdayî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) red dikin.

Ji çaxê xwepêşandanên Îna borî ve (20 Îlonê) ku sê kes di wan de mirin, tîmên ewlekarîya rejîmê êrîşên asmanî bi cih anîn, sivîl li gelek deveran girtin, çalakgerekî ji Dêra Zorê bi navê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku pêngava rejîmê ya berfireh gund û bajarokên beşê rojavayê parêzgehê dane ber xwe û kesên tên naskirin ku li dijî hebûna rejîm û milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran armanc kirin.

Wî got ku bajarokên Şamiyat û Enbayê bi taybetî, rejîmê giranî da wan di pêngavê de.

Niştecîyên Dêra Zorê protestoyê li dijî hebûna rejîma Sûrî û milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran li dar dixin. [Wêne ji malpera Dêra Zorê 24 hatiye wergirtin]

Niştecîyên Dêra Zorê protestoyê li dijî hebûna rejîma Sûrî û milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran li dar dixin. [Wêne ji malpera Dêra Zorê 24 hatiye wergirtin]

Wî got ku sê kes hatin kuştin, du ji wan sivîl in, di şerên Îna borî de bi hêzên rejîmê re li Salihîyayê piştî xwepêşanderan girte ser xaleke pêşkinînê ya rejîmê û berdane leşkeran ji wir.

Ebid got ku bêhtirî deh kesan jî di bûyerê de birîndar bûn, dema ku hêzên rejîmê gule avêtin xwepêşanderan.

Wî daxuyand ku vê yekê hişt ku xwepêşander bihers bibnin, bi taybet piştî vê dawîyê wan nas kir ku du ji wan kesên mirî hatin êşkencekirin berî ku du leşker fîşekan biavêjin wan, leşkerên ku xala pêşkinînê ya jê re tê gotin stasyona Seqr ya gazê, li derdora Salihîyayê, diparêzin.

Wî got ku mêrên ku hatin êşkencekirin û kuştin navê yekî Ebdil Rezaq Dexîl û yê din Mihemed Cedan Ebad bû, û kesê sêyem ê hat kuştin navê wî Husên Elî Salim bû.

Dibe ku xwepêşandanên din hebin

Ebid got ku xwepêşanderan nîşanin rakiribûn ku ji hêzên rejîm û milîsên Feleqê Pasdaran dixwestin ku ji deverê derkevin û binpêkirin û bedkarîyên xwe bi sivîlan re rawestînin.

Wî not kir ku xwepêşander li dijî rejîmê derketin ji ber "hêzên rejîmê deverê paşguh dikin, dershilatdarîya wan a zordar û girtina ketûber ji ciwanên xwecihî re ji alîyê hêzên xalên pêşkinînê bi rê ve dibin, ên ku deverê dorpêç dikin û dixeniqînin".

Medyaya xwecihî roja Çarşemê ragihand ku xwepêşandanên nû ji bo roja Înê (27ê Îlonê) hatin plankirin li devera pîşesazî li xaçerêra devera kargehan li bakurê Dêra Zorê û wan kesên dê beşdar bibin han dan ku hay ji xwe hebin.

Di heman demê de, hevalbendên rejîmê belavok belav kirin li gundewarê Dêra Zorê bang li xelkê dikirin ku li dijî hevpeymanîya navdewletî û Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) derkevin, çalakgerê medyayê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê sal were gîrokirin ji ber em gelekî dereng mane. Heta eger em rojên În û Şemîyê jî bi kar bînin, ew dê ne bes be.

BERSIV BIDE