Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Feyleqa Pasdaran hebûna xwe li Dêra Zorê bi hêz dike

Welîd Ebul Xêr li Qaîrayê

 Milîsên girêdayî Feyleqa Pasdaran ya Şoreşa Îslamî ya Îranî li parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilatê Sûrîyayê kom dibin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

 Milîsên girêdayî Feyleqa Pasdaran ya Şoreşa Îslamî ya Îranî li parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilatê Sûrîyayê kom dibin. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Feyleqa Pasdaran û milîsên girêdayî wan hebûna xwe li deverinan ji parêzgeha Dêra Zorê bi hêz dikin, û hejmareke mezin ji çekdaran gihiştine di van çend rojên borî de.

Belavkirina hêzan hevrê bû bi qayimkirina gelek cihên Feyleqa Pasdaran yên hundirîn, û çeperên pêşî û derbasgehên bi dirêjahîya çemê Feratê.

Weke nîşaneke din bo berferehbûna hebûna wê, Feyleqa Pasdaran vê hefteyê navendeke çandî li Tebanê li devera rojavayê gundewarê Dêra Zorê vekir, çalakvanekî got.

Li gelek beşên Dêra Zorê, bi taybet devera derdora Elbû Kemalê bi dirêjahîya beravên Feratê, tê dîtin ku zabit û hêzên Feyleya Pasdaran gelekî belav in, herwiha ew mîlîsên girêdayî wan, çalakvan û niştecîyê Dêra Zorê Cemîl Ebid daxuyand.

Ev derbasgeha sereke ya ber bi bajarokê Elbû Kemalê ve li ser sînorê Sûrî ye, û ev asêkirinên ku milîsên alîgirê Feyleqê pasdaran ava kirine. [Wêne ji Cemîl Abid hatiye wergirtin]

Ev derbasgeha sereke ya ber bi bajarokê Elbû Kemalê ve li ser sînorê Sûrî ye, û ev asêkirinên ku milîsên alîgirê Feyleqê pasdaran ava kirine. [Wêne ji Cemîl Abid hatiye wergirtin]

Di nav van milîsan de Tabûra Îmam Baqir ya SûrîHizbuaya Libnanî û Tabûra Fatimîyûn , milîseke Afxanî ye li jêr fermandarîya zabitên Îranî şer dike, wî ji Diyaruna re got.

"Endamine van milîsan bi hejmarên mezin digihin di van çend rojên borî de, û bi basan hatin veguhestin," wî got.

Ebid got ku li gor gelek jêderan, "ew ji deverên Helebê hatine guhastin ber bi Dêra Zorê daku deverên li jêr kontrola Feyleqa Pasdaran qayim bikin".

Tevgera di derbasgehên rûbarî de tê alozkirin

Ebid got ku cihine din ku hêzên girêdayî Îranê bi awayekî zexm li wan belav bûne, di nav de berava başûrî ya çemê Feratê, bi taybet ew deverên di navbera bajarên Meyadîn û Elbû Kemalê de, li ser sînorê Îraqê.

Wî got ku di nav wan de derbasgehên ku ji alîyê sivîlan ve tên bikaranîn, cihê ku endamên van milîsan operasyonên sehkirinê yên himbiz bo belgeyên nasnameyan cîbicî dikin.

Wî da zanîn ku hin niştecîyên dixwazin vegerin deverên xwe yên ku qedexe bû ku vegerin wan, her wekî dîyar e ku tenê niştecîyên ji deverên li jêr kontrola rejîmê yên ku serdana wan deveran dikin yan li wan deveran kar dikin destûr heye ku vegerin.

Ebid dîyar kir ku bi awayekî balkêş milîsên Hêzên Berevanîya Niştimanî yên alîgirê rejîmê ne li deverê ne, yên ku berê ew dever kontrol dikirin.

Hejmara çekdarên Hêzên Berevanîya Niştimanî vê dawîyê ji wan hat xwestin ku tevlî miîsên alîgirê Feyleqa Pasdaran bibin piştî Hêzên Berevanîya Niştimanî gelek deverên li jêr kontrola wan ji dest wan çûn di şerên li deverê.

Ebid got ku bicihbûna serbazî ya Pasdaran hevdem e ligel berdewambûna berferehbûna "hêza nerim", û ev yek jî vekirina navendeke nû ya çanda Îranî li devera Tabanîyê li gundewarê rojavayî yê Dêra Zorê dihundirîne.

Ebid got ku di dema vekirina navenda çandî de di 1ê Cotmehê de, Pasdaran û kesên ku bi wê re kar dikin hinek sivîl ji herêmê xelat kirin, bi taybetî payeberzên êlan.

Di giftûgoyên ku di vekirinê de hatin gotin de, wan teqez kir ku armancên navendê "çandî û siyasî" bûn, û nîşan bi alîkarîya darayî ya ku ew pêşkêş dikin kirin.

Ev di çarçoveya xêrdarîyê de tê encamdayîn, lê di rastî de ewdi çarçoveya stratîjîyeke hesabkirî de tê bo zêdekirina bandora Îranî li herêmê, pisporan ji Diyaruna re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev fitneyeke mezin ji ber ku Îran dixwaze ku şer ji welatê xwe bi dûr bihêle. Ew bû [îran] ya ku Îraq, Sûrîya û Yemen wêran kirin.

BERSIV BIDE

Çi qewimî ye? Xwedayê min di mirin û jîyana we de we biparêze, o, birayên Îranî! We piştevanîya rêya rast kir li hember rêbaza çewt a Erebistana Siûdî û hevalbendên wê. Xwedê serkeftinê bikî nesîbê me û we li hember komên terorîst û rêberên wan ên Cihû, û li hember Erebistana Siûdî, Îmarat, Behrên û Qeter!

BERSIV BIDE