Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq hêzên ewlekarî yên bêhtir li dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re bi cih dike

Faris Omeran

Leşkerekî Îraqî ji Firqeya 20ê ya artêşê di 23yê Kanûna Duyem de xaleke serbazî li ser sînorê Îraq-Sûrîyayê diparêze. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî ji Firqeya 20ê ya artêşê di 23yê Kanûna Duyem de xaleke serbazî li ser sînorê Îraq-Sûrîyayê diparêze. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî hebûna xwe ya ewlehî li ser sînorê bi Sûrîyayê bi hêz kir bo rêgirtin li ber operasyonên qaçaxkirinê yên bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xwe dispêrin wan bo berdewamkirina hebûna xwe, li gorî berpirsên hikûmetê û serkirdeyên serbazî.

Wan got ku ligel qaçaxîya pêdivîyan di sînor re, bi rêya pêkanîna operasyonên nehênî bo temwîlkirina rêxistinê, DAIŞê hewl da ku sûdê ji xalên lawaz ên di ewlehîya sînor de hene wergire bo veguhestina çekdaran di navbera herdu welatan de.

Berpirsyarîya parastina ewlehîya zincîra sînorî ya 600-kîlometr di navbera Fermandarîya Zêrevanên Sînor yên Wezareta Hundir û Fermandarîyên Operasyonên Enbarê û Rojavayê Nînewayê yên Wezareta Berevanîyê hevbeş e.

Ev hêz operasyonên ramaliştinê li deverên biyabanî li nêzî sînor pêk tînin û rêçikên ku qaçaxçî û milîtan bo çûnûhatina di navbera Îraq û Sûrîyayê de bi kar tînin.

Serkirdeyine Îraqî sazîyeke ewlehî ya ku çavdêrîya zincîra sînorî ya bi Sûrîyayê re dike roja 1ê Tîrmehê pişkinîn dike. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Zêrevanîya Sînor]

Serkirdeyine Îraqî sazîyeke ewlehî ya ku çavdêrîya zincîra sînorî ya bi Sûrîyayê re dike roja 1ê Tîrmehê pişkinîn dike. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Zêrevanîya Sînor]

Operasyoneke mezin roja 10ê Mijdarê li navçeya sînorî hat pêkanîn, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş lîwa Tehsîn Xefacî ragihand.

Ev di çarçoveya zincîrek ji operasyonên bi pêşengîya fermandarîyên operasyonên serbazî bo paqijkirina navçeyên sînorî şanên DAIŞê û nehiştina çavkanîyên wan ên dahatê de tê.

"Xebat giranîyê didin nehiştina hebûna terorîstan li biyabanê û nehiştina çalakîyên wan, ligel bidawîkirin hebûna komên tawanên organîzekirî, qaçaxçîyan, bazirganên dermanên hişbir, û sepandina kontroleke mezin li ser sînor," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku gelek veşartgeh û çekên DAIŞê hatine dîtin û wêrankirin di operasyonan de, yên ku heta bi bakur û başûrê çemê Feratê didin ber xwe.

Hêzên ewlekarîyê deverên Cazîrê û Qaim, û deverên li başûrî rêya navdewletî bi alîyê Sûrîya û Urdunê de ramaliştin.

Ev operasyon hevdem ligel gihiştina hêzên piştevanîyê bi awayekî berdewam bo navçeya sînorî li Feratê Jorîn pêk tên, ku qala derbasbûna DAIŞê bi dizî ji Sûrîyayê û çalakîyên qaçaxîyê tê kirin.

Xebatin bo asêkirina sînor

Parlemantarê Îraqî yê ji Diyalayê Ebdul Xaliq Ezawî ji Diyaruna re ragihand ku rewşa ewlehî ya li deverên sînorî "bi awayekî berçav baş bûye, bi saya bicihkirina yekîneyên artêşê û polîsê sînor, ku ew bi pîşedarî kar dikin".

Wî dîyar kir ku ev xebatên pagerîyê bi xebatên asêkirina sînor tên temamkirin, ku ji nûjenkirina xalên sînorî yên li ser destê DAIŞê hatine wêrankirin tên pêkanîn.

Sîstemeke tevgir a kospan tê avakirin: satirê axî, xendeqeke sê-metran fireh, xetek demir û têl, sûreke bi alavên çavdêrîkirinê û burcên konkrêt ên bi kamîrayên germbar hatine zêdekirin.

Ezawî da zanîn ku 18 milyar dînarên Îraqî (15 milyon dolar) bo pêşxistina sîstema hêzdarkirinê hatine terxankirin, ku ev yek dê fişara li ser hêzên ewlekarîyê heyî kêm bike û dê ewlehîya sînor baştir bike.

Wî got ku DAIŞê dewlemendîyeke yekcar mezin di salên ji 2014an heta bi 2017an bi dest xist, lê piştî wê navendên bajarî ji dest dan, çekdarên wan ên mayî hewl dan ku cihekî ji xwe re li biyabana di navbera Îraq û Sûrîyayê peyda bikin.

Wî got ku ev deverên biyabanî penageheke ewleh in bo torên DAIŞê yên veguhestina çekan û çekdaran, torên ku hemû corên qaçaxîyên pêk tînin.

Wî got ku lê ewlehîya xurt a sînor hewlên rêxistinê yên sûdwergirtin ji dergehên sînorî asteng kirin, lewra jî rêxistinê berê xwedaye revandinê û moxleçîyê bo bidestxistina dahatan.

Hêzên ne fermanrewa ewlehîyê têk didin

Tevî xebatên ku bo ewlehkirina sînorî bi Sûrîyayê re hatine pêşxistin, hîn hebûneke berçav a çekdarên DAIŞê heye, xebîrê di warê serbazî de Celîl Xelef Şweyil ji Diyaruna re ragihand.

Hebûna hêzên serbazî û sîstemên koleçanê bi awayekî berçav çalakîyên bermahîyên DAIŞê pir kêm kirine, lê bi temamî bi dawî nekirine, wî ji Diyaruna re ragihand, ku rêxistin berdewam e di veguhestina çekdar, çekan û pêdivîyên lojistî bi qaçaxî.

Wî teqezî li ser girîngîya "bidawîkirina hebûna hêzên çekdar ên nefermî li deverên sînorî û belavkirina hêzên ewlekarîyê kir".

Şweyil got ku divê hêzên Îraqî "bi tenê berpirsyar bin ji parastina ewlehîyê li vê navçeyê û nehiştina gefên terorîstan".

Wî got ku ji dema jinavbirina DAIŞê di dawîya sala 2017an de, milîsên ser bi Îranê hewl didin ku hebûna xwe li deverên sînorî berfireh bikinbi rêya avakirina baregeh û kampên serbazî li bajarokê Qaimêû li alîyê Sûrî yê sînor.

Şweyil teqez kir ku hebûna her komekê li dervayî vîna dewletê û karkirina wê bo ajandayên biyanî "gefeke mezin ku xebatên kontrolkirin û ewlehkirina sînor beravêtî dike".

Wî bal kişand ser girîngîya bihêzkirina bawerîya di navbera xelkê û hêzên Îraqî de bo nehiştina şanên DAIŞê û çikandina çavkanîyên wan ên dahatê

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500