Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî şer li dijî bermahîyên DAIŞê li biyabana Enbarê dijwar dikin

Xalid Taî

Artêş û şervanên êlan roja 15ê Cotmehê nasnameya ajokarekî li deverekê li biyabana li rojavayê Enbarê pişkinîn dikin. [Wêne ji hêzên êlan ên Ferata Jorîn e]

Artêş û şervanên êlan roja 15ê Cotmehê nasnameya ajokarekî li deverekê li biyabana li rojavayê Enbarê pişkinîn dikin. [Wêne ji hêzên êlan ên Ferata Jorîn e]

Artêşa Îraqî û hêzên êlan li rojavayê parêzgeha Enbarê planeke ewlehî pêk tînin bo dijwarkirina şerê li dijî bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Hêzên êlên Ferata Jorîn, li gorî fermana alîyên ewlehî yên têkildar, planeke ewlehî ya nû bi artêşa Îraqî re dest pê kirin, eqîd Mûsa Sened Kerbûlî, yê ku fermandarîya hêzan dike, Sêşemê (20 Cotmehê) ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku plan ji bicihkirina hêzêke mezin a şervanên êlan li rojavayê Enbarê, pêkanîna xebatên parêzî û ramaliştina rûberên mezin ji biyabanê bo dîtin û têkbirina veşartgehên DAIŞê pêk tê.

Wî da zanîn ku di çarçoveya operasyonan de, dê hêz agahîyên kesane yên xelkê û şivanan pişkinîn bikin li gorî databêzeke elektronî ku nav û nasnameyên endamên DAIŞê dihundirîne.

Lêşkerên Hewalgirîya Serbazî roja 18ê Îlonê komek rokêt li nava tunêleke DAIŞê li biyabana Hîtê, li rojavayê Enbarê dibînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Lêşkerên Hewalgirîya Serbazî roja 18ê Îlonê komek rokêt li nava tunêleke DAIŞê li biyabana Hîtê, li rojavayê Enbarê dibînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku di heftîyên dawî de, hêzên hevbeş operasyonên lêgerînê yên "himbiz" li gund û deverên biyabanî yên li nêzî bajarokê Qaimê li ser sînorê bi Sûrîyayê re pêk anîne,

Deverên lêgerîn li wan tên bicihanîn ev in: Benyan Sehlî, Kaara, Qaîdat Saed, Raha, Ukêşa, Xabet Menex, Daye, Amerî, Mîras Îd, Manei, Denheş, Ewd el-Ebid û Mudaisis, û projeya çandinîyê li başûrê Qaimê.

Kerbûlî daxuyand ku hêz misyon û xebatên xwe bi rêya planên baş û lêgerîna bi hûrbînî li veşartgehên DAIŞê, yên jêrzemîn jî, pêk tînin.

"Plan, karîn û ezmûndarîya me ya pêwîst bo nehiştina hebûna bermahîyên koma terorîst li biyabanê hene," wî teqez kir.

Serkêşekî DAIŞê tê kuştin

Kerbûlî ragihand ku serkêşekî xuyayî yê DAIŞê di operasyonan de hatiye kuştin. Ebû Salih Zuxêxa, ku "berpirsê ewlehîya" rêxistinê bû li biyabana Enbarê, bû armanca êrîşeke li ser veşartgeha wî li devera Seqer, li navçeya Rutbayê.

Jineke ku ligel wî bû hat kuştin, û komek ji milîtanan karîn birevin, û lêgerîna li wan berdewam e.

Kerbûlî got ku Zuxêxa berpirsyar e ji kuştin û revandina gelek şivan û sivîlan li devera biyabanî ya Kubeysayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500