Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq navendeke sereke ya polîs li ser sînorê Sûrî vedike

Xalid Taî

Endamên ewlekarîyê yên Îraqî têlên bistrî li ser xeta sînorî ya bi Sûrîyayê re bi cih dikin di vê wêneya ku 14ê Cotmeha 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Zîrevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Endamên ewlekarîyê yên Îraqî têlên bistrî li ser xeta sînorî ya bi Sûrîyayê re bi cih dikin di vê wêneya ku 14ê Cotmeha 2019an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Zîrevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Dîsa nevendeke polîsê li ser sînorê bi Sûrîyayê re tê vekirin, li gel planên vekirina pêncên din jî yên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ)ê ve hatibûn wêrankirin, Fermandarîya Hêzên Zîrevanîya Sînor Çarşemê (18ê Adarê) ragihand.

Navenda Welîd a li nêzî dergeha Welîd dîsa hat vekirin da piştgirîyê bide xebatên xurtkirina ewlehîyê li dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re, Fermandarê Hêzên Zîrevanîya Sînor ferîqê rikin Hamid Husênî ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ev yekem navenda sereke ya tê vekirin û vedigere xizmetê ye.

Husênî da zanîn ku çar navendên mezin ên din jî dê vebin û focan bigirin nava xwe, ew jî di çarçoveya sektora Lîwaya 4an a Zîrevanîya Sînor de.

Endamekî Hêzên Polîsê Sînorî bi rêya kamîreyan çavdêrîya sînorên Îraqî-Sûrî dike di wêneyeke de ku 25ê Mijdara 2019an li ser înternêtê belav bûye. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Zîrevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Endamekî Hêzên Polîsê Sînorî bi rêya kamîreyan çavdêrîya sînorên Îraqî-Sûrî dike di wêneyeke de ku 25ê Mijdara 2019an li ser înternêtê belav bûye. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Zîrevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Wî got ku di nav de navendên "Başûrê Welîd" û "Şehîd Mulazim 1 Ebû Bekir", herwiha dê navendeke pêncan jî li sektora Lîwaya 15an a Zîrevanîya Sînor be.

Binesazîya sînorê Îraqî-Sûrî, ku navendên wê yên kontrolê hemaneke navendî ne, rastî bombe û wêrankirina çekdarên DAIŞê hatin.

Husênî dîyar kir ku "gava me dîsa sînor kontrol kir (di dawîya 2017an de), hingê 200 nanvend û xalên polîsê ji alîyê terorîstan ve hatibûn wêrankirin".

Ji ber vê jî, Zêrevanên Sînor kon û karwan li dirêjahîya sînor danîn, hevpeymanîya navdewletî jî 100 navendên gerok, alavên piştevanîyê û otombêl dan fermandarîya sînor.

Wî anî ziman ku Fermandarîya Zêrevanîy Sînor herwiha "15 navendên biçûk li bakur û başûrê bajarê Qayîmê li ser sînorê Sûrî jî vekirin".

Asêkirina zincîra sînorî

Husênî dîyar kir ku xebatên asêkirina zicîra sînorê bi Sûrîyayê re berdewam in, ku heya dirêjahîya 610 km li parêzgeha Enbar û Nînewayê dirêj dibe.

Wî daxuyand "îroj bêhtirî 300 km ji zincîra sînor bi temamî parastî ne, bi taybet li devera Baxozê (bakurê çemê Feratê), herwiha devera ku dirêjî başûrê bajarê Qayîmê dibe û heya bi dergeha Welîd ve diçe".

Husênî got, asêkirin "sîstemeke tekûz e ku di nav de rêbendên axî, xendek, têlên BRC, kamîrayên çavdêrîyê yên germî û bircên çavdêrîyê hene".

Herwiha "xalên zêrevanîyê û pagerên ku zincîra sînorî bi berdewamî pişkinîn dikin hene, bo nehiştina derbasbûna bi dizî ya terorîstan".

Wî got projeyek danîna kebilekî dîtbarî bo devera sînorî ya Îraqî-Sûrî hat pêkanîn, ku dê peywendî, veguhestina wêne û datayan ji zincîra sînorî bo navenda çavdêrîya elktronîk a li Bexdayê baş bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500