Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî êrîşeke DAIŞê ya li ser navçeya sînorî ya bi Sûrîyayê re vala derdixin

Xalid Ta'î

Efserên Îraqî çavdêrîya sînorê di navbera Îraq û Sûrîyayê de dike. [Wêne ji Pasevanîya sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Efserên Îraqî çavdêrîya sînorê di navbera Îraq û Sûrîyayê de dike. [Wêne ji Pasevanîya sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên sînorî yên Îraqî Yekşemê (14ê Cotmehê) bersiva êrîşeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji nav xaka Sûrîyayê de, li devera sînorî ya li nêzî Qaimê li parêzgeha Enbarê, Fermandarîya Pasevanîya Sînor ragihand.

Hêzên Îraqî yên li ser sînor cih digirin di amadebaşîyê de bûn piştî qewimîna êrîşeke DAIŞê li ser xalên sînorî yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD), Fermandarê Pasevanîya Sînor, ferîq Hamif Ebdulah Brahîm ji Diyaruna re Duşemê ragihand.

"Êrîşê ji xaka Sûrîyayê dest pê kir, li tenîşt deverên bakurî yên ser bi bajarê Qaima Îraqê," wî got, û da zanîn ku DAIŞê hewl da ku sûdê ji tozbarînê werbigire ji ber wê banor li ser dîtinê kir li devera ku operasyon lê pêk hat.

"Yekîneyên Lîwayê Komandosên Sînor bersiva êrîşê da û dijmin neçar kirin ku bi lez ji zincîra sînor bireve, û rê li ber her derfeteke [ya endamên DAIŞê] derbaskirina sînor bo nav xaka me girtin," Brahîm got.

Leşkerekî Îraqî sînorê bi Sûrîyê re çavdêrî dike ji çavdêrgehekê. [Wêne ji Pasevanîya sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî sînorê bi Sûrîyê re çavdêrî dike ji çavdêrgehekê. [Wêne ji Pasevanîya sînor ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî haydar bûn di çavdêrîkirina hewldanên derbasbûna bi dizî de, û "amade bûn ji têkbirina planên wan de", wî got, û da zanîn ku hêzên Îraqî xwedan planeke kar a bihêz û giştgîr in bo parastina ewlehîya sînor.

Plana asêkirina sînor "baldarîyê dide pêşxistina zîrekîyên şervanên sînor bi hevahengî ligel hêzên hevpeymanîya navdewletî", Brahîm got, û da zanîn ku leşkerên Îraqî "bi giranî cih girtine û xwe di xalên serbazî de asê dikin".

Dirêjahîya sînorê Îraqê bi Sûrîyayê re dora 600 kîlometer e, wî anî ser ziman, "lê em xebatek mezin didin pêş bo ewlekirina sînor".

"Me xendeq kolane satir durist kirine û burcên konkrêt ava kirine bi dirêjahîya 100 kîlometran li seranserê zincîra sînorî, û her kîlometrekê me burcek danîye," wî got.

"Em karê xwe didomînin bo çandina mesafeya meyî bi burcan," wî got, û da zanînsîstemeke kamîrayên li ser germahîyê û sûrekî ewlehîtên danîn di çarçoveya rêkarên çesipandina ewlehîyê.

Nehiştina xwevedizîn û qaçaxîyê

Brahîm got ku meha borî, komeke endamên DAIŞê, bi serokatîya cîgirekî walîyê DAIŞê, hewl da bi dizî ji Sûrîyayê derbas bibe.

Komê dixwest derbasî Îraqê bibe "bo pêkanîna operasyoneke terorî li parêzgeha Selahedînê", wî got.

Wî got ku "ew serokê terorîst hat kuştin," û bi tenê du kesên pê re karîn xwe xelas bikin, ku heft ji wan Afxanî bûn, û herwiha çekdarên Îraqî û yên biyanî ji neteweyên cuda hebûn.

Wî got ku du endamên DAIŞê hatin girtin di operasyonê, û çek û dronên wan hatin desteserkirin.

Brahîm got ku hêzên Pasevanîya Sînor çalak e di têkbirina hewlên qaçaxkirina dermanên hişbir de di sînorê rojavayî yê Îraqê de.

Brahîm eşkere kir ku wan endamên gelek komên çete girtine, ku yên herî dawî du qaçaxçî li navçeya Rutbayê bûn "yên ku hatin girtin dema wan qasên mezin ji narkotîkan bi qaçaxî derbas dikir", û ew ji alîyê dadwerîya Îraqî ve bi bihûrandina tevahîya jîyanê di zindanê de hatin dadgehkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500