Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Milîs nahêlin cotkarên Qaimê vegerin ser zevîyên xwe

Faris Omran

Cotkarekî Îraqî li navçeya Qaimê ya parêzgeha Enbarê di 14ê Nîsanê de berhemên xwe di hundurê şetilgehekê ê de kontrol dike. Cotkarên parêzgehê gilî dikin ku milîsên ku Îran piştgirîyê dide wan nehiştine ku ew vegerin warê xwe û milkê xwe vegerînin. [Wêne ji Birêveberîya Çandinîyê ya Qaimê hatiye wergirtin]

Cotkarekî Îraqî li navçeya Qaimê ya parêzgeha Enbarê di 14ê Nîsanê de berhemên xwe di hundurê şetilgehekê ê de kontrol dike. Cotkarên parêzgehê gilî dikin ku milîsên ku Îran piştgirîyê dide wan nehiştine ku ew vegerin warê xwe û milkê xwe vegerînin. [Wêne ji Birêveberîya Çandinîyê ya Qaimê hatiye wergirtin]

Cotkarên ji navçeya Qaimê ya Enbarê ku ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve ji zevîyên xwe hatibûn derxistin gilî dikin ku milîsên ku Îran piştgirîyê dide wan nehiştine ku ew vegerin warê xwe û milkê xwe vegerînin.

Hêzên Îraqî yên ku ji hêla Hêzên Heşda Şaebî ve têne piştgirîkirin berî sê salan DAIŞ ji devera "Projeyên Çandinîyê" li başûrê navçeyê derxistin.

Lê piranîya vê devera gundewarî hîn di bin bandoramilîsên ku li jêr sîwana Heşda Şaebî dixebitinde ne, ku hin ji wan, bi taybetî Ketaib Hizbulah, ji hêla Îranê ve tên piştgirîkirin. Milîsan ev dever xistiye navçeyeke serbazî ya girtî.

Cotkarê ji navçeyê Ebû Elî, ku xwest navê wî yê tam neyê eşkerekirin, ji Diyaruna re got ku ew geşbîn bû dema ku DAIŞ ji devera wî hate derxistin, û hêvî dikir ku ew dê vegere û erdê xwe cot bike, ku ew tek çavkanîya wî ya dahatê ye.

Navçeya Qaim, ku di 18ê Nîsanê de li vir tê dîtin, warê hejmarek ji projeyên çandinîyê ye, ku tê de berhemên cûrbecûr têne çandin. [Wêne ji Birêveberîya Çandinîyê ya Enbarê hatiye wergirtin]

Navçeya Qaim, ku di 18ê Nîsanê de li vir tê dîtin, warê hejmarek ji projeyên çandinîyê ye, ku tê de berhemên cûrbecûr têne çandin. [Wêne ji Birêveberîya Çandinîyê ya Enbarê hatiye wergirtin]

Lê belê ew bêhêvî bû, piştî ku bihîst ku milîsên li deverê hatine bicihkirin nahêlin ku xelk vegerin, bi behaneya ku hîn bombe û mîn nehatine paqijkirin.

Wî got ku "ev yek bi tenê behane ne, ji ber ku ev demeke dirêj e ku dever hatiye rizgarkirin," û dîyar kir ku demeke dirêj bo bo paqijkirina teqemenîyan hebû.

Li gorî niştecihên xwecihî, milîsan fişar li berpirsên xwecihî yên Qaimê kirine, û ji wan xwestine ku daxwazên niştecihên koçber ku bi leez vegerin warên xwe qebûl nekin.

Wan bal kişand ser rewşa deverên din ên Îraqê, ku milîsên ku Îran piştgirîyê dide wan cotkar neçar kirine ku bacan li hember mayîn an vegera bo nav zevîyên xwe bidin.

Milîs zevîyên çandinîyê digirin

Şirovekarê siyasî Xanim Abid ji Diyaruna re got ku ne tenê rewşa Projeyên Çandinîyê yên Qaimê wiha ye, lê belê ev bi salan e ku niştecihên wê piştî rizgarkirina bajarên wan di kampên koçberîyê de dimînin.

Wî da zanîn ku niştecihên Curf e-lSexirê, li başûrê rojavayê Bexdayê, di heman rewşê de ne, ji ber ku milîs deverê wekê bingeheke ji bo operasyonên xwe bikar tînin.

"Ev mesele êdî ne veşartî ji ber ku milîsan, bi pêşengîya Ketaib Hizbulah, dest danîye ser mal û zevîyên niştecihên wan deveran û ew kirine wargeh û embarên çek û alavên şerkirinê," wî got.

Abid got ku ew herwiha zindanên veşartî û navendên girtinê yen li wir di dest xwe da dihêlin.

Ligel hewla veguherandina deverên di bin destê wan de bo bingehên serbazî, milîs herwiha hewl didin ku çavkanîyên xwezayî yên li van deveran bi kar bînin, wî got.

Wî dîyar kir ku devera Projeyên Çandinî dewlemendîyeke aborî ku Ketaib Hizbulah û milîsên din hewl didin desteser bikin dabîn dike û anî ziman ku çavên wan li cihê wê yê stratejî yê li nêzîkî sînorê bi Sûrîyayê re ye.

Peydakirina hebûnekê li vê deverê dê ji wan re bibe alîkar ku bandora xwe berfireh bikin û operasyonên qaçaxîyê hêsan bikin, wî got.

Navçe warê bi sedan projeyên çandinîyê ye û ew gelek tiştan berhem dike, ji fêkî û şînkatî heta bi berhemên stratîjî yên mîna genim û ceh, ligel xweyîkirina sewal û dewaran.

Derfetên kar li ber nemanê ne

Berpirsên Qaimê banga vekişîna milîsan ji nav dora 500 projeyên çendinîyê yên xelkê deverê dikin, û dibêjin ku ev proje rawestiyane tevî berdestbûna aramîya rewşa ewlehî li navçeyê.

Dora 1,600 projeyên çandinîyê li navçeyê rawestiyane ji ber ziyana ku di dema şerên derxistina DAIŞê de qewimîye û kêmîya kehrebeyê.

Çandinî li vê deverê ji navçeya Qaimê jêdera serekî ya debara xelkê deverê ye, ku piranîya wan cotkar in, Xazî Feysel Husên, şêwirmendê di Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratîjî de ragihand.

Hinek sewalan xweyî dikin û şînkatîyan diçînin, û hineke din bazirganîyê li tenîşt karên çandinîyê û sewaldarîyê dikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Îroj bi sedên malbatên bêwar nikarin vegerin xanîyên xwe û karên xwe li nava zevîyên xwe, yên ku jêdera sereke ya dahata wan in," Husên got.

"Ketaib Hizbulah, ligel milîsên din [ên girêdayî Îranê], ziyanê dighînin rewşa aborî li vê navçeyê û navçeyên din, di nav de têkbirina aborîya xwecihî bi awayekî berfireh," wî got.

"Çalakîyên milîsan ji welat û aborîya niştîmanî re ziyanbar in, bi rêya bikaranîna samanên giştî û qaçaxîya dermanên hişbir" û pêdivîyên din bo berjewendîyên xwe yên darayî, wî got.

"Destdanîna milîsan li ser milkên xelkê bi darê zorê binpêkirineke mezin," wî got. "Divê xelk ji malên wan neyên derxistin û bi darê zorê ji deverên wan neyên dûrkirin û divê ew ji mafê vegerê û berdewamkirina karên xwe û jîyana xwe ya asayî neyên bêparkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500