Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 3 endamên DAIŞê giritn dema ku wan hewl dida bi dizî ji Sûrîyayê derbas bibin

Xalid Taî

Endamine DAIŞê ji hêla hêzên Îraqî ve roja 14ê Tebaxê hatine girtin dema ku wan hewl dida di sînor re ji Sûrîyayê derbas bibin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Endamine DAIŞê ji hêla hêzên Îraqî ve roja 14ê Tebaxê hatine girtin dema ku wan hewl dida di sînor re ji Sûrîyayê derbas bibin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Duşemê (21ê Îlonê) sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin piştî ku ew ji Sûrîyayê di sînor re derbas bûn.

"Artêşa Îraqî û hêzên zêrevanîya sînor sê terorîstên DAIŞê yên ku di sînor re derbasî bajarokê Qaimê bûbûn girtin," fermandarê êlên Enbarê Şêx Qeterî Semermed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku yek ji kesên hatine girtin fermandarekî bi navê Ebû Muhemed el-Îraqî bû, yê ku serpereştîya komkirina alîkarîya diravî bo endamên DAIŞê û malbatên wan dikir.

Wî got ku çekdar di kemînekê de hatin girtin, ku li ser bingeha agahîyên hewlgirî yên ku ji hêla Ajansên Ewlehîya Niştîmanî û Hewalgirîya Niştîmanî hatibûn dabînkirin.

Hêzên zêrevanîya sînor ên çavdêrîya zincîra sînorî ya bi Sûrîyayê re dikin di 16ê Nîsanê de. [Wêne ji Fermandarîya Zêrevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Hêzên zêrevanîya sînor ên çavdêrîya zincîra sînorî ya bi Sûrîyayê re dikin di 16ê Nîsanê de. [Wêne ji Fermandarîya Zêrevanîya Sînor hatiye wergirtin]

Obêdî got ku operasyon di çarçoveya xebateke berfirehtir de ji hêla hêzên ewlekarîyê ve bo rêgirtin li ber hewlên DAIŞê yên derbasbûna bi dizî ji Sûrîyayê tê, û da zanîn ku herî kêm çar hewlên derbaskirina sînor her meh tên têkbirin.

Wî got ku erkê ewlehkirina sînorê bi Sûrîyayê re dikeve ser milê hêzên Îraqî ji ber ku hêzên Sûrî li gelek deverên sînorî yên raserî Îraqê tune ne.

Xurtkirina ewlehîya sînor

Dora 350 kîlometr ji zincîra sînorî ya di navbera biyabana Enbarê û biyabana parêzgeha Humsê li Sûrîyayê "pir zehmet e were ewlehkirin", wî daxuyand, "ji ber ku tu hebûneke ewlehî ya hêzên Sûrî li wê navçeyê tune ye".

"Çeteyên DAIŞê sûdê ji valahîya ewlehî ya li wir werdigirin bo bi dizî derbasî Îraqê bibin, lê dîsan hêzên me wan digirin, ku ew bi çirûpir çavdêrîya 800 kîlometran ji sînorê bi Sûrîya, Urdun û Erebistana Siûdî re dikin" Obêdî da zanîn.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê li xalên çavdêrîyê yên li ser sînor bi cih dibin û pagerên ewlekarî bi awayekî berdewam pêk tînin.

"Lê hêzên bêhtir pêwîst in bo ewlehkirina xalên lawaz ên ku kendûkozên wan sext in û derfetê didin terorîstan ku bi dizî derbasî Îraqê bibin, bi taybetî dema ku rewşa keşûhewayê ne baş be," wî da zanîn.

Obêdî teqez kir ku pir girîng û pêwîst e ku kamîrayên germbar, têlên direh û sûrên BRC yên bêhtir werin danîn.

Obêdî eşkere kir ku Wezareta Hundir plan dike ku12,000 hêzên ewlekarîyê li ser sînorê rojavayî bi cih bike bo piştgirîkirina hêzên ewlekarîyê yên li wir bicihbûyî.

Ew endamênhêzên serbazî yên ku vê dawîyê dîsan hatine damezrandin dihundirîne, ên ku girêbestên wan hatibûn bidawîkirin ji ber ku ew nevegerîyan xalên xwe piştî bûyerên ewlehî yên piştî êrîşa DAIŞê di nîvê 2014an de.

Leşkerên vegerîyayî niha rahînanê li baregehên Eyn Esed li Enbarê û Tacî li Bexdayê dibînin bo bilindkirina asta amadebaşîya wan a fizîkî û şerkirinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500