Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 6 çekdarên DAIŞê di şikefteke biyabanî de dikujin

Xalid Taî

Di vê wêneyê de leşkerine Îraqî dest bi operasîyoneke paqijkirinê li nêzî sînorê Sûrîyayê dikin bo dîtina veşartgeh û derbaskerên DAIŞê, wêneya ku di 16ê Gulanê de li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di vê wêneyê de leşkerine Îraqî dest bi operasîyoneke paqijkirinê li nêzî sînorê Sûrîyayê dikin bo dîtina veşartgeh û derbaskerên DAIŞê, wêneya ku di 16ê Gulanê de li ser internetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî roja Duşemê (21ê Gulanê) şeş çekdarên "Dewleta Îslamî"(DAIŞ) li Parêzgeha Enbarê kuştin piştî dorpêçkirina veşartgeha wan.

Artêş û hêzên êlan operasîyon piştî wergirtina agahîne hewalgirî pêk anîn ku komek ji çekdarên DAIŞê di şikeftekê di kûrahîya biyabanê de veşatî bûn, dora 40 kîlometrî li bakurî Rewayê ye, Şêx Qetrî Obêdî serokê êleke Enbarê got.

Wî got ku hêzeke leşkerî, bi piştevanîya çekdarên êla Ebû Nimr û balefirên artêşê berê xwe dan cihê ragihandî û şikeft ji hemû alîyan ve dorpêç kirin.

Şeş endamên DAIŞê yên di şikeftê de veşartî bûn di êrîşeke asmanî de hatin kuştin.

Hêzên Îraqî veşartgeheke kevin ku DAIŞê dest jê berdabû li biyabana Enbarê ya rojavayî dirûxînin di vê wêneyê de. [Wêne ji ofîsa Firqeya 8an a piyade hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî veşartgeheke kevin ku DAIŞê dest jê berdabû li biyabana Enbarê ya rojavayî dirûxînin di vê wêneyê de. [Wêne ji ofîsa Firqeya 8an a piyade hatiye wergirtin]

"Çekên sivik û depoyên pêdivîyan bi teroristan re hatin dîtin, terorîstên ku di veşartgehê de hatin kuştin," Obêdî got.

Fermandarîya operasîyonên Cezîrê û Firqeyên 7ê û 8ê yên artêşê û hêzên êlî bi operasyonên "serkeftî û çalak" û berdewam radibin ku çeperên mayî yên DAIŞê li biyabana bakurî armanc dikin, Obêdî anî ser ziman.

"Erkekî ewlekarî yê hevbeş rojane li cem me heye û em dê operasyonên lêgerînê li deverên biyabanî yên dûr berdewam bikin, wî go. "Di pêvajoya van erkan de, em her carê veşartgehên kevin ên teroristan yan jî xaline germ ku rêxistinê li pey xwe hiştine, dibînin û wan yekser dirûxînin.

Gundên biyabanî digerin

Hêzên Îraqî roja Yekşemê (20ê Gulanê) bi operasîyoneke lêgerînê rabûn li çar gundên biyabanî li bakurî Rewayê: Tamîşan, Semawî, Xanifîs û Um Wûşê.

Sê veşartgeh ku DAIŞê li pey xwe hiştibûn ku 19 bombeyên bidestçêkirî û 3 bombeyên mişt bi teqemenîyên C-4 di operasyonê de hatin rûxandin.

Xebatên çavdêrîya sînor ên zêde "derbaskirina teroristan ji erdên Sûrîyayê heta Îraqê kêm dike", Obêdî got.

"Ajansên ewlekarîyê zincîra sînorî ya bi Sûrîyayê re bi hûrbînî çavdêrîyê dikin û rêkarine hişk bo neherikîna çi teroristî pêk tînin", wî got. "Sînor li jêr çavdêrîyeke hişk e û her derbasbûneke bi dizî bi lez kifş dibe û ew bi awayekî hişk pê re eleqedarî dibe."

Hêzên Îraqî Pêncşemê du endamên DAIŞê girtin ku wan hewl dida di sînor re ji Parêzgeha Hisiçayê derbasî Îraqê bibin.

Her du zilamên xwestî, yek ji wan endamê "polîsê şerîetê" yê DAIŞê bû, derbasî daveke ku Birêveberîya Hewlgirîya Serbazî pêk anîbûn bûn.

Berî rojekê, endamekî DAIŞê ku ji gundê Dişêşaya Sûrîyayê reviyabû di operasyoneke parêzî de, hate kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hevjînê min li Xaimê dixebite, û ez pir li ser selametîya wî nîgeran im. Xwedayo, me ji şerê DAIŞê û dijminên Şîe biparêze. Xwedayo, hemû leşker û kesên ku berevanîya li Malê [mala Pêxember] û rûmeta Şîeyan dikin biparêze.

BERSIV BIDE

Destxwesh!

BERSIV BIDE

Destxweş ji ber agahî û nûçeyên we. Hêvî dikin gelê Îraqê di nav Kurd jî karîbe weke birayan bê kêşeyan mîna yên salên 70yî bijî, dûrî dejberîyên tayîfgerî.

BERSIV BIDE