Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq dest bi lêpirsînekê derbarê kuştinên li Ferhatîyayê dest pê dike

Faris Omran

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî û berpirsên ewlekarî di 18ê Cotmehê de li xizmên yekî ji qurbanîyên komkujîya Ferhatîyayê, parêzgeha Selahedînê guhdarî dikin. [Wêne ji ofîsa mîdyayê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî û berpirsên ewlekarî di 18ê Cotmehê de li xizmên yekî ji qurbanîyên komkujîya Ferhatîyayê, parêzgeha Selahedînê guhdarî dikin. [Wêne ji ofîsa mîdyayê ya Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî komîteyeke taybet pêk anî daku di kuştina heşt sivîlan li parêzgeha Selahedînê lêpirsînê bike hevdem ligel qehra cemawerî ya berfireh, ku gelek Îraqîyan ew weke "komkujî" bi nav kir.

Hêzeke bi gelek çekan çekdar girte ser gundê Ferhatîyayê li navçeya Beledê di berbanga Şemîyê de (17ê Cotmehê) û 12 mêrên ciwan revandin, ew ber bi devereke nenaskirî ve birin.

Sibehê zû, fewcên polîs ên rewşên lezgîn ên Selahedînê heşt laşên ku şûna guleyan li ser wan hebû kifş kirin, dema ku çarenûsa her çarên mayî nenaskirî dimîne.

Haştagên komkujîya #Salaheddine_massacre #Farhatiya_bi awayekî berbelav di betlaneya dawîya heftîyê de belav bû, ku bikarênerên mîdyaya civakî yên Îraqî yên qeherî wêneyên kesên sivîl ên hatine kuştin bi par ve kirin û milîsên çekdar bi bicihanîna tawanê tawanbar kirin.

Îraqî di 18ê Cotmehê de xuleke bêdeng ji bo qurbanîyên êrîşa li ser gundê Ferhatîyayê, parêzgeha Selahedînê li dar dixin. [Wêne ji Birêveberîya bBelavkirina Kehrebeyê ya Selahedînê hatiye wergirtin]

Îraqî di 18ê Cotmehê de xuleke bêdeng ji bo qurbanîyên êrîşa li ser gundê Ferhatîyayê, parêzgeha Selahedînê li dar dixin. [Wêne ji Birêveberîya bBelavkirina Kehrebeyê ya Selahedînê hatiye wergirtin]

Kazimî, ligel berpirsên payebilind, di pîşwazîyeke ezayê bo qurbanîyan beşdar bû roja Yekşemê.

Wî di daxuyanîyekê de got ku mafên qurbanîyan "dê bi rêya yasayê were parastin" û ku ew bi xwe lêpirsînên ku dest pê kirine dişopîne.

Wî got ku tawanbar dê "ji alîyê dadgehê ve werin cizakirin ne bi kirinên tolhildanê" û anî ziman ku tawanbar dê ji dadê nerevin.

Malbatên qurbanîyan Hêzên Heşda Şaebî sûcdar dikin

Ligel komîteya lêpirsînê ya hikûmetê, serokê parlemana Îraqî Muhemed Helbûsî komîteyek ji endamên komîteya berevanîyê û ewlekarî ya parleman çêkir daku lêpirsînê di tawanên de bike.

Herdu komîteyan dest pê kir lêpirsînan pêk tînin û civînan bi alîyên têkildar re li dar dixin, Şelan Kerîm, serokê êla Elbû Îsa û parlementerê berê ji parêzgeha Selahedînê ji Diyaruna re ragihand.

Wî got "em bendewarîya encaman dikin ku bigihin û em wan di rojên tên de îlan bikin".

Malbatên qurbanîyan û niştecîyên deverê Lîwayê 42yan ê Hêzên Heşda Şaebî sûcdar kir, komeke milîsa Esaib Ehl el-Heq a ku Îran piştgirîya wê dike, ku ew li pey tawanê ye.

"Dîdvan di nav wan de xizmên tekekesên kuştî, niştecîyên xwecihî û endamên hêza ewelkarîyê ên berpirsên deverê -- fewca 3yem a hêzên komando a Fermandarîya Operasyonên Samerayê -- ev tuhme teqez kirin," Kerîm got.

Hêzên Heşda Şaebî tuhme red kirin û sûc avête ser milên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) di daxuyanîyeke Yekşemê de.

Kerîm got "serwerîya yasayê dê li ser wan kesên destên wan tê de heye were pêkanaîn, bêy guh bidin bê têkilîya wan bi kî re heye".

Piralîya Fermandarîyên ewlekarî

"Tawana Ferhatîyayê delîlekî din e li ser xeterîya çekên bêserûber û komên çekdar ên bi ya fermanên serokwezîr nakin," Kerîm got û anî ziman ku ev gefeke mezin li ser ewlehîya neteweyî çêdike.

Wî bang kir ku ewlehîya Selahedînê bixine destên artêşa Îraqî û polîsê xwecihî, herwiha heşda êlî, ya ku ji niştecîyên xwecihî pêk tê.

Wî got ku pirbûna fermandarî û heşda ewlekarî ya ku li Selahedînê belav e xizmeta ewlehîya parêzgehê nakin.

"Berpirsyarîya ewlehî li parêzgehê îroj di nav sê fermandarîyên serbazî de maye: Fermandarîya Operasyonên Selahedînê, Fermandarîya Opersyonên Samerayê û Fermandarîya Navenda Kontrolkirinê li Kerkûkê," wî got.

Kerîm got ku herwiha du fermandarîyên Hêzên Heşda Şaebî li parêzgehê hene: Lîwayê Selam di Fermandarîya Operasyonên Samerayê de û fermandarîya Heşdê li Selahedînê.

Wî anî ziman ku herwiha herdu baskên ewlehî yên girêdayî Ajansa Ewlekarî ya Niştimanî li bakur û başûrê Tikrîtê li Selahedînê çalak in.

Wî got ku ev hebûna gelek sazîyên ewlekarî "bi awayekî neyînî bandor li guhestina agahîyên ewelkarî kir û kontrolkirina standina biryarên ewleakrî li parêzgehê jî lawaz kir".

Kerîm got ku li gorî zagona Îraqî, ewlehî li parêzgeha Selahedînê di destê parêzger de ye, yê ku îroj "ew desthilatdarî ji dest wê derketiye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500