Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî amadebaşîyê zêde dikin piştî zincîrek ji êrîşên DAIŞê

Xalid Taî

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî di civînekê de ye roja 11ê Mijdarê bo nîqaşkirina pêşhatinên ewlehî û pêvajoya operasyonên li dar ên li dijî DAIŞê li Îraqê. [Wêne ji ofîsa ragihandinê ya Kazimî hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî di civînekê de ye roja 11ê Mijdarê bo nîqaşkirina pêşhatinên ewlehî û pêvajoya operasyonên li dar ên li dijî DAIŞê li Îraqê. [Wêne ji ofîsa ragihandinê ya Kazimî hatiye wergirtin]

Du sivîlên Êzîdî Pêncşemê (12ê Mijdarê) hatin kuştin dema ku çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bajarokê Qehtaniyayê li devera Şengalê gule berdan wan.

Di heman rojê de, sê topên hawin bajarokê Wenayê li navçeya Tek Keyf li rojhilatê Mûsilê armanc kirin, lê tu qurbanî nebûn.

Ji destpêka Mijdarê ve, operasyonên terorî li hinek deveran li Îraqê dijwartir bûne, kuêrîşa herî dijwar Yekşema borî li xaleke pişkinînê li rojavayê Bexdayê ku hêzên êlan bi rê ve dibin pêk hat.

Çekdarên DAIŞê bombeyên granît û gule berdan hêzên êlan ên li jêr sîwana Heşda Şaebî yên li Redwaniyayê bicihbûyî ne, û pênc endamên Heşda Şaebî û şeş kes ji xelkê deverê yên bi hawara wan ve hatibûn kuştin.

Hêzên ewlekarî yên Îraqî li şanên DAIŞê li çiyayê parêzgeha Selahedînê digerin di nîvê yekem ê meha Mejdarê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî yên Îraqî li şanên DAIŞê li çiyayê parêzgeha Selahedînê digerin di nîvê yekem ê meha Mejdarê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Hêzên Hevbeş, ragihand ku lêpirsîn bi kesekî gumanbar re ku tê payîn têkilîyên wê bi êrîşkarên Redwaniyayê re hene li dar in.

Agahîyên berdest dîyar dikin ku sûcdar li mala wî berî demjimêrekê ji êrîşê civîyabûn, wî ji Diyaruna re Pêncşemê ragihand.

"Ev êrîş zingilê xeterîyê lê dide ku bermahîyên DAIŞê hewl didin ku şanên razayî şiyar bikin bo pêkanîna êrîşan weke bersiv ji lêdan û gurzên ew rastî wan tên," endamê berê yê encumena parêzgeha Bexdayê ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku armanc ji van êrîşên bêserûber astengkirina xebatên ewlehî bû. Ev yek nayê wateya ku karînên tundrewan baş bûne yan taktîkên wan hatine guhertin.

Amadebaşîyeke zêdetir

Weke bersiv, yekîneyên polîsê federal û artêşa Îraqî du pêngavên ewlehî li dijî bermahîyên DAIŞê vê heftîyê pêk tînin, ya yekm li çiyayên parêzgeha Selahedînê, û ya duyem li Girava Nînewayê û biyabana rojavayî ya Enbarê.

Wan herwiha belavbûna hêzên xwe li bakur û rojavayê paytextê xurt kirin û lêgerînên li gundan zêde kirin.

Li gorî Metlebî, hîn hinek xelk bawerîyê bi îdyolojîya DAIŞê tînin û mêvandarîya terorîst dikin û alîkarîyê bi wan re dikin.

"Erkê hêzên ewlekarîyê ye ku çalakîyên hewlagirî bo destnîşankirin û nehiştina van şanên himbêzker zêde bikin," wî got.

"Armanc ji vê hevahengîya astbilind bi xelkê re ew e ku bawerîya wan bi hêzên ewlekarî zêde bibe," wî got. "Hebûna serbazî bi tenê têr nake."

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî Çarşemê civînek bi Encumena Wezîran re têkildarî ewlehîya niştîmanî pêk anî bo nîqaşkirina pêşketinên ewlehî li welat.

Kazimî ji hemû hêzan xwest "ku operasyonên xwe yên parêzî berdewam bikin bo tu derfetê nedin komên terorîst [ku xwe dîsan bi rêxistin bikin]", li gorî daxuyanîyeke ofîsa wî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500