Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraqî bang li milîsan dikin ku ji deverên rizgarbûyî derkevin

Faris Omran

Endamên milîsa Esaib Ehil el-Heq a ku Îran piştevanîya wê dike di wêneyeke ku dîroka wê ne dîyar e xuya dikin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamên milîsa Esaib Ehil el-Heq a ku Îran piştevanîya wê dike di wêneyeke ku dîroka wê ne dîyar e xuya dikin. [Wêne ji mîdyaya civakî hatiye wergirtin]

Gelek Îraqî daxwaza bidawîkirina kontrola milîsên ser bi Îranê ve li ser deverên Îraqî yên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin dikin.

Şênîyên van deveran gazinan ji zêdegavîyên çekdar dikin, di nav de revandin, kuştin, nebedîkirin û dizîna saman û malê giştî.

Di nîvê Cotmehê de, 12 sivîl ji gundêferhatiyayê li parêzgeha Selahedînê hatin revandin. Heşt kelaşên şûna birînên guleyan li ser wan hatin dîtin, û hîn çarenivîsa çar kesên din ne dîyar e.

Malbatên qurbanîyan dibêjin ku lîwayê 42yê yê Heşda Şaebî, ku hêzeke milîsa Esaib Ehil el-Heq a Îran piştevanîya wê dike ye, li pişt tawanê ye, tevî ku milîsê ev yek red kir û DAIŞ tawanbar kir.

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî li merasîmên bixaksipartina sivîline ku li gundê Ferhatiyayê, li parêzgeha Selahedînê hatine kuştin amade dibe. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî li merasîmên bixaksipartina sivîline ku li gundê Ferhatiyayê, li parêzgeha Selahedînê hatine kuştin amade dibe. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

"Ev ne tawana pêşî ye ku milîs li dijî şênîyan li deverên rizgarbûyî pêk tînin," lêkolînerê siyasî Taha Lehîbî ji Diyaruna re ragihand.

Milîsên ku Îran piştevanîya wan dike şênîyên van deveran berî niha armanc kiribûn, û ev yekê didomînin, û da zanîn ku milîsên Îran piştevanîya wan dike yan DAIŞ berpirsyar be, sivîl "baceke mezin didin".

Wî daxuyand ku milîsan "hejmareke mezin ji şênîyan revandiye û nebedî kiriye" li deverên ku berê li jêr kontrola DAIŞê de bûn, di nav de bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînewayê, û parêzgehên Enbarê û Selahedînê.

Lehîbî da zanîn ku tê payîn 10,000 kes ji Selahedînê nebedî ne, û hîn çarenivîsa wan ne dîyar e.

"Dora 2,000 şênîyên aware û wendayî ji devera Curf el-Sexir ku milîs li wir bi cih in hene," wî got, û da zanîn ku hebûna wan rê li ber vegera xelkê digire.

Lehîbî got ku rewş li dever û gundên din ên ji DAIŞê hatine rizgarkirin heman e lê hîn şênî nikarin vegerin warên xwe.

Wî da zanîn ku ligel nehiştina vegera sivîlan, milîs şênîyan neçar dikin ku bacan bidin, û ew samanên dewletên yên bo deverên rizgarbûyî terxankirî didizin bi rêya destdanîna li ser girêbestên projeyên avakirinê yên hikûmetê.

Ev bûyera li Ferhatiyayê "belgeheke din e li ser tawankarîya van milîsan, ku ew ji hêla Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) li dijî welat tên piştgirîkirin", wî got.

Wî ew bi cihgirtina di "xebatên sîstematîk de bo gurkirina kaosê û tayifgerîyê û wêrankirina pêşeroja zarokên me gunehbar kirin".

Divê hebûna komên çete were bidawîkirin

Bang hene ku milîs ji deverên ku ji DAIŞê hatine rizgarkirin werin derxistin "ji ber ku ew ne dilsozên Îraqê ne", şarezayê di warê serbazî de Celîl Xelef Şiweyil ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku piştî cenga derxistina DAIŞê, hinek milîsan hêza bo bizdandina xelkê û binpêkirina mafên wan bi kar anîn, û da zanîn ku hebûna wan seqamgîrîya van deveran lawaz dike.

"Bajarên rizgarbûyî gerekdarê hebûna yekîneyên serbazî ne bo ew parastina ewlehîyê û selametîya xelkê bikin," wî got.

"Divê ewlehîya van bajaran berpirsyarîya hêzên fermî bi tenê be," wî got, û da zanîn ku hîn geva DAIŞê jî heye.

Wî bal kişand ser êrîşa 27ê Cotmehê ya DAIŞê ku tê de serkirdeyekî xuyayî yêêlan li navçeya Muqdadiyayê li Diyalayê, tev çar endamên malbata wî, hatin kuştin.

Derbarê hebûna van milîsan, Şiweyil got ku "ne cihê pejirandinê ye ku hêzên çete yên ku fermanên xwe ji dewletê wernagirin li wir bi cih bibin, û ev kom ne yasayî ne û divê werin muhasebekirin".

Parlemantarê Îraqî yê ji parêzgeha Selahedînê Muqdem Jumeylî ragihand ku xelkên bajarên rizgarbûyî "piştgirîya desthilata hêzên ewlekarîyê li deverên xwe û xebatên wan ên nehiştina terorîstan dikin".

"Xelk rêza cangorîyên Heşda Şaebî û hêzên din ên êlan dane bo rizgarkirina bajarên wan û bidawîkirina metirsîya DAIŞê digirin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Lê hinek hêz hene ku dibêjin ew girêdayî Heşda Şaebî netawanan û kirinên ne yasayî li dijî sivîlan dikin li ser navên wan hêzan, ku ev yek navûdengîya wan xerab dike.

"Em roleke mezintir a polîsê xwecihî di parastina bajarên rizgarbûyî de dixwazin, bo ew karibin baş deverê kontrol bikin û xelkê biparêzin," Cumeylî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500