Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Sizayên li dijî kurê Esed fişarê li ser malbatê tundtir dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Pakêta duyem a sizayên di çarçoveya Biryara Qeyser de bo nemirkirina kesên li Maeret Numan û Hemayê hatin kuştin hatiye holê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Pakêta duyem a sizayên di çarçoveya Biryara Qeyser de bo nemirkirina kesên li Maeret Numan û Hemayê hatin kuştin hatiye holê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Biryara sepandina sizayan li serkurê serokê Sûrîyayê Beşar Esed di cih de bû, li gorî çavdêran, ji ber dîroka Esed a bikaranîna xizmên xwe di peydakirina diravan de bo fînanskirina xezîneya cengê ya rejîmê.

Wan got ku ew herwiha guncan e ji ber ku pakêta duyem a sizayan diçarçoveya Yasaya Qeyser bo Parastina Sivîlên Sûrî ya 2019an, ku navê kurê mezin ê Esed Hafiz di lîsteya sizayan de hatiye, li ser navê qurbanîyên Hemayê û Maeret Numanê ye.

"Du ji tawanên herî hovane û kirêt ên rejîma Esed" li van herêman pêk hatine, Wezareta Derve û Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyanîya 29ê Tîrmehê ragihand, û da zanîn ku nav bo "bibîranîna qurbanîyan tên hilbijartin".

"Berî neh salan, hêzên Beşar Esed dorpêçeke hovane li ser bajarê Hemayê sepandin, û xwenîşanderên aştîxwaz kuştin weke nîşaneke bizdêner a bûyerê li pey wê hatin," daxuyanîyê got. "Berî salek. rejîma Esed û hevalbendên wî bazareke qerebalix li Maeret Numanê topbaran kirin, û 42 kesên bêsûc kuştin."

Hafiz Esed, kurê serokê Sûrîyayê Beşar Esed, li Olîpmîkên Navdewletî yên Bîrkarîyê li bajarê Cluj Napoca li Romanyayê di 10ê Tîrmeha 2018an de amade dibe. [Mircea Rosca/AFP]

Hafiz Esed, kurê serokê Sûrîyayê Beşar Esed, li Olîpmîkên Navdewletî yên Bîrkarîyê li bajarê Cluj Napoca li Romanyayê di 10ê Tîrmeha 2018an de amade dibe. [Mircea Rosca/AFP]

Yasaya Qeyser di nîvê Hezîranê de kete qonaxa bicihanînê de, û kesayet û pêgehên girêdayî rejîma Sûrîyayê danîn ser lîsta sizayan -- di nav deLîwayê Fatemiyûn ê ser bi Îranê ve -- di sê pakêtên cuda de.

Hafiz Esed di pakêta duyem de hat sizakirin, ligel 13 kesên din, ligel sepandina pakêteke din a sizayan roja 20ê Tebaxê, ku kesayetên payebilind ên siyasî, serbazî û aborî yên nêzîk ji xeleka teng a rejîmê armanc kirin.

Xwevedizîna ji sizayan

Profêsorê yasaya tawanên navdewletî Wail Şarimî got ku sedem hene hiştine ku Hafiz Esed -- ku li ser navê bapîrê xwe hatiye binavkirin -- li ser lîsta sizayan e.

Beşar Esed xwedan dîrokeke dirêj e di xwevedizîna ji sizayan de bi rêya bikaranîna xizmên xwe û kesên pir ji xwe nêzîk bo birina pereyan bi qaçaxî bo derveyî welat, wî ji Diyaruna re ragihand.

Şarimî got ku ev pere tên bikaranîn di avakirina kompanîyan de li ser navê kesên ne li ser lêsta sizayan bo şûştina pereyan û vegerandina wan bo Sûrîyayê bo piştgirîkirina rejîmê di cenga wê de.

Wî teqez kir ku ew pereyên ku ew kompanî qezenc dikin bo kirîna çekan bo bikaranîna wan li dijî gelê Sûrî tên bikaranîn, û da zanîn ku ev yek dikare were rawestandin bi rêya sepandina sizayên ku rê li ber hevparîya aborî bi kesên li ser lîsta sizayan re bigirin.

Wî da zanîn ku Hafiz Esed li ser lîsta sizyan hat zêdekirin piştî temenê wî gihişt 18 salan -- temenê ku êdî ciwan dikarin bibin xwedan maf û berpirsyarîyên yasayî.

Şarimî dîyar kir ku ev yek rê dide wî ku tev bigere, pereyan veguhêze û kompanîyan damezrîne, û da zanîn ku sizayên di çarçoveya Yasaya Qeyser de hewl didin ku rê li ber wî bigirin bo êdî nikaribe çalakîyên wiha encam bide.

Wî got ku sizayên nû kesayetên ji serokê Sûrîyayê pir nêzîk ditoqînin, û da zaninku navê jina Esed, Asma, di pakêta pêşî ya sizayan de hebû, ligel navên hejmarek ji xizmên Esed.

Wî got ku ew kesayet aniha bi temamî destgirtî ne û êdî nikarin tiştên berê dikirin pêk bînin li ser asta veguhestina pereyan û qezenckirin ji kompanîyên biyanî bo temwîlkirina rejîma Sûrîyayê.

Li Maeret Numanê sipasdarî

Rojnamegerê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand ku hundirandina Hafiz Esed di pakêta sizayan a bi navê "Hema û Maeret Numanê" de bûye cihê pêşwazîyê li ba gelê Sûrî, ku ew vê yekê weke venasînekê bi kul û azarên xwe dibînin.

Wî got ku Firqeya 1ê ya rejîma Sûrîyayê gelek kesên sivîl kuştine û malên wan talan kirine, û da zanîn ku siza li ser gelek efserên payebilind ên Firqeya 1ê hatine sepandin.

Çalakgerê ji Maeret Numanê Hanî Numan, yê ku aniha li deverkê li nêzî sînor bêwar e, ji Diyaruna re ragihand ku pakêta nû ya sizayan navên gelek kesên ji nifşê nû yê piştevanên rejîmê dihundirîne.

Wî da zanîn ku piranîya "berpirsên kevin" êdî navên wan li ser lîsta sizayan in.

Numan got ku ligel kurê Esed, navên hejmarek ji sermayedaran êdî li ser lîsta sizayan in, ku berî aniha navên wan qet nehatibûn qalkirin.

Weke kesekî ji Maeret Numanê, wî got ku ew pir dilşad e ku pakêta nû ya sizayan bi sernavê "sizayên Hema û Maeret Numanê" ye.

"Ev nîşaneke ku gelê Sûrîyayê ne bi tenê ye di zulm û kuştina ku ew rastî tên, û dê di dawîyê de kesên berpirsyar werin darizandin," Numan got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500