Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Yasaya Qeyser Fişarê li ser rejîma Sûrî zêde dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokekî Sûrî dermankirinê werdigire piştî ku bêhna materyalên kîmawî kişand di êrîşeke rejîma Sûrî li bajarokê Dûmayê. Yasaya Qeyser hewl dide ku bide dûv ew kesên ku li pey vê bûyera ku weke tawaneke şer tê reçavkirin . [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Zarokekî Sûrî dermankirinê werdigire piştî ku bêhna materyalên kîmawî kişand di êrîşeke rejîma Sûrî li bajarokê Dûmayê. Yasaya Qeyser hewl dide ku bide dûv ew kesên ku li pey vê bûyera ku weke tawaneke şer tê reçavkirin . [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Yasaya Qeyser a bo Parastina Sivîlên Sûrî ya sala 2019an rê li ber darizandina serokê Sûrî, alîkarên wî û piştgirîyên wî vedike ji ber tawanên wan li dijî gelê Sûrî pêk anîn, pisporên kar û barên Sûrî got.

Bicihanîna vê yasaya Amerîkî, dê astengîyan ji destwerdana biyanî re çêke, ya bi taybet ji alîyê Îran û Rûsyayê ve, wan ji Diyaruna re ragihand.

Yasaya Qeyser, ya ku di nîvê Hezîranê de dê were bicihanîn kompanîyên li seranserî cîhanê ceza dike yên ku dê bi rejîma Beşar Esed re bidin û bistînin û dê alîkarîyên nûavakirinê yên amaerîkî qedexe dike heta tawanbarên ku binpêkirin di şerê Sûrî de kirine rastî dadê werin, AFP ragihand.

Yasa bi navê wênekêşekî serbazî yê berê yê kodnavê Qeyser bi kar anî hat binavkirin. Ew di sala 2013an de ligel 55,000 wêneyên hovîtîya di zindanên Sûrî de dîyar dikin ji Sûrîyayê revîya û li pêşîya Kongresê Amerîkî derket di sala 2014an de.

Mêrekî bi emir mezin ji mala xwe ya li Idlibê derdikeve, ya ku ziyanên mezin gihanê di êrîşeke asmanî ya rejîma Sûrî de. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Mêrekî bi emir mezin ji mala xwe ya li Idlibê derdikeve, ya ku ziyanên mezin gihanê di êrîşeke asmanî ya rejîma Sûrî de. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ev "bermîla bombrêjkirî" a neteqîyayî, a li parêzgeha Idlibê hat dîtin, ji alîyê balefira rejîma Sûrî ve hat avêtin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ev "bermîla bombrêjkirî" a neteqîyayî, a li parêzgeha Idlibê hat dîtin, ji alîyê balefira rejîma Sûrî ve hat avêtin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

"Qeyser" derketina wî ya dawî li pêşîya Kongresê di Adarê de bû, fişar li Amerîka û civaka navdewletî kir ku rejîma Esed were muhasebekirin.

"Ev yasa namyeke xurt e ji hemû kesên ku piştgirîya rejîma Esed dikin ku dema muhasebekirin û dadê dê were," wî wî çaxî got.

Piştrastkirina navdewletî

Li gorî Parêzerê Sûrî Beşîr Besam, tiştê herî baş di Yasaya Qeyser de ew e mukirhatina navdewletî bi bi ziyana laşî, operesyonên îdam û êşkencekiinê yên ku hîn di zindanên rejîma Sûrî de çêdibin.

Ev tawan û têkçûna rejîmê ya bi giştî ku nikarîbû berevanîya mafên welatîyên Sûrî biparêze, ew sedema ku gelê Sûrî serî lidijîwî hilda, wî ji Diyaruna re got.

"Hîn rejîm ji şaştîyên xwe hîn nebûye," wî got.

Wî got ku ev yasa girîng e ji ber ew derî vedike li pêşîya muhasebekirina wan kesên berpirs derbarê tawanên li dijî sivîlan hatin bicihanîn, û bend tê de hene ku piştgirîya wan kesên tên û delîl li ser wan tawanan bi wan re ne dike.

Ew mukirhatinê ji bi deh hezarên Sûrîyan re pêşkêş dike yên ku heta mirinê hatine êşkencekirin di navendên girtinê de, û bo kesên din ên dibe ku mirina wan weke tawanên şer werin reçavkirin ji ber ku di dema operesyonên serbazî de hatin pêkanîn, Besam got.

Bi dehan çalakgerên Sûrî di warê mafên mirov de belgeyên girêdayî van tawanan amade dikin, berî tu tedbîrên yasayî, wî anî ziman.

Bicihnaîna yasaya Amerîkî dê dawîya kîza Sûrî û ketina rejîma hakim destnîşan bike, rojnamevan Ala Muhemed, pisporê yasa û siyaseta navdewletî, got.

"Ji ber ku tu valahî di vê yasayê de nîne ku rejîm dikare bi kar bîne bo karibe ji muhasebekiinê bireve," wê ji Diyaruna re ragihand, "Eger di rêya wan kesên ku di warê serbazî piştgirîya wê dikin an di rêya çawa ew pişgirîya lojistî û darayî werdigire."

Wê dîyar kir ku welatên mîna Îran û Rûsyayê dê bibînin ku rola wan li Sûrîyayê kêm dibe, bi taybet ku ev herdu welat hewl didin ku projeyên nûavakirinê qezenc bikin û hineke din jî yên ku ji ber şer hatine rawestandin temwîl bikin.

Wê got ku herdu welatan destwerdan di şer de kir li jêr bihaneyên sexte, wan angaşt dikir ku wan piştgirîya gelê Sûrî dikir û parastina sazîyên olî jî dikir.

Herwiha wan angaşt kir ku wan tenê "pispor" ne çekdar dişandine Sûrîyayê, ku hîn Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) israr dike ku tenê wiha ye, tevê ku delîl berevajî wê yekê ne, wê got.

Vekirina rê ji muhasebekirinê re

Li gorî Wail Şerîmî, mamostayê yasaya tawanî ya navdewletî li Zanîngeha Qahîrayê, Yasaya Qeyser destpêka dawîya rejîma Sûrî destnîşan dike.

Ew rê li pêşîya darizandina serokê Sûrî vedike, wî ji Diyaruna re şirove kir, ligel hevpar û alîkarên wî yên Sûrî û biyanî.

Şerîmî teqez kir ku ti hêzên navdewletî yên piştgirîya Esed dikin aniha naxwazin ku bikevine alozgeha muhasebekirinê de, eger hate dîtin ku ew yasayê bin pê dikin.

Wî dîyar kir ku qesda wî bi taybetî Rûsya û Îran e, ji ber yasa dê dawîyê ji destwerdan û piştgirîya wan ji rejîma Sûrî û ji ajandaya ku Pasdaran bi cih tîne re deyne.

Ji berê ve Îran derdê kampanyaya sizayên Amerîkî ya "fişara herî xurt" dikişîne, û ew nekêmî pirsgirêkine zêde ye, wî got.

Herwiha komên hevalbendên Feyleqa Pasdaran ên li Lubnan, Îraq û welatên din dê bandor li wan bibe, ligel komên ku ji alîyê Rûsyayê ve têne temwîlkirin ên ku piştgirîya hêzên rejîma Sûrî dikin li deverine destnîşankirî, bi taybet li beşê başûr Sûrîyayê.

Rejîma Sûrî di 3yê Hezîranê de sizayên darayî yên nû yên ku li gorî Yasaya Qeyser hatine sepandin şermezar kirin, bi bihaneya ku ew dê zehmetîyê li welatekî ku derdê krîzeke aborî ya kûr dikişîne zêde bike, AFP ragihand.

Piştî neh salên şer, Sûrîya derdê krîzeke aborî dikişîne ya ku ji ber girtina giştî ya ji ber vayrûsa korona krîza diravî ya dolar li Lubnan cîran xirabtir bû.

NY texmîn kir ku di 2018an de şerê li Sûrîyayê wêrankirina nêzî 400 milyar dolar ji ber şer encam da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500